• Sunday, 11 October 2026
logo

Rewşenbîran daxwaza lêpirsîn û hesabpirsîna ji berpirsiyarên bûyerên li Hesekê kir

Gulan Media October 11, 2026 Nûçe
Rewşenbîran daxwaza lêpirsîn û hesabpirsîna ji berpirsiyarên bûyerên li Hesekê kir

Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê îro der barê bûyerên dawîn ên li bajarê Hesekê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê bi amadebûna komeke rewşenbîran, ji aliyê endama yekitiyê Siba Hisên ve hate xwendin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku parêzgeha Hesekê niha ji ber zêdebûna zimanê nefretê, gotegotan û hewldanên ji bo çandina nakokiyan di navbera civakan de, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ye.

Her wiha hat gotin ku Kurd, Ereb, Suryan-Asûrî û pêkhateyên din li welêt şirîkên hev in û xwediyê çarenûseke hevpar in.  

Rewşenbîran di daxuyaniyê de bang li rayedarên pêwendîdar kir ku lêpirsîneke zelal li ser bûyeran bikin, ji berpirsyaran hesab bipirsin, sivîlan biparêzin, pêşî li bêcezatiyê bigirin û krîzên di şert û mercên jiyanê û xizmetên giştî de çareser bikin.

Daxuyaniyê her wiha banga hevgirtina Kurdan a aştiyane li Sûriyeyê û dîasporayê kir da ku piştgiriyê bidin mafên rewa, nîjadperestiyê red bikin û yekitiyê xurt bikin.

ANHA

 

 

 

Top