Dr. Hejar Rehîmî mamosteyê zanîngehê: Nasyonalîzm wê demê dibe hêzeke çalak û guherînê çêdike, ku ji qonaxa hestyarî derbasî qonaxa avakirina sazî û çandî bibe.
Dr. Hejar Rehîmî, mamosteyê zanîngehê ye û yek ji siyasetmedarên Kurdistanê ye.
Di gotûbêja vê carê ya «Bazineya Gotûbêjê» de (Rola diyasporaya kurdî di qada
derveyî nîştiman de ji bo bilindkirina nasyonalîzmê), bi vî rengî bîr, bawerî û
pêşniyarên xwe anîn ziman:
Ez spasiya beşa rewşenbîrî û ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim
ji bo sazkirina vê gotûbêja piralî li ser pirsa «nasyonalîzma kurdî» ku pirseke
giştgir e, lewma ez dixwazim zêdetir li ser aliyê wê yê hizrî (fikrî) rawestim.
• Qeyrana paradîgmayê û asoyên nasyonalîzma kurdî
Yek ji pirsên herî cewherî û hestyar ku îro di qada hizrî û siyasî ya kurdî de
rûbirûyî me dibe, pirsa asêbûna metodolojîk û epîstemolojîk (zanistî) ye di
serederîkirina li gel têgeha nasyonalîzm û hesta neteweyî de. Em heta niha jî di
nava bazineya girtî ya paradîgma û parametreyên kevn ên rabirdûyê de dizivirin,
ev jî bûye sedema hederdana wize û potansiyeleke gelek mezin a mirovî û zanistî.
Herçend hesteke neteweperwerî ya rût di nava civakê de heye, lê ev hest bi tenê
ne cihê pêbaweriyê ye, çimkî pêwîstiya wê bi prosegeke perwerdeyî ya sîstematîk
heye, da ku bikaribe ji qonaxa «bertekî» (Reactionary) û hestyarî, derbasî
qonaxa «kirdarî û çalakbûneke aqilane» (Subjectivity) bibe.
Darêtina versiyoneke nû ji bo nasyonalîzmê di serdemekê de ku guherîn bi lezeke
sosret rû didin, karekî gelekî dijwar e. Em di serdemekê de dijîn ku arezû,
debara jiyanê û asta têgihiştina takekesan (ferdan) bi berdewamî di guherînê de
ne. Di warê felsefî de, em ji serdema «vegotinên mezin» (Grand Narratives)
derbas bûne û me ber bi «vegotinên biçûk» ve pêngav avêtiye. Eger di rabirdûyê
de yek an du partiyên mezin û îdeolojiyeke bihêz form dida tevahiya civakê, niha
em bi rastiyeke (waqî'eke) piralî û parçebûyî re rûbirû ne. Di vê cîhana nû de
deh hezar televîzyon, deh hezar siyasetmedar û deh hezar nasnameyên cuda hene,
her takekesek hewl dide bi awayekî pênaseya xwe bike. Ev piralîbûn û têkelbûna
nasnameyan, erka çavdêr û şirovekarên siyasî wisa zehmet kiriye ku gihiştina bi
encameke giştgir û yekgirtî xwedêgiravî dibe nemimkûn (mehal).
Ji nêrîna min ve, nasyonalîzm ne tenê pirseke siyasî an îdarî ye, belku pirseke
«estetîkî» û ciwannasiyê ye. Gelek caran dema ez vê babetê diçelqînim, wisa tê
hestkirin ku ez wê girêdidim bi warê pisporiya xwe ve, lê rastî ev e ku
nasyonalîzm gihiştina bi rewşeke rûhî û şihûdî ye. Ew tiştê ku mirovek pê bawer
e ku kurdbûn ji her nasnameyeke din cuda ye, wek wê rewşê ye ku di hunerê de rû
dide. Dema ku tu dibî evîndarê dengê hunermendekî, di hundirê xwe de bi
qenaeteke temam tu digihîjî wê baweriyê ku ti dengekî din cihê wî nagire.
