D. Ehmed Mihemed Ebdo, profesorê harîkar yê peywendiyên navdewletî li Zankoya Dihokê: Dîplomasiya diyasporayê kêşeya kurdî ji çarçoveyê emnî derdêxit û wek pirseka siyasî û nasnameyî pênase diket
D. Ehmed Mihemed Ebdo, profesorê harîkar yê peywendiyên navdewletî û berpirsê
yekeya xwendina bilind li Kolêja Zanistên Siyasî li Zankoya Dihokê, di gotûbêja
«Rolê diyasporaya kurdî ji derveyî fezayê nîştimanî bo bilindkirna nasyonelîzmê»
da dîtin û pêşniyarên xwe diyar kirin.
Li destpêkê destxweşiyê li pişkê rewşenbîrî û ragehandinê ya Partî Dîmokratî
Kurdistan dikeyîn bo rêkxistina vê danûstandina ast bilind li ser pirsa
«Diyaspora kurd û nasyonelîzmê» ku êke ji pirsên gelek giring û fire-rehend,
lewma pêdviye bi şêweyekê zanistî hemî eger û hûrkariyên babetê navbirî bihêne
destnîşankirin û pêşkêşkirin.
Kêşeya kurdî li Îraq û Sûriyê bi şêweyekê zêdetir peywendî bi têkelbûnên siyasî
û emnî yên herêmî û navdewletîve heye, bi taybetî demê ku di hindek gotaran da
ew bi tîror, ne-aramî û koçkirnêve dihête girêdan. Ev têgehiştin dişên kargeriyê
li ser wêneya kêşeya kurdî li ber destê dewlet û komelgeyên wergirên diyasporaya
kurdî biken, û herwesa li ser rengê serederîkirna wan digel daxwazî û çalakiyên
kurdî kargeriyê biken. Jiber vê çendê, ev pêşkêşkirne li ser rola dîplomasiya
diyasporaya kurdî ya nefermî dijî van têgehiştinan û pêşkêşkirna dubare ya
kêşeyê wek kêşeyeka siyasî, nasnameyî û mafdar lêkolînê diket.
Pirsa serekî: Ta çi radeyek dîplomasiya diyasporaya kurdî ya nefermî dikarit
dijî emniyekirna kêşeya kurdî rabwestît û kêşeya kurdî wek kêşeyeka siyasî,
nasnameyî û mafdar dubare pêşkêş biket? Ev pêşkêşkirne pişta xwe bi mîtoda
şirovekarî girê didet, û şirovekirna gotar, axaftin, beyanname û helwêstên
siyasî, ji bilî şeş çavpêkeftinên rêkxistî digel akademî, vekoler û çalakên
diyaspora. Eve jî li ser binemayê tîyoriya emniyekirnê û kompleksa emnî ya
herêmî hatiye encamdan.
Tora êkê: Emniyekirna kêşeya kurdî û çêkirna wêneya gefê:
Emniyekirin di rewşa kurdî da derkeftî demê daxwaziyên girêdayî nasname, mafên
siyasî, neteweyî û keltorî bi çemkên tîror, emniya dewletê, yekparçeyiya axê,
emniya sinoran û ne-aramiyêve dihêne girêdan. Ev proseye bi şêweyekê ron li
hindek gotarên fermî yên Tirkiyê û Îranê derkeftî, li êre ku Herêma Kurdistana
Îraq û Rojava bi hindek gropên kurdîve dihêne girêdan, ew gropên ku ev dewlete
wek gropên tîrorîstî yan gefek bo ser emniya neteweyî pênase diken. Li rewşa
Tirkiyê, hindek grop wek PKK û PYD û YPG di gotara fermî da bi babetên tîror,
emniya neteweyî û yekparçeyiya axêve dihêne girêdan, herwesa pêşkeftinên Rojava
jî ji dîdgeheka emnîve dihêne têgehiştin, ku peywendî bi emniya sinoran û
seqamgîriya herêmîve heye. Li rewşa Îranê jî, dezgehên îranî hindek gropên kurdî
yên opozisyonê yên li Herêma Kurdistana Îraq hene, bi metirsiyên peywendîdar bi
emniya neteweyî û emniya sinoranve girê diden û digel wan di nav çwarçoveyeka
emnî da serederiyê diken, ku peywendî bi seqamgîriya navxweyî û herêmîve heye.
