• Saturday, 07 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî li ser salvegera wefata Dr. Nûredîn Zaza

Gulan Media October 9, 2020 Nûçe
Peyama Serok Barzanî li ser salvegera wefata Dr. Nûredîn Zaza
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 32yemîn salvegera wefata damezrînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Nûredîn Zaza peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Sîh û du sal di ser koça dawî ya têkoşer û xebatkarê Kurd Dr. Nûredîn Zaza re derbas dibe. Nuredîn Zaza damezrênerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriye û Sekreterê Yekemê Partiya Kurdî bû ku li Sûriye dest bi çalakiyên siyasî kir.

Xwedê jêrazî Nûredîn Zaza ji malbateke niştimanperwer û şoreşgerê Kurd bû ku temenê xwe di xebata siyasî û rewşenbîriya bi navê doza rewa ya gelê xwe de serf kir û di wê rêyê de koçberî û zîndaniyê jî dîtiye.

Niha em di demekê de bîranîna xwedê jêrazî Nuredîn Zaza dikin ku paşeroja gelê Kurd li Sûriye rûbirûyê gefên mezin bûye. Pêwîst e bi hewla hemû aliyek û berdewambûna wê xebata siyasî ya Nûredîn Zaza û hevalên wî berd û kevirê binaxe û bingehê bûn, mafê rewa yê gelê Kurd li Sûriye biçespê û dawiya bi êşên Kurd li Sûriye bê anîn.

Di dawiyê de em bîranîna xwedê jêrazî Nûredîn Zaza bi bilind radigrin û hêviya serkeftinê ji bo hemû azadîxwazan û niştimanperwerên gelê Kurd û pêkanîna armancên rêbaza Kurdayetiyê dixwazin.

Mesûd Barzanî

08.10.2020

K24
Top