• Saturday, 07 February 2026
logo

Nişteciyên Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media October 7, 2020 Nûçe
Nişteciyên Rojavayê Kurdistanê
Rojavayê Kurdistanê, weke cografya ji Çemê Dicle, ji aliyê rojhilat ve ji sînorê Başûrê Kurdistanê destpê dike, heta Çiyayê Kurmênc, li rojavayê Efrînê, dirêj dike. Ji aliyê başûr ve jî digihêje başûrê bajarê Hesekê.

Sê herêmên Rojavayê hene ew jî; Herêma Cizîrê, Herêma Kobanê û Herêma Efrînê.

Herwiha hejmareke mezin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê, li bajarên Sûriyê dijîn, weke: Şam, Heleb, Reqa, Minbic, Hims û Hema. Kurdên Hemayê jî bi eslê xwe Kurdên herêma Kobanî ne, Berazî ne, berî nêzîkî 300 sal li wê derê bi cî bûne.

Li ser asta Sûriyê, gelê Kurd %15 ji tevaya nişteciyên wî welatî pêk tînin.

Hejamra wan bêhtirî 3 milyon kes in, li hersê herêmên Cizîrê, Kabanê û Efrînê û li bajarên din jî dijîn.

Herêma Cizîrê

Herêma Cizîrê li bakur û rojhilatê Sûriyê ye, li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye.

Dirêjahiya wê ji Çemê Dicle, heta rojavayê Serê Kanî ye, nêzîkî 300 kîlometre ne. Ji aliyê başûrê ve jî, ber bi Hesekê kûrahiya Herêma Cizîrê 80 kîlometre ye.

Bajarên wê yên sereke: Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Dirbêsiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Til Temir in. Ferehiya wê nêzîkî 4 hezar kîlometre çargoşe ye.

Kurd pêkhateya sereke ne, li Cizîrê, ku nêzîkî milyon û nîv Kurd lê hebûn, lê bêhtirî 500 hezar kes ji wan, bi ji ber krîza Sûriyê û berî wê jî ji bo debara jiyanê, koçberî derve bûne. Niha kêmtirî milyonek Kurd li wê herêmê mane, ew jî bi rêjeya 60% ji tevaya nişteciyên Herêma Cizîrê pêk tînin.

Ji destpêka salên 70êyan ve, bi taybetî di projeya (Zinara Erebî) û erebkirinê de, bi fermî û eşkere hikûmeta Sûriyê dest bi plana guhertina demografîk li wê herêmê kir, bi qasî ji %30 li wê herêmê Ereb hatin bicihkirin. %10 jî pêkhateyên Siryan, Aşûrî, Kildan û Ermen hene.

Herêma Kobanî

Herêma Kobanî jî li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Cizîra Rojavayê Kurdistanê ye. Ji Girê Spî destpê dike heta bi rojhilatê bajarê Cerablusê, nêzîkî 80 kîlometrî dirêj e. Bêhtirî 35 kîlometreyan kûr e, ber bi başûr ve. Rûberê wê zêdetirî 3 hezar kîlometre çargoşe ye.

Hejmara giştî ya nişteciyên wê herêmê, tevî bajar û 360 gundên ser bi Kobanê ve, bi nêzîkî 500 hezar kesî tê texmînkirin, hemû Kurd in.

Di destpêka damezrandina bajarê Kobanê de, li kêleka Kurdan, bi dehan malbatên Ermen jî hebûn, hinek ji wan vegeriyan Ermenistanê, çend mal hîn mane, çend malên Tirkmen û Ereb jî hebûn, ew weke karmendên hikûmetê bûn.

Herêma Efrînê

Herêma Efrînê Weke Çiyayê Kurmênc jî tê naskirin. Ji rojhilat heta rojava 55 kîlometreyan pahn e. Ji bakur heta başûr jî 75 kîlometreyan dirêj e. Rûberê wê derdora 4 hezar kîlometre çargoşe ye, yanî bi qasî %2 ji rûberê Sûriyê. 7 nahiye ser bi Erfrînê ve hene.

Hejmara nişteciyên wê herêmê, bêhtirî 800 hezar kes bû. %95 ji wan Kurd bûn, lê ji ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, roja 20ê meha 1ê sala 2018an, ew hejmar gelekî kêmtir bû, bi taybetî piştî ku bêhtirî 300 hezar Kurdên Efrînê ji ber wê êrîşê koçber bûn û li şûna wan jî, nêzîkî 250 hezar koçberên hawirdekirî ji Xûteya Şamê û Idlibê hatine bicihkirin.

Rudaw
Top