Trump: Me heta hetayê rê li ber çekên nukleer ên Îranê girt
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan “heta hetayê” rê li ber çekên nukleer ên Îranê girtiye.
Donald Trump li eyaleta Tennesseeyê ya Amerîkayê beşdarî mîtîngeke alîgirên Partiya Komarî bû.
Trump got ku heta niha di şerê şerê li dijî Îranê de 18 leşkerên Amerîkayê mirine lê medyaya Amerîkayê radigihîne ku di vî şerî de herî kêm 21 leşkerên Amerîkayê mirine.
Berawirdkirina bi şerên berê re
Serokê Amerîkayê di axaftina de windahiyên leşkerên xwe yên di vî şerî de bi şerên berê yên welatê xwe re berawird kirin û got:
"Em şeş meh in li wir in, belkî nêzîkî heft mehan dibe lê me li Viyetnamê 21 salan û li Afganistanê 11 salan şer kir.
Em li cihên din jî bi salan man. Di wan şeran de bi hezaran leşkerên me mirin lê ew ti carî behsa van nakin."
Trump li ser hejmara leşkerên Amerîkayê yên ku di şerê Îranê de mirine wiha axivî:
"Niha mirina 18 leşkerên me hejmareke gelekî mezin e. Ez naxwazim ti leşkerê xwe winda bikim lê me rê li ber bidestxistina çekên nukleer a ji aliyê wan ve girt.
Ez bawer dikim ku me ev yek heta hetayê asteng kir."
"Ew ciwan li ber avê neçûn"
Trump pesnê leşkerên mirî da û pê de çû:
"Ew ciwan li ber avê neçûn û dê û bavên wan bi wan gelekî serbilind in.
Ev karekî mezin bû çimkî hûn nikarin rê bidin dîn û haran ku bibin xwedî şans.
Hûn ti carî nikarin rê bidin dînekî yan komeke ji dîn û haran ku bibin xwediyê çekên nukleer."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kiribû û Îranê jî bi êrişên bi mûşekan û dronan ên li ser Îsraîl û welatên herêmê bersiv dabû.
Rudaw