Nasyonalîzm jî di kûrahiya xwe de, ew pêwendiya estetîkî ya pak e ku takekes bi
neteweyê ve girêdide, bêyî ku pêwîstî bi hincetên lojîkî yên hişk hebe.
Dema em li rewşa kurdan li derveyî welat (diyasporayê) dinêrin, babet aloztir
dibe. Ew di hawîrdorekê de dijîn ku di warê siyasî, civakî û çandî de bi temamî
cuda ye. Serederîkirina li gel nasyonalîzma medenî û ew herikînên nû yên ku di
cîhanê de hene, pêwîstî bi hişyariyeke sazîbûyî heye. Eger hinek hizrên neteweyî
bêyî guncandina bi konteksta siyasî û çandî ya Kurdistanê re werin cîbicîkirin,
ne tenê me bi pêş naxin, belku dibin sedema paşvekêşiyeke mezin. Pêwîstiya me bi
karekî ciddî li ser asta saziyan heye daku ew rûhiyeta estetîkî biçe nav hebûna
takekesên me; pêwîstiya me bi huner, wêje û çandavakiriyê heye. Bernameyên
perwerdeyî yên ku di Wezareta Perwerdeyê de dest pê kirine pêngavên pîroz in, lê
ev tenê destpêk e. Proseya perwerdeya neteweyî wekî neştergeriyeke hûr a bijîşkî
ye, pêwîstiya wê bi «doz»eke (cureyeke) diyarkirî û çavdêriya berdewam heye;
nabe tenê bi onlayn an bi awayekî rûserî be, belku divê bi berdewamî pişkinîn ji
bo lêdana dilê civakê were kirin û li gorî pêwîstiyê doza hişyarî û neteweyî pê
re were dayîn.
Babeteke din a hestyar pirsa olî (dînî) ye. Wek em dibînin li Ewropayê
xirîstiyantî bi sedema nekarîna rûbirûbûna li gel herikînên modern ên wek
(transgenderî û homoseksuelîteyê), hêdî hêdî pêgeha xwe ji dest dide û dibe ku
di pêşerojê de ol tenê wek «trendeke exlaqî» bimîne. Li vir pirseke cewherî ji
bo me çêdibe: Gelo nasyonalîzma kurdî û desthilata me ya siyasî çi gotarek wan
ji bo van diyardeyên cîhanî heye? Çimkî nifşê me li diyasporayê di nava wê çandê
de mezin dibe. Ji bo avakirina nasnameyeke katalîzor û yekgirtî, divê em hemû
van hêz û cudahiyan di nava yek çarçoveyê de kom bikin. Ew tiştê ku min nav lê
kiriye «nehevsengiyên nasyonalîzma kurdî», wiha kiriye ku nasnameya me ya giştî
di nava nasnameyên lawekî (duyemîn) de winda bibe.
Îro li rex piralîbûna îdeolojîk, piralîbûna navçeyî û zaravayî jî bûye astengî
(çalinc). Her kesek dikare di heman demê de kurd be, lê nasnameya xwe di
çarçoveya hewlêrî, silêmanî, hewramî, kurmancî an zazakî de asê bike. Ez wek
hewramiyek, berê li ser wê baweriyê bûm ku divê tenê zimanekî yekgirtî wek
«soranî» ji bo gotara giştî hebe, lê niha ez gihiştime wê qenaetê ku divê em
rêzê li piraliya zaravayan bigirin. Dema soraniyek, kurmanciyek, an hewramiyek
bi zaravayê xwe dixwîne, ev dibe cihê dewlemendiyê, bi şertê ku nebe sedema
dabeşbûnê. Heman tişt ji bo olan jî rast e. Em kurdên misilman, xirîstiyan,
êzidî, zerdeştî û yarsan jî hene. Komkirina hemû van nasnameyên cuda û
guherandina wan bo nasnameyeke neteweyî ya yekgirtî, di vê serdemê de karekî
gelekî zehmet e, bi taybetî dema tu vê têkelê dibî nav hawîrdoreke wekî
Ewropayê. Herwiha nasyonalîzma kurdî pêwîstî bi «nûjenkirineke me'rîfî» heye.
