• Saturday, 10 October 2026
logo

Dr. Celal Ehmed, endamê Xeleka Gotûbêjê: Di vî serdemî de, înternet baştirîn çek û mîkanîzma neteweyên bêdewlet e ji bo xwenasandina bi cîhan û civaka navdewletî re

Gulan Media October 10, 2026 Raport
Dr. Celal Ehmed, endamê Xeleka Gotûbêjê: Di vî serdemî de, înternet baştirîn çek û mîkanîzma neteweyên bêdewlet e ji bo xwenasandina bi cîhan û civaka navdewletî re

 

 

Dr. Celal Ehmed, endamê Xeleka Gotûbêjê ya Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya
Partiya Demokrata Kurdistanê ye û civaknas û mamoste ye li Zankoya Selaheddîn -
Hewlêrê. Di gotûbêja vê carê ya «Xeleka Gotûbêjê» de li ser babetê (Rola
diyasporaya Kurdî di qada derveyî niştiman de ji bo pêşxistina nasyonalîzmê),
nêrînên xwe bi vî awayî anîn ziman:

Diyasporaya Kurd zêdetirî sedsalekê ye yek ji girîngtirîn hêzên piştevan ên
nasyonalîzma Kurdî ye, her çend kêm an zêde qadek bûye ji bo berdewamîdana
milmilaneyên navxweyî yên niştiman jî. Eger em di dîroka xwe de kûr bibin û li
teza «Benedict Anderson» a derbarê civaka xeyalî (Imagined Communities) û
nasyonalîzma ji dûr ve (Long-distance nationalism) binêrin, em dibînin ku
destpêka xebata medenî ya Kurdan di warê çapemenî û avabûna tevgerên rizgarixwaz
de, ji diyasporayê dest pê kiriye. Bo nimûne; rojnameya Kurdistan li Qahîreyê,
avabûna rêxistina Xoybûn li Lubnanê û kovara Hawar li Şamê û hwd. Nexwe, qadek
ji bo xwe-rêxistinkirin, xebata medenî û nivîsîna azadane, ji diyasporayê û li
derveyî desthilatên dagirker ên Kurdistanê dest pê kiriye.

Paşê, tevî çend pêlên koçberiyê yên giran ji salên şêst û heftêyan ve ji Bakur
ber bi Almanyayê ve, penaberbûna bi hezaran kesan ji Başûr bo Îran û welatên din
piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, Şerê Iraq û Îranê û ji ber destpêkirina şoreşê ku
Enfal û kîmyabarankirin ji bilî jinavbirina bi hezaran kesan pêk anî, beşek ji
wan Kurdên ku rizgar bûn neçar man berê xwe bidin derveyî welat (Henderan). Ev
jî ji bilî wê yekê ye ku ji ber Koçrewa sala 1991ê bi hezaran kes venegeriyan û
ji wir berê xwe dan welatên din. Şerê PKKê digel dewleta Tirkiyeyê, wêrankirina
hejmareke zêde ya gundan bi xwe re anî û di şerê DAIŞê de jî hejmareke zêde ya
Kurdan, bi taybetî Êzidiyan, berê xwe dan welatên Rojava û neçar man li wir bi
cih bibin. Ev rûdan ne tenê guhertina cihan bûn, belkî tûrik û dîrokek ji
çewisandin û derbederbûnê bûn, ku tu caran wisa bê bertek û bê encam namîne.
Kurd, bi taybet ew nifşê ku bi xwe bûye şahidê rûdan û karesatan, amadebûna
xwesazkirin û xeyalkirina vegera bo niştiman, ji karên wan ên sereke bû. Di vê
navberê de rabûn ser pêyan ji bo avakirina çendîn sazî û enstîtuyên çandî,
rêxistinên medenî, navendên edebî û çapemeniyê û weşandina kovar û pirtûkan; ev
û ji bilî avakirin û karkirina navendên ragihandin û medyayê, ku karîbûn bibin
pirek ji bo komkirina Kurdan li diyasporayê. Ev hemû hevdem ligel teza «Benedict
Anderson» dikarin bibin kaniya nasyonalîzma ji dûr ve, bi taybetî ji bo Kurdan,
ku karîbûye kêm an zêde di rûyê siyasî de zext û lobiyê pê bikin. Di nêrîna
«Anderson» de, nasyonalîzma ji dûr ve, an jî civaka xeyalî wek binyadeke civakî,
dikare bibe mîkanîzmek ji bo çalakkirina hesteke hevpar di hiş û zêhnê mirovan
de. Ev jî li ser wê bingehê ye ku her çend bi awayekî fîzîkî hev nabînin û
nagihin hev jî, û ji ber wê yekê nas û agahdarê hev nînin, lê di xeyaldan, zêhn
û paşxaneya her yekê ji wan de hesteke hevpar heye, bi wê yekê ku hemû ser bi
yek neteweyê ve ne û xwedî yek çarenûsê ne.

