• Sunday, 11 October 2026
logo

Serokê Êla Tey: Pêwîst e her kes li dijî fitneya Kurdî-Erebî derkeve

Gulan Media October 11, 2026 Nûçe
Serokê Êla Tey: Pêwîst e her kes li dijî fitneya Kurdî-Erebî derkeve

Serokê Encûmena Êla Tey, Hesen Tayî bang li hemû pêkhateyên parêzgeha Hesekê kir ku li dijî hewldanên derxistina fitneyê hişyar bin û tekez kir ku parastina aramiya civakî erkê her kesî ye. 

Serokê Encûmena Êla Tey, Hesen Tayî di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em di serdemeke hestiyar re derbas dibin, bi taybetî dema kesek bibêje ez Kurd im, Ereb im an jî Xiristiyan im. Em hemû serbilind in bi ol û neteweya xwe, lê ya me hemûyan bi hev ve girê dide welatê Sûriyeyê ye û dîrok me li ba hev kom dike."

Tayî bang li rîspî, kesayetiyên naskirî û rewşenbîrên herêmê kir ku xwedî li pirrengiya Cizîrê derkevin û got: "Ji serokêl, rîspî, rewşenbîr û mirovên zana yên ku ji herêma Cizîrê û pirrengiya wê hez dikin tê xwestin ku rewşê aram bikin. Xwepêşandan mafekî demokratîk e, lê belê nabe ku ev yek bibe sedema rûbirûbûna Kurd û Ereban li hemberî hev. Ev karekî pir xeternak e, bi taybetî di vê demê de ku medyaya civakî bûye qada geşkirina aloziyan di navbera her du aliyan de."

Ev banga Serokê Êla Tey piştî wê yekê tê ku şeva 8ê Cotmehê, bajarê Hesekê rûbirûyî aloziyeke giran bû û di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de hejmarek welatî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên herêmî, piştî ku di dema merasîma bilindkirina alayê de li "Qada Aştiyê" ya navenda bajarê Hesekê hejmarek kesan tabloya danasînê ya qadê (ku bi çend zimanan hatibû nivîsandin) û kamerayên çavdêriyê şikandin û êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin, alozî rû da. Dîmenên vîdyoyî nîşan dan ku di wê çalakiyê de hin beşdaran dirûşmên li dijî Kurdan berz kirine, ku vê yekê karvedan û hêrseke mezin di nava xelkê Kurd de çêkir.

Wek bertekê jî, komek ji ciwanên Kurd li hemberî xwenîşandanên berê yên niştecihên taxa Xiwêranê daketin kolanan. Dema ku xwenîşander ber bi avahiya Qesra Edaletê ve diçûn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo belavkirina komê gule bi hewayê de berdan û di encamê de çend kes birîndar bûn.

 

K24

Top