Divê em ji wê têgihiştina klasîk ku neteweyê tenê di ax û ziman de kurt dike,
ber bi asoyeke berfirehtir biçin ku «mirovê kurd» li her cihê cîhanê bi
cudahiyên wî ve li xwe bigire. Divê em çand û hunerê bikin amûrên serekî yên vê
guherînê, çimkî tenê huner dikare wan nehevsengiyan rêkûpêk bike û rûhekî nû
bide laşê nasyonalîzma kurdî. Em li ber ceribandineke dîrokî ne, an em ê
nasnameyeke modern û yekgirtî berhem bînin ku li ber guherînên bilez ên cîhanê
li ber xwe bide, an jî em ê di nava «vegotinên biçûk» û nasnameyên parçebûyî de
her û her winda bibin. Ev erk jî tenê bi dirûşmeyan (şîaran) pêk nayê, belku
pêwîstiya wê bi karekî sazîbûyî, perwerdeyeke hûr û nêrîneke estetîkî ya kûr
heye ji bo têgeha netewe û nîştiman.
• Endezyariya nasnameyê û gotara yekgirtîbûnê
Avakirina qewareyeke neteweyî wekî proseyeke pêkhatesaziyê, pêwîstî bi
endezyariyeke hûr û pir-pisporî heye; proseyek ku tê de hemû qad wekî sîstemeke
organîk û temamkerê hevdu kar bikin. Eger em di anatomiya laşê mirov de hûr
bibin, em dibînin pisporekî çav nikare destkariyê di koendama henaseyê de bike,
an bijîşkekî dil nikare erka pişikan bi cih bîne, lê hemû ev endamên cuda di bin
siya yek gotara biyolojîk a yekgirtî de ji bo mayîna mirov kar dikin. Ji bo
neteweyê jî, bi heman awayî pêwîstiya me bi gotareke giştgir û yekgirtî heye ku
bikaribe vê piralî û pisporiyên cuda di çarçoveya yek pênaseya nîştimanî de kom
bike. Mixabin, heta niha di asta gotara neteweyî de me nekarîye wî cureyê ji
«anatomiya yekgirtî» berhem bînin ku hemû beş ber bi yek armanca stratejîk ve
araste bike.
Ji aliyekî din ve, xwendina ezmûna civakên wek cihûyan, waneyeke girîng fêrî me
dike. Yek ji wan metirsiyên ciddî yên ku niha ew civak li Ewropa û Amerîkayê
hest pê dike, bilindbûna pêla sekularîzma radîkal e ku dibe sedema guherîna
nêrîna nifşên nû li hemberî dozên dîrokî. Ev hevkêşe ji bo kurdên diyasporayê jî
rast e. Eger em nikaribin pêdiviyên me'rîfî û rûhî yên ciwanên kurd li derveyî
welat têr bikin û bi awayekî sîstematîk wan bi laşê nîştiman ve girêbidin, wê
demê di pêşerojê de em ê rûbirûyî qutbûneke nasnameyî ya metirsîdar bibin.
Takekesê kurd li diyasporayê eger nikaribe pêwendiyeke watedar di gel pirsa xwe
ya neteweyî de bibîne, dê ber bi cureyek ji bêaliyî an xerîbbûnê (biyaniybûnê)
pêngav bavêje. Ev ne tenê pirseke hestyarî ye, belku girêdayî wê yekê ye ku em
heta çi radeyê dikarin dîskurseke (gotareke) modern ji bo têrkirina hez û
xwestekên wan daberêjin.
