Hûgiliyên rêkevtina Şingalê
Naveroka rêkeftina bo asayîkirina rewşa Şingalê diyar bû û li gor wê dosyeya ewlehî û serbazî ya Şingalê dê di destê hêzên hikûmeta navendî de be û rêveberiya sivîl û pêşkêşkirina xizmetguzariyan jî dê bi hevbeşî di navbera Hewlêr û Bexdayê de be.
Xalên wê rêkevtina jêr îmzeya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehme û Cîgirê Rawêjkarê Niştîmanî yê Iraqê Hamîd Reşîd Fileyih bi navê “Avadan, rêveberî û ewlehiya Şingalê” bi vê rengî ye:
1-Hilbijartina qeymiqameke nû
2-Hikûmeta federalî ya Iraqê îdareya emnî dike.
3-Damezrandina 2500 kesên xelkê Şingalê bo avakirina hêzeke nû.
4- Divê PKK û ew hemû grûpên girêdayî wê bêne derxistin .
5-Ti kesekî ser bi PKKê ve nabe di nav hêzên ewlhiyê de were damerazindin.
6-Hewlêr û Bexda hemanhengî bo avakirin û îdareya Şingalê dikin.
Duh roja Înê 9ê Cotmeha 2020an şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe, Rêber Ehmed ji bo gotûbêjkirina mekanîzmên cîbicîkirina rêkeftina Şingalê serdana Bexdayê kir û ligel hikûmeta Iraqê rêkevtin îmze kiribû.
Rudaw
