• Wednesday, 14 October 2026
logo

Li Zanîngeha Amerîkayê ya li Washingtonê bihevrejiyana li Kurdistanê hat gotûbêjkirin

Gulan Media October 14, 2026 Nûçe
Li Zanîngeha Amerîkayê ya li Washingtonê bihevrejiyana li Kurdistanê hat gotûbêjkirin

Li Zanîngeha Amerîkayê ya li Washingtonê di paneleke taybet de qala bihevrejiyana olî û aştiyane ya pêkhateyên Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Panelîstan Herêma Kurdistanê wekî mînakeke serkeftî ya bihevrejiyanê bi nav kir.

Wan Kurdistan bi deverên din ên Îraqê û welatên cîran re da ber hev.

"Kurdistan stargeheke aram e"

Li gorî nêrîna beşdaran, divê Amerîka û welatên rojavayî zêdetir girîngiyê bidin Herêma Kurdistanê.

Bi gotina wan Kurdistan ne tenê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye ew di heman demê de ji bo penaber, koçber û pêkhateyên din jî stargeheke aram e.

Di vê panelê de gelek xwendekar, mamosteyên zanîngehê û mêhvan beşdar bûn.

Hinek ji wan li ser Kurdistanê û bihevrejiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û etnîkî xwedî agahiyên baş bûn.

Lê beşek ji wan jî bi rêya vê panelê li ser Kurdistanê agahiyên zêdetir wergirtin.

Pergaleke parastinê ya li dijî êrişan

Berpirsa berê ya Azadiya Olî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Nadine Maenza jî yek ji axêveran bû.

Nadine Maenzayê di panelê de got, "Amerîka hîn jî dikare di piştgiriya Herêma Kurdistanê de roleke mezin bilîze."

Nadine Maenzayê bal kişand ser gefên li ser Herêma Kurdistanê û wiha pê de çû:

"Ew her tim rû bi rûyî gefên mezin dibin û cîranên wan ên dijwar hene. Gelek ji wan cîranan êrişî wan dikin.

Bi dîtina min, dê gelekî baş be eger Amerîka li dijî êrişên Îranê pergaleke parastinê bide Herêma Kurdistanê.

Her wiha divê Amerîka hewlên  xwe di xurtkirina bihevrejiyana civakî de bidomîne. Beşeke girîng a vê bihevrejiyanê Herêma Kurdistanê ye.

Lewma gelek rê hene ku hikûmeta Amerîkayê karibe piştgiriyê bide vê yekê. Ji ber wê jî girîng e ku Amerîka piştgiriya Herêma Kurdistanê bidomîne."

Zêdetir girîngîdan

Beşdara bi navê Carice Kamberayê jî hestên xwe yên li ser panelê anîn zimên û got:

"Li gorî nêrîna min konferans gelekî baş bû. Bal kişand ser Herêma Kurdistanê û çawaniya hevkariya herêmê.

Vê panelê kesên gelekî baş anîn cem hev da ku nêrînên xwe bînin ziman, gotûbêjan kûr bikin û zêdetir girîngiyê bidin vê pirsê.

Ez hêvîdar im em karibin gavên baş biavêjin û bexteweriyê ji Kurdistanê re bînin."

Amerîka û paşeroja Kurdan

Beşdarekî din ê bi navê Flint Arthur jî dîtinên xwe bi vî rengî anîn ziman:

"Tiştê ku ez ji vê konferansê fêm dikim ew e ku di nav hikûmeta Amerîkayê û dezgehên wê de hîn jî nezelaliyek heye.

Ev nezelalî li ser nêrîna Amerîkayê ya niha û ya paşerojê ya ji bo Kurdan û Kurdistanê ye.

Amerîka hewl dide biryarê bide ka rojeva wê çi ye. Her wiha hewl dide diyar bike ka doza Kurdan di wê rojevê de heta çi astê cih digire."

Însiyatîfa Aştiya Cîhanî ya Kurdan her sal li Zanîngeha Amerîkayê gelek çalakiyên bi vî rengî li dar dixe.

Armanca van çalakiyan ew e ku girîngî bi pirsgirêka Kurdan were dayîn.

Her wiha ew dixwazin li Zanîngeha Amerîkayê û li Washingtona paytext agahiyên zêdetir li ser Kurdistanê belav bikin.

 

Rudaw

Top