• Sunday, 11 October 2026
logo

Yekemîn Konferansa Akademîsyenên Kurd li Brîtanyayê hat lidarxistin

Gulan Media October 11, 2026 Nûçe
Yekemîn Konferansa Akademîsyenên Kurd li Brîtanyayê hat lidarxistin

Yekemîn Konferansa Salane ya Kurdên Akademîk li Brîtanyayê bi beşdariya xwendekar, lêkoler û akademîsyenên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê li Zanîngeha Başûrê Walesê (University of South Wales) birêve çû. Armanca konferansê nasandina şiyan û destkevtên zanistî, pevguhertina ezmûnan û xurtkirina peywendiyên akademîk ên Kurdan e li Brîtanyayê.

Konferans ji aliyê Komeleya Kurdî ya Kawe ve hat organîzekirin û tê de xwendekarên qonaxên bekeloriyos, master û doktorayê ligel lêkoler û pisporên warên cuda yên akademîk beşdar bûn.

Derhênera fîlmê belgeyî yê "Ew Îşê Min e", wênesaz û xwendekara masterê Binar Serdar derbarê giringiya vê boneyê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev konferans derfeteke giring bû bo komkirina akademîsyenên Kurd û parvekirina ezmûn û zanyariyên wan. Di heman demê de dikare bibe destpêka avakirina toreke bihêz a peywendiyê di navbera nifşên xwendekar û lêkolerên Kurd de li Brîtanyayê."

Di konferansê de mamosteyê Zanîngeha Başûrê Walesê Dr. Mike Chick gotarek pêşkêş kir û serbilindiya xwe bi xwendekarên Kurd anî ziman. Dr. Chick bal kişand ser wê yekê ku xwendekar bi zimanê duyem an sêyem ê xwe lêkolînên zanistî dikin û bawernameyên bilind bi dest dixin, ku ev yek wek destkevtekî mezin û cihê rêzgirtinê bi nav kir.

Yek ji xalên herî berbiçav ên konferansê, beşdariya ciwan û akademîsyenên ji her çar parçeyên Kurdistanê bû. Binar Serdar da zanîn ku tevî cudahiya cihê jidayikbûnê û ezmûnên jiyanê, hemû li ser armanceke hevbeş a zanistî kom bûn.

Binar Serdar tekez kir ku ev pirrengiya di warên xwendinê de nîşan dide ku şiyanên akademîk ên Kurdan tenê bi çend beşan ve sînordar nînin; belkî di warên teknolojî, tenduristî, ziman, perwerde, endezyarî, huner û dîrokê de xwedî rola pêşeng in.

Serdar herwiha got: "Diyasporya Kurdî li Brîtanyayê tenê komek ji malbatan nîne ku li derveyî welat dijîn; belkî civakeke xwedî hêz, xewn û armancên mezin e. Ya herî giring ew e ku ev kesayetên zana hevdu binasin û derfetên sûdwergirtina ji ezmûnên hev peyda bikin, da ku ev potansiyel bibe hêzeke xurt ji bo pêşeroja gelê me."

 

K24

Top