Ev gotare ne tenê li ser tîror û emniya neteweyî dimînit, belku dişît digel
ne-aramî û koçkirna mirovan berev Ewropa jî bihête girêdan. Demê şerên herêmî û
kêşeya kurdî bi ne-aramî û koçkirnêve dihêne girêdan, ev têgehiştin dişên berev
jîngeha ewropî jî bihêne veguhestin, û dişên kargeriyê li ser wêneya kêşeya
kurdî li ber destê hindek dezgeh û komelgeyên wergir biken.
Li vêrê giringiya cudakirna navbera kêşeya kurdî wek kêşeyeka nasnameyî, mafên
siyasî, neteweyî û keltorî û gropên çekdar yên ku hindek dewlet wek gefeka emnî
yan tîrorîstî pênase diken derkeftî. Jêrnavkirna herdû layenan dişît çarçoveya
emnî berev kêşe, komelge û nasnameya kurdî bi şêweyekê berfirehtir bibet. Ev
babete jî bi hebûna hevijiyeheka (hevdjiyeka) giring di nav jîngeha herêmî da
alozitir dibit; jiber ku hindek layenên kurdî pişkdarên şerê dijî DAIŞ û tîrorê
bûn, li heman demî da hindek dewletên herêmî hindek layenên kurdî wek gefeka
emnî dibînin. Jiber vê çendê, kargeriya emniyekirnê ne tenê li warê emnî
dimînit, belku dişît berev warên siyasî û dîplomasî jî ve biçit û kargeriyê li
ser rengê têgehiştina kêşeya kurdî li welatên wergir biket.
Tora duyê: Dîplomasiya diyasporayê û pêşkêşkirna dubare ya kêşeya kurdî
Dijî van têgehiştinan, dîplomasiya diyasporaya kurdî ya nefermî dişît rolekê di
dubare rêkxistina pêşkêşkirna kêşeya kurdî da bibînit, bi rêya cudakirna wê ji
çarçoveya emnî ya giştî û girêdana wê bi şêweyekê rontir bi nasname, mafên
siyasî, keltorî û neteweyîve. Eve ji pêşxistina gotareka kurdî ya rêkxistî û
piştrastkirî dest pê diket, ku di navbera daxwaziyên siyasî û mafdar û gropên
çekdar da cudahî biket û kêşeya kurdî bo dezgehên siyasî, akademî û mîdyayî yên
welatên wergir ron biket. Herwesa diyaspora dikarit zanko, navendên vekolînê,
perleman, mîdya û rêkxistinên civaka medenî wek kenalên peywendiyê bi kar bînit,
bi rêya kongre, sêmînar, perên siyasetê, vekolîn û beyannameyên piştrastkirî.
Mebest ne tenê gehandina helwêsta kurdî ye, belku kargêrîkirne li ser wê
çarçoveya ku kêşeya kurdî têda dihête têgehiştin.
Dîplomasiya diyasporayê herwesa pêdvî bi bihêzkirna layenê zanistî û zanyariyê
heye, bi rêya dabînkirna zanyarî û datayan li ser dîroka kêşeya kurdî, rewşa
siyasî, keltorî û civakî yê kurdan, û babetên qurbaniyan, û bêserûşîn,
dadperwerî û berpirsyaretî (dadperweriya guhorînê) piştî rêkxirawê DAIŞê yê
tîrorîst da ev zanyarî bihêne bikarînan bo rûbirûbûna wênesaziyên nerênî û
têgehiştinên ku kêşeya kurdî tenê bi layenê emnîve girê diden. Di heman demê da,
parastina nasnameya kurdî li diyaspora pişkeka serekî ya vê dîplomasiyetê ye, bi
rêya parastina ziman, keltor, çalakiyên civakî û bîrewereya civakî, bi taybetî
li nav nifşê duyê û siyêm.
