• Saturday, 07 February 2026
logo

Ekrem Îmamoglu li hember qedexekirina şanoya Kurdî bertek nîşan da

Gulan Media October 15, 2020 Nûçe
Ekrem Îmamoglu li hember qedexekirina şanoya Kurdî bertek nîşan da
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser qedexekirina şanoya Kurdî ji aliyê Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê ve, bertek nîşan da û got: “Pêştir bi Tirkî hate lîstin niha jî bi Kurdî, ma çi cudahî heye?!”

Qaymeqamtiya Gazîosmanpaşayê, duh bi hinceta “ewlehiyê” lîstika şanoya Kurdî “Bêrû: Klakson Borîzan Bîrt” a Teatra Jîyana Nû qedexe kir ew bû cihê nerazîbûna gelek kesan û yek ji wan Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ye.

Îmamoglu li taxa Fikirtepe ya navçeya Kadikoyê di dema venêrîn dikir de bersiva pirsan rojnamevanan da.

Li ser pirsa kir, derbarê qedexekrina şanoyê Kurdî “Bêrû: Klakson, Borazan, Birt”, ku biryar bû 13ê Cotmehê, li Dika Gazîosmanpaşayê ya Şanoyên Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê, bihata lîstin Îmamoglu got: “Lîstikeke kurdî dê welatiyên me Kurd biçûn lê temaşe bikira, lê hat qedexekirin û weke sûc hat dîtin. Nabe hincetên dûrî rastiyê weke sedem bidin nîşandin. ecbûrin ku li gorî hiqûqê û qanûnan tevbigerin. Dema ku ez tiştên bi vî rengî dibînim gelek aciz û xemgîn dibim.”

Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya jç li ser twîttera xwe gotibû, sedema qedexekirinê ne zimanê Kurdî ye, lê di naveroka wê de propaganda PKK heye û ji ber vê hatiye qedexekirin, pêvajoya dadwerî dest pê kiriye.

Derbarê vê yekê de jî Îmamoglu got: “Parêzgarê bajarê ku 16 milyon kes têde dijî dibêje ku `dê propagandaya rêxistinê terorê bê kirin`. Hheman lîstik di sala 2014an de li Şanoya Dewletê bi tirkî hatiye leyîstin û herwiha bi kurdî ji aliyê heman komê ve ev 3-4 sal e herî kêm 20-30 caran hatiye leyîstin. Bi tîrkî hatiye leyîstin û niha bi Kurdî tê leyîstin. Çi ferq heye? Ji ber vê yekê gelek şaş e, pênasekirineke xerab hatiye kirin. Dê biça darazê. Baş e bila here em dê bibînin li darazê çi bibe?”

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê herwiha tekez kir ku Şaredariya Stenbolê bo 16 milyon kesan e û ew dê xizmetê ji hemû pêkhateyên li wî bajarî dijî bikin û di vê mijarê de jî paşde gav navêjin.

Rudaw
Top