Li Fransa ji ber Koronayê qedexeya derketina derve tê ragihandin
Serkomarê Fransa Emmanuel Macron duhî ragihand, wan biryar dane ji ber belavbûna zêde ya vîrusa Koronayê li 9 bajaran derketina derve qedexe bikin.
Macron da zanîn, qedexe dê bi şev be û ji roja 17 vê mehê dest pê bike. Ji saet 21:00 heta 06:00 nabe kes derkeve derve. Kê jî binpê bike dê destpêkê 135 euroyan were sizadan. Eger dîsa binpê bike dê 1500 euroyan were sizadan.
Bajarên ku qedexeya derketina derve lê tê ragihandin, ev in: Parîs, Grenoble, Lille, Lyon, Aix-en-Provence, Marsilya, Rouen, Toulouse û Montpellier.
Li Fransa di rojekê de 22 hezar û 591 kes bi Koronayê ketin û 104 kes jî mirin. Hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li Fransa gihîştiye 820 hezar kesan ku zêdetirî 33 hezar ji wan mirine.
Basnews
