Dr. Yûsif Hesen Mamosteyê Zankoyê li Hewlêrê: Parçebûna siyasî û serdestiya partîtiyê weke vîrusekê laşê diyasporaya Kurdî lawaz kiriye
Têgeha diyasporayê, yan "nasyonalîzma derveyî sînor", yek ji wan rehendên
(aliyên) herî zindî yên doza Kurd e ku di dema niha de pêwîstiya wê bi têramîn
(hizirkirin) û dubare dariştineke felsefî û siyasî heye. Diyasporaya Kurd ne
tenê koçkirineke fîzîkî û bicihhîştina cografyayê ye, belku veguhestina laş e bo
derveyî welat di demekê de ku ruh, nasname û kultur di nava dilê niştiman de
nemir dimînin. Ev qad her çiqas di rûyê derve de li derveyî sînorên Kurdistanê
ye, lê di binyata xwe de çeperekî pêşiyê ye ji bo parastina destkeftên neteweyî
û navendeke biryarder e ji bo dariştina gotara Kurdî di asta navdewletî de.
Pirsa cewherî li vir ev e:
Gelo ev qada teorîk dikare ji rewşeke parçebûyî veguhere bo hêzeke sîstematîk û
aktîv li ser erdê? Heger em li dîroka nêzîk binêrin, em ê bibînin ku diyasporaya
Kurd weke "dengê duyem ê niştiman" roleke dîrokî lîstiye. Di kêliyên herî dijwar
de, vê hêzê kariye fişareke bêwêne bixe ser navendên biryarder ên cîhanî ji bo
parastina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê û gihandina dengê mezlûmiyeta
gelê xwe. Ji aliyekî din ve, piştgiriyên darayî û mirovî yên derveyî welat di
dema qeyranan de, weke dînamoyekê ji bo berxwedana navxweyî kar kiriye, lê tevî
van serkeftinan, bandora diyasporayê gelek caran bi awayekî qutbûyî (bipçir) û
demkî maye û nebûye hêzeke dezgehî ku bikaribe rêrewa biryarên siyasî yên
navxweyî ber bi arasteyeke neteweyî ve rast bike.
Yek ji mezintirîn astengên ku li pêşiya veguherîna diyasporayê bo hêzeke
bibandor rêgir e, veguhestina nexweşiyên navxweyî ye bo derveyî welat. Parçebûna
siyasî û serdestiya (hegemonyaya) partîtiyê, weke vîrusekê laşê diyasporaya
Kurdî lawaz kiriye. Di demekê de ku Kurdên diyasporayê di nava jîngeheke
demokratîk û aram de dijîn ku dikare bibe mînakek ji bo navxwe, lê gelek caran
dibin paşkoyê kêşeyên siyasî yên navxweyî û li ser îdeolojiyên partiyan têne
dabeşkirin. Vê yekê jî kiriye ku nêrîna wan ji bo pirsên neteweyî, li şûna ku
serbixwe û pêşeng be, bikeve jêr bandora berjewendiyên partîtî yên teng. Hemdem,
nebûna çarçoveyeke yasayî û fermî ji bo beşdariya diyasporayê di biryarên
çarenivîssaz de, kêşeyeke din e. Niştiman tenê di dema tengavî û qeyranan de xwe
dispêre derveyî welat, lê di dema aramî û dabeşkirina desthilatê de, ev hêz tê
piştguhkirin (feramoşkirin). Ji bo ku diyaspora bibe hêzeke bibandor, pêwîst e
ji bin sîwana partîtî û navçeyî were rizgarkirin û gotareke siyasî ya serbixwe
ya neteweyî pêk bîne. Pêwîst e diyaspora weke lobiyeke yekgirtî kar bike ku
berjewendiya giştî ya gelê xwe bixe ser hemû girêdanên (întîmayên) alîkî.
Di dawiyê de, diyasporaya Kurd xwediyê derfet û îmkaneke bêwêne ye ji bo
derbaskirina sînorên cografî û bûna bi bizwênerê guhertinên mezin. Heger ev hêz
bikaribe xwe ji destwerdana hewalgiriya (îstîxbarata) welatên dagirker û
milmilaniya (hevrikiya) partîtiyê biparêze, dikare weke hêzeke fişarê ne tenê li
derve, belku li ser asta navxweyî jî bibe parêzvanê rasteqîn ê doza Kurd. Divê
diyaspora ji "berteka demkî" veguhere "kriyara berdewam", da ku bikaribe
rastiyên siyasî di berjewendiya neteweya xwe de biguherîne.
