Tirkiye pêşwazî li rêkeftina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şingalê dike
Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Duh herdu aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftineke emnî û îdarî derbarê çarenivîsa Şingalê de ragihandin. Em pêşwazî li vê rêkeftinê dikin.”
Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, Enqere hêvî dike ku bi vê rêkeftinê paşmayên DAIŞê û PKKê li Şingalê nemînin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Hêvîdarin di rêkeftinê berpirs û aliyên peywendîdar ên nav Iraqê, kar bikin ji bo damezrandin û sepandina desthilatê li Şingalê bo nehêlana paşmayên rêxistinên terorîstî yên DAIŞ û PKKê. Bi taybet jî PKK û bask û dûvikên wan ku gelek zext û zor li hember Êzidiyan û xelkê navçeyê kirine, daku xelkê Şingalê di tenahî û aramiyê de vegerin ser warê xwe û bi xweşî bijîn.”
Tirkiye amadebûna xwe bo hevkariya li gel aliyên peywendîdarên Iraqê bo têkoşîna li dijî terorê nîşan daye û tekez dike: “Em di vê çarçoveyê de tekez dikin bo hevkarîkirin û karkirina bi hev re li gel aliyên peywendîdarên Iraqê bi taybet jî di warê têkoşîna li dijî terorê li Şingalê û hemû navçeyên din jî, bo vegerandina aramî û asayiş û istiqrarê li Iraqê.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê duh derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û avakirina rêveberiyeke nû li vê navçeyê rêkeftin kirin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê derbarê vê rêkeftinê de ragihand, dosyeya ewlehî û serbazî ya Şingalê dê di dest hikûmeta navendî de be û rêveberiya sivîl û pêşkêşkirina xizmetguzariyan jî dê bi hevbeşî di navbera Hewlêr û Bexdayê de be.
Rudaw
