• Wednesday, 14 October 2026
logo

Li Hisîçayê biryara qedexekirina hilgirtina çekan hat bicihanîn

Gulan Media October 14, 2026 Nûçe
Li Hisîçayê biryara qedexekirina hilgirtina çekan hat bicihanîn

Yekîneyên Hêzên Ewlehiya Navxweyî doh li kolanên bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê dest bi belavkirina hêzên xwe kir.

Ev gav di çarçoveya bicihanîna biryara qedexekirina hilgirtina çekan tê avêtin.

Parastina aramiyê

Biryara qedexeyê roja duşemê hat derxistin.

Li gorî biryarê, hilgirtina çekan dê tenê ji bo hêzên ewlehî û leşkerî yên fermî be.

Hêzên fermî jî dikarin tenê di dema bicihanîna erkên xwe de çekan hilgirin.

Armanca vê biryarê bihêzkirina ewlehî û aramiyê, parastina welatiyan û rêlibergirtina tirsandina xelkê ye.

Ev rêkar di çarçoveya hewldanên vegerandina aramiyê ya bajêr de ye.

Beriya niha bi çend rojan li bajêr xwenîşandan û alozî derketibûn.

Gulereşandin bi temamî qedexe ye

Li gorî biryarê, ji bo sivîlan û kesên li derveyî hêzên ewlehiyê hilgirtin û gerandina çekan bi temamî qedexe ye.

Her wiha gulereşandin jî ji ber çi sedemê dibe bila bibe qedexe ye.

Di biryarê de wiha hat gotin:

"Çek tenê di destê dewletê û hêzên ewlehî û leşkerî yên fermî de ne, ew jî tenê di dema bicihanîna erkên fermî de dibe."

 

Rudaw

Top