Digel hebûna van şiyanan, data û encamên vekolînê nîşan diden ku dîplomasiya
diyasporaya kurdî hêşta negehiştiye astê pêdvî di berhingarbûna emniyekirnê û
kargêrîkirna berdewam li jîngeha navdewletî da. Vê peywendî bi astengên
navxweyîve heye, wek cudahiyên siyasî û hizbî, zêdebûna destpêşxeriyan, kêmûbûna
hemahengî û cudahiya gotaran. Herwesa diyaspora di welatên wergir da digel
astengên dî rûbirû dibit, wek cudahiya berjewendî û siyasetan li beramber kêşeya
kurdî, sinordariyên yasayî û siyasî, û hestiyariya peywendîdar bi tîror,
koçkirin û emniyê, jiber vê çendê.
Ji bo rûberûbûna van astengan, dîplomasiya diyasporaya kurdî pêdvî bi pêşxistinê
û gorîna şêwazê xwe heye; ji dîplomasiyeka demkî, ku li ser binemayê bersivdanê
wek kardaneweyeka destbicî bo rûdawane, bo bersivdanê berev dîplomasiyeka
damezraweyî, pêşeng û berdewam biguhorît, ku bikarit zanyariyan pêşkêş biket û
peywendiyan digel dezgehên welatên wergir ava biket, ber li wî demê ku
têgehiştinên emnî bibine sinordarî yan helwêstên siyasî yên bizahmettir.
Kotayî
Ev pêşkêşkirne nîşan didet ku emniyekirna kêşeya kurdî ne tenê bi gotar û
siyasetên emnî yên Tirkiyê û Îranêve sinordare, belku dikarit kargeriyên wê
berev jîngeha navdewletî jî biçin, demê kêşeya kurdî bi tîror, ne-aramî û
koçkirnêve dihête girêdan. Veguhestina van têgehiştinan dişît kargeriyê li ser
wêneya kêşeya kurdî li ber destê hindek dewlet û komelgeyên wergir biket. Li
beramber vê çendê, dîplomasiya diyasporayê ya nefermî amrazeka giringe bo
pêşkêşkirna dubare ya kêşeya kurdî di nav çarçoveyeka siyasî, nasnameyî û mafdar
da, digel cudakirna navbera kêşeya kurdî û gropên çekdar yên ku peywendîdar bi
guftûgoya emnî ne. Vekolîn nîşan didet ku diyasporayê şiyan hene, lê digel
astengên navxweyî û derekî rûbirûye, ku sinoran li ser şiyana wê didanîn bo
karkirna berdewam û rêkxistî. Jiber vê çendê, pêşxistina dîplomasiya diyasporayê
pêdvî bi guhorîna destpêşxeriyên cuda û bersivdanê berev stratîjiyeka
damezraweyî heye, ku li ser hemahengî, zanîn û zanyariyên piştrastkirî ava
bibit. Bi vê rêyê, parastina nasname û netewatiya kurdî ne tenê bi parastina
keltor û zimanîve girêdayiye, belku peywendî bi şiyana diyasporayê jî ve heye bo
avakirna hebûneka siyasî, civakî û zanistî ya berdewam li welatên wergir.
Pêşniyar
Êk: Avakirna stratîjiyeka yekgirtî û pêşeng bo dîplomasiya diyasporayê Pêdviye
stratîjiyeka demdirêj bo dîplomasiya diyasporaya kurdî bihête danan, ku li ser
pêşkêşkirna kêşeya kurdî wek kêşeyeka siyasî, nasnameyî û mafdar ava bibit,
digel cudakirna ron di navbera kêşeya kurdî û wan babet û gropan da yên ku di
çarçoveya emnî da dihêne danan. Herwesa pêdviye mîkanîzmek bihête danan bo
çavdêrîkirna pêşkeftinên siyasî û emnî yên peywendîdar bi kêşeya kurdî li
welatên wergir, da ku rêkxistinên diyaspora bikarin zû bilivin û berî ku qeyran
bo têgehiştinên nêgetîv bête guhartin, helwêst û zanyariyên pêdvî amade biken.
