• Saturday, 07 February 2026
logo

Rojhilat – Pasdaran kolberekî kurd kuştin û termê wî jî firotin malbata wî!

Gulan Media October 21, 2020 Nûçe
Rojhilat – Pasdaran kolberekî kurd kuştin û termê wî jî firotin malbata wî!
Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin, termê wî jî li hember dirav teslîmî malbata wî hat kirin!

Çavkaniyên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, roja 18 vê mehê li devera Çaldiran ya parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê kolberekî kurd li ser sînorê dan ber guleyan û kuştin.

Li gorî agahiyan, pasdaran termê 2 milyon tûmen ji malbata wî kolberî standin paşê termê wî dan malbatê!

Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Emîn Şems (27 salî) û xelkê gundê Kişmiştepe yê bajarê Makûyê bû. Du zarokên wî hebûn.

Basnews
Top