• Saturday, 07 February 2026
logo

Akar: Anîna S-400an nayê wateya dûrketina ji NATOyê

Gulan Media October 24, 2020 Nûçe
Akar: Anîna S-400an nayê wateya dûrketina ji NATOyê
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku anîn û ceribandina sîstema berevaniyê S-400an nayê wê wateyê ku Tirkiye ji NATOyê dûrdikeve.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar beşdarî kongreya heftem a şaxa Kayserî ya AK Partiyê bû û gotarek pêşkêş kir.

Akar da zanîn ku anîn, kontrolkirin û amadekariyên sîstema berevaniya mûşekî û esmanî S-400an bi awayê plan jêre hatiye danîn berdewam e û got: “Anîn, ceribandin û kontrola sîstema berevaniya mûşekî û esmanî S-400an nayê wê wateyê ku Tirkiye ji NATOyê dûrdikeve.”

Derbarê şerê navbera hêzên Azerbaycan û Ermenîstanê de jî Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê got: “Divê aliyên navdewletî fam bikin ku aştî û aramiya yekcarî wê demê li navçeyê çêdibe ku Ermenîstan ji wî erdê Azerbaycanê vekişe ku dagîr kiriye.”

Tirkiyê sala 2017an peymana kirîna mûşekên S-400 li gel Rûsyayê îmze kir. Beşa yekemîn bi buhayê 2,5 milyar dolaran par gihîşte Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh Înê 23yê Cotmeha 2020an piştrast kir ku mûşekên S-400 hatine ceribandin.

Rudaw
Top