• Saturday, 07 February 2026
logo

Brîtanya 5 hezar parçe asewar vedigerîne Îraqê

Gulan Media October 24, 2020 Nûçe
Brîtanya 5 hezar parçe asewar vedigerîne Îraqê
di dawiya îsal de Brîtanya asewarên han radest dike.
Serokwezîrê Îraqê serdana mûzexaneya Londonê kir.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, serdana mûzexaneya Londonê kir.

Di serdana han de Mistefa Kazimî ew 5 hezar parçe asewarên dîrokî yên Îraqî yên ku li Brîtanyayê û biryare di dawiya salê de radestî Îraqê werin kirin dîtiye.

Eger Brîtanya ew pêngava han bavêje wê demê, ew yek dibe mezintirîn operasiyona vegerandina asewarên dîrokî yên Îraqê ji derveya welat.

Ew asewarên han di dema şer de bi awayekî qaçax bo Brîtanyayê hatine birin.
Top