Serokwezîr Barzanî serxweşî da Dr. Nûrî Osman
Îro 14.10.2020ê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya pêwendiya telefonî ve, ji ber koça dawî ya Osman Mehmûd Şingalî serxweşî da Dr. Nûrî Osman ê kurê wî.
Serokê hikûmetê hevxemiya xwe li gel malbatê nîşan da û hêvî xwest ji xwedayê mezin ruhê wî bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide kesûkar û malbatê.
Basnews