Du: Avakirna toreka damezraweyî bo hemahengî û peywendiya navdewletî Pêdviye
toreka hemahengiyê di navbera rêkxistin û komelên kurdî li welatên wergir da
bihête avakirin, û ev rêkxistin bi zanko, navendên vekolînê, perleman, mîdya û
rêkxistinên civaka medenîve bihêne girêdan, da ku bo yekkirna bizavan û kêmkirna
pertewazebûna destpêşxerî û gotaran harîkar bit. Herwesa ev tore dikarit kenalên
berdewam bo peywendiyê digel dezgehên ewropî û navdewletî di warên maf,
dadperwerî û berpirsyaretiyê da ava biket, da ku çalakiya diyasporayê ne tenê bi
bersivdanê bo qeyranan sinordar bimînit, belku bibite hebûneka damezraweyî û
berdewam.
Sê: Damezrandina navendeka vekolîna diyasporaya kurdî û piştgiriya dîplomasiyê
bi zanîn Vekolîn pêşniyar diket ku navendeka taybet bo vekolîna diyasporaya
kurdî li Zankoya Dihok bihête damezrandin, ku bibite pileyeka peywendiyê di
navbera vekolîna zanistî û dîplomasiya diyasporayê da, û bo vekoler, rêkxistin û
çalakvanên civakî, û zanyarî û encamên vekolînê piştrastkirî li ser rewşa
diyaspora, gotar û têgehiştinên peywendîdar bi kêşeya kurdî li welatên wergir
dabîn biket. Navend dikarit binkedatayan, vekolîn, perên siyasetê û dosiyeyên
zanyariyê amade biket, ku dikarin di kongre, sêmînar û kobûnên digel dezgehên
siyasî, akademî, mîdyayî û navdewletî da bihêne bikarînan, bi şêweyekê ku
harîkar bit bo guhorîna dîplomasiya diyasporayê ji dîplomasiyeka piştbestî bi
bersivdanê berev dîplomasiyeka piştbestî bi zanîn, data û karkirna pêşeng.
Çar: Destpêkirna programeka «Sefîrên zanîn û peywendiyên kurdî» bo nuxbeya kurdî
ya diyasporayê Vekolîn pêşniyar diket ku Hikumeta Herêma Kurdistanê programeka
berdewam bo helbijartina nuxbeya kurdî ya diyasporayê dest pê biket, ji wan
mamostayên zankoyên cîhanî, kesên xwedan xelatên zanistî û navdewletî, dahêner,
lêkoler û pisporên wariyên cuda cuda, û rolekê bo wan dabîn biket di veguhestina
zanînê û çêkirna pirên peywendiyê li gel komelge û dezgehên welatên wergir.
Mebest ji vî programî ewe ku van nuxbeyan bikete toreka berdewam ji (Sefîrên
zanîn û peywendiyên kurdî), ku pişkdariyê di bihêzkirna nasname, çand û zimanê
kurdî da biket, û herwesa peywendiyê di navbera kesatiyên kurd yên cîhanî û
dezgehên zanistî, çandî û civakî li Kurdistanê da çê biket.
Pêşniyara serekî ya pêşkêşkirnê Pêşniyara serekî ya vê pêşkêşkirnê avakirna
zincîreyeka damezraweyî û hemaheng di navbera vekolîna zanistî, dezgehên
diyaspora û komelgeya welatê wergire, bi şêweyekê ku navenda vekolînê zanîn û
datayan berhem bînit, tora diyasporayê van zanyariyan dikete peyam û amrazên
dîplomasiyê, û dezgehên akademî û siyasî yên welatên wergir warê guftûgo û
peywendiyê dabîn diken. Bi vê rêyê dikarit dîplomasiya diyasporayê bi şêweyekê
rêkxistîtir û pêşengtir bihête avakirin û bikarit dijî emniyekirnê kar biket û
nasname, netewayetî û kêşeya kurdî bi şêweyekê zanistî, siyasî û berdewam
biparêzit.
