• Sunday, 11 October 2026
logo

ENKS: Em şovenîzmê red dikin

Gulan Media October 11, 2026 Nûçe
ENKS: Em şovenîzmê red dikin

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser aloziyên van demên dawî yên li bajarê Hisîçayê dilgiraniya xwe anî ziman û got, “Em şovenîzmê red dikin.”

ENKSyê daxuyaniyek li ser xwenîşandan û aloziyên li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê belav kir û bal kişand ser bûyerên vê dawiyê.

ENSKyê destnîşan kir ku xwenîşandan bi dirûşmên teşwîqker bi rê ve çûne û ev yek bûye sedema alozî û dilgiraniyê di navbera pêkhateyên herêmê de.

“Em gotinên şovenîst red dikin”

ENKSyê da zanîn ku ew gotinên şovenîst red dikin û ragihand ku divê rola saziyên dewletê bê bihêzkirin û kar û barên îdarî û ewlehiyê bên rêkxistin.

Li gorî ENKSyê, ev yek divê bi rêya bicihanîna cidî ya peymanan pêk were û divê ev gav dûrî ferzkirina siyaseta emrî waqî bin.

bihevrejiyan

ENKS da zanîn pirneteweyî û pirkulturiya li Sûriyeyê wekî stûneke sereke ya yekrêziya civakê dibîne û got:

“Ereb, Kurd, Suryanî-Aşûrî, Ermenî û pêkhateyên din li vê herêmê bi hev re dijîn.”

ENKSyê ji bo parastina pêwendiyên di navbera xelkê de  daxwaza rêzgirtina li taybetmendiyên neteweyî û kulturî kir.

Her wiha ENKSyê xwest ku zimanê diyalogê li herêmê serdest be û berpirsyariya niştimanî li ber çavan bê girtin.

Bangî xelkê Hisîçayê kir

ENKSyê di dawiya daxuyaniyê de bangî xelkê parêzgeha Hisîça û hemû pêkhateyan kir.

ENKSyê xwest ku xelk aram be, xwe bigire û hemû cureyên teşwîqkirina kîn û nefretê red bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku parastina aştiya civakî berpirsyariyeke exlaqî û niştimanî ya hevpar e.

Her wiha hat xwestin ku dewlet ewlehî û aramiyê dabîn bike û mafên welatiyan biparêze.

 

Rudaw

Top