Nexwe palpişt bi teza Anderson a di vî warî de, em dikarin bibêjin: Di vî
serdemî de û hevdem digel belavbûna înternetê û hejmareke zêde ya platform û
sekoyên medyayî, proseya binyadnana netewe û civakeke siyasî ya xeyalî asantir
bûye. Niha bûyer û nûçe, wêne û raman gelek bi lez bi riya înternetê li her
quncik û deriyekî belav dibin, sînorên jeosiyasî yên çêkirî nirxeke wan a wisa
nemaye. Di vî serdemî de, înternet baştirîn çek û mîkanîzma neteweyên bêdewlet e
ji bo xwenasandina bi cîhan û civaka navdewletî re. Di vî warî de, revenda
(diyasporaya) Kurdî bi riya xwedîderketina li ziman û çend aliyên çandî û
Kurdbûnê, hevdem bi girîngîpêdana sembol, efsane û dîrokê ve, ruhiyateke
neteweyî û mînaka civakeke siyasî ya xeyalî di qada înternetê de nîşan didin. Ev
jî wekî regezeke sereke, baştirîn kereste ne ji bo binyadnana netewe û
nasnameyeke neteweyî ya hevpar, eger bi xeyalî jî be. Bi wî wateyî, binyadnana
neteweyê di vî serdemê dîjîtal û serdestiya medyaya civakî de, pêwîstî bi
amadebûna fîzîkî ya endaman li cem hev tune ye, belkî hebûna qadeke hevpar di
zêhn û ramana takan de, baştirîn mîkanîzm û raye ye ji bo binyadnana netewe û
nasnameyeke neteweyî ya hevpar; ji ber ku psîkolojî û jiyana civakî ya takan bi
awayekî din formûle dikin. Ev jî hevdem ligel wê nêrîna antropolojîst «Karen
Barbera» ye, ku pêdagir e li ser teqezkirina pêwendiya her yekê ji çarçoveya
civakî, gotar û nasnameyê bi hevdu re, ku niha qada înternet û medyaya civakî
karîbûye kar li ser bike.

Nexwe diyasporaya Kurdî wekî binyadeke civakî ya xeyalî, kêm an zêde di pirsên
neteweyî de rola xwe heye. Lê eger em li ser edaya (pêkanîna) rola wê biaxivin,
dibe ku wekî pêwîst û di asta çaverêkirina me de nebûbe, ji ber çend faktoran.
Ku girîngtirîna wan ew paşxaneya îdeolojîk e ku nifşekî ji niştimanê resen bi
xwe re biriye nav diyasporayê. Ya cihê mixabiniyê jî ew e ku ew nifş hîn jî di
rewşa neasayî û neberpirsiyariyê ya niştiman de, ji aliyê beşek ji hêzên siyasî
yên pirtir îdeolojîst ve tê xwedîkirin û bikaranîn. Ev jî ji bilî zexta wan
welatên ku Kurd bûne penaberê wan, ku berdewam dixwazin ew tevlî civaka wan
welatan bibin, da ku nifşê duyem û sêyem kêmtirîn pêwendî û girêdayîbûn bi
niştimanê resen re hebe. Ev jî wisa dike ku nasyonalîzm ji bo van nifşan, bêtir
mîras û berpirsiyariyeke exlaqî be, ne wek projeyek be ji bo avakirina kiyan û
dewleteke serbixwe. Ji hemûyan xirabtir jî, ji ber pertevavbûna hizbî
(partayetî), tundûtûjî û neberpirsiyariyê di asta birêvebirin û nedadiyê de,
niha beşek ji nifşê yekem jî rexne li Kurdbûn û nasyonalîzmê hene. Cihê
nîgeraniyê ye jî ku rast e hest û nasnameya neteweyî li cem Kurdên diyasporayê
bihêz xuya dike, lê ev tenê hesteke bi pîvanên çandî û hestyarî ye û kêmtir di
rûyê siyasî de birêxistinkirî ye, lewma jî hinekî kêm di çalakiyên siyasî de
beşdar dibin.

Top