• Sunday, 11 October 2026
logo

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

Gulan Media October 11, 2026 Civakî
Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistan, jina têkoşer çalakvaneke bêwestan, Munîra Qeftan, jiyana xwe wekî mînak bi kar anî da ku qalibên civakî bişkîne û bi hezaran zarokên kurd ji baxçeyên zarokan ên Silêmaniyê bigire heya lûtkeyên çiyayên Şarbajêr perwerde bike.

Di demekê de ku ferzkirina ebareş û edetên gelêrî astengiyeke dijwar bû li pêşiya azadiya jinan, jinek ji dilê Silêmaniyê bi wêrekî derket holê; Wê ne tenê ebayê tirsê çirand, lê di heman demê de bû yekem mamosteya jin li Şarbajêr û çiraya perwerdeyê pêxist. Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistan, jina têkoşer çalakvaneke bêwestan, Munîra Qeftan, jiyana xwe wekî mînak bi kar anî da ku qalibên civakî bişkîne û bi hezaran zarokên Kurd ji baxçeyên zarokan ên Silêmaniyê bigire heya lûtkeyên çiyayên Şarbajêr perwerde bike.

Ji malbateke welatparêz bo pêta agirê Newroza 1960’an

Munîre Qeftan di sala 1921’an de li Silêmaniyê ji dayik bû û di malbateke rewşenbîr a navdar de mezin bû. Bavê wê, Salih Qeftan, kesayetiyek siyasî yê navdar yê serdema xwe bû, ku giyanek welatparêzî di kesayeta keça xwe Munîre de çand.

Newroz a 1960’an wekî xalek werçerxê di rûpelên dîroka hemdem a Silêmaniyê de hatiye tomarkirin. Bi gaveke bêhempa û wêrek, Munîre Qeftan bêyî ku ebayê reş li xwe bike derket pêşiya girseyê û meşaleya Newrozê pêxist. Ev kiryar ne tenê rêwresmek bû; belkû, ew peyamek zelal bû ji bo dijberiya kevneşopiyên muhafezekar û bangek ji bo rizgariya civak û jinên Kurd.

Girtiya siyasî û serokatiya Yekîtiya Jinên Kurdistan

Eleqeya Munire ya ji bo azadî û welatparêziyê, bedeleke giran da. Ji ber beşdarbûna wê ya çalak di xwepêşandana dîrokî ya li dijî paşatiyê de li Silêmaniyê, di sala 1948’an de ji aliyê desthilatdaran ve hate girtin û şeş mehan sirgûnî Beledrûzê hate kirin.

Li gel zext û çavdêriya ewlehiyê ya tund, Munire dev ji têkoşînê berneda. Ji sala 1942’an vir ve di nav refên Komeleya Jinên Kurdistanê de xebitî û di sala 1952’yan de yek ji damezrînerên sereke yên Yekîtiya Jinên Kurdistanê bû.

Ji ber jêhatîbûna xwe û kesayeta xwe a bi bandor, di sala 1959’an de, ew wekî Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate hilbijartin.

Mamostetiya li çiyayan û berdewamiya têkoşîna veşartî

Di dema Şoreşa Îlonê (1971-1975) de, dema ku deverên çiyayî yên Kurdistanê hatin rizgarkirin, Munîre Xan cihê aram yê bajar û polên asayî terikand, li deverên dijwar û çiyayî yên Şarbajêr wekî mamoste ders da.

Piştî hilweşîna şoreşê di sala 1975’an de, dema ku bêhêvîtî li herêmê belav bûbû, Munîre Xan rêxistinên xwe yên veşartî bi YNK’ê re domand û heta Raperîna Mezin ya 1991’an di têkoşîna veşartî de kesayetek bi bandor ma. Di sala 1992’yan de, ji bo rêzgirtina li têkoşîna xwe ya jiyanî, beşdarî kongreya yekem a YNK’ê bû.

Di dawiyê de, di 29’ê Adara 2009’an de, piştî 88 salan jiyanek tijî serwerî, perwerdekirina bi hezaran xwendekaran û dayîna her şiyanek ji bo rizgariya jin û neteweya xwe, Munîra Salih Qeftan koça dawî kir û li Goristana Girê Seywan ya Silêmaniyê hate veşartin.

Navê Munîre Qeftan wekî pêşenga têkoşînê, mamosteya yekem a Şarbajêr û jina ku ebayê reş yê tirsê çirand, dê her tim mezin û zindî di rûpelên zêrîn yên dîroka Kurdistanê de bimîne.
Ji Rojnewsê hatiye girtin

 

Diyarname

Top