Kêşeyeke bingehîntir li navxweyî Kurdistanê pişguhxistina amûrên çandî ye ji bo
avakirina zîhniyeta neteweyî. Ji bo nimûne, di warê sînemayê de, em ji piştî
sala 2003yan ve nekarîne berhemeke stratejîk û bibandor pêşkêş bikin ku nifşê nû
bi dîroka xwe ya tijî karesat bide naskirin. Xwendekarên niha ku ne serdema
Baesê dîtine û ne jî aşnayî qurbaniyên rabirdûya vê xakê ne, pêwîstiya wan bi
darêtina zîhniyeteke dîrokî heye. Çêkirina fîlm û berhemên hunerî ne tenê ji bo
derbaskirina demê ye, belku amûreke mezin a nasyonalîzma çandî ye ji bo
parastina bîrdanka bi-kom (kolektîf). Dema ku amûrên çandî kar nakin, nifşê nû
di warê me'rîfî de li hemberî gef û zîhniyeta dijminan bê bergirî (bê parastin)
dimîne.
Derbarê pirsa kîn û nefretê de, em li vir bangeşeya nîjadperestî an
nasyonalîzmeke girtî nakin, lê baweriya me bi têgeha «Kurdayetiyê» wekî
nasnameyeke hebûnî (wucûdî) û parêzer heye. Kurdayetî di her formeke medenî û
mirovî de jî be, ji aliyê derdorê ve her tim wekî metirsiyekê tê dîtin. Li Îran,
Tirkiye û Iraqê, dîrokê selmandiye ku nermî û «rûgeşiya» siyasî ya kurdan,
guherîneke cewherî di nêrîna dewletên serdest de çênake; lewma pêwîst e ev hesta
serbilindiyê di nava bername û babetên me yên perwerdeyî de were têrkirin.
Serbilindiya kurdbûnê divê bibe beşek ji felsefeya me ya perwerdeyî, çimkî
neyarên me bi sedan sal e bi heman zîhniyetê li nasnameya me dinêrin û ne amade
ne têgihiştina xwe biguherin. Herwiha erka bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê
ye ku arastegiriyên siyasî yên teng derbas bike û meqbûliyeteke (pejirandineke)
giştî li cem hemû parçeyan û revenda derveyî welat çêbike. Ji bo gihiştina bi
yekgirtîbûnê, divê em rehendeke «trasendental» (Transcendental Experience -
derbasbûnî) bibexşînin pirsa neteweyî, wate ezmûneke bilind û pîroz ku li cem
her kesekî ciwan û pîroz be. Wêje û hunera bilind baştirîn materyal in ji bo
afirandina vê rehenda watedar, çimkî wêje dikare sînorên cografî û siyasî derbas
bike û hesteke hevbeş a hebûnî ji bo takekesê kurd li hemû cîhanê biafirîne.
Mixabin, niha girîngiyeke wisa bi vî aliyê çandî nayê dayîn û wekî keresteyekî
lawekî (alî) tê dîtin. Eger em bixwazin neteweyekê ava bikin ku li hember
guherînên serdema nû li ser piyan bimîne, divê em aliyê zanistî û wêjeyî yê
nasnameya xwe bi awayekî wisa bihêz bikin, ku bibe xala komker û îlhamderê her
kurdekî dilsoz li her cihekî vê cîhanê. Ev ne tenê xewneke romantîk e, belku
pêwîstiyeke dîrokî ye ji bo mayîna me wekî milettekî yekgirtî û zindî.
• Nasnameya neteweyî û gotara siyasî
Gelek caran di qada siyasetê de, gotar tenê wekî amûreke teknîkî ji bo pêwendî û
gihandina peyamê derdikevin pêş, lê dema ku rehendên mirovî û hestyarî yên kûr
têkelî wê gotarê dibin, bandora wê ji sînorê rîtorîk (xîtabet) a asayî derdikeve
û diçe nava kûrahiya wijdana giştî. Ji bo nimûne, dema serkirdeyekî wekî Cenabê
Serok Mesûd Barzanî behsa dîroