• Sunday, 11 October 2026
logo

Serokatiya Herêmê êrîşa li ser Firokxaneya Riyadê şermezar dike

Gulan Media October 11, 2026 Nûçe
Serokatiya Herêmê êrîşa li ser Firokxaneya Riyadê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li paytexta Erebistana Siûdiyê bi tundî şermezar kir û piştevaniya xwe ji bo Şahnişîna Siûdiyê nîşan da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 11ê Cotmehê de di daxuyaniyekê de ragihand: "Em bi tundî wê êrîşê şermezar dikin ku duh şemiyê li ser Firokxaneya Navdewletî  ya Şah Xalid a li Riyada paytexta Şahnişîna Erebistana Siûdiyê pêk hat û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûn qurbanî û birîndar."

Di daxuyaniyê de hevxemî bi gel û desthilatdarên Siûdiyê re hat parvekirin û hat diyarkirin: "Em pirse, sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî serkirdayetî, hikûmet û gelê Şahnişîna Erebistana Siûdiyê û malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hêviya başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dixwazin."

Serokatiya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de tekezî li ser rawestandina aloziyan kir û ragihand: "Em piştevaniyek û hevxemiya xwe bi Şahnişîna Erebistana Siûdiyê re dubare dikin û tekeziyê li ser pêwîstiya parastina canê welatiyên sivîl, rawestandina rageşiyan û herwiha parastina ewlehî, asayîş û aramiya navçeyê dikin."

 

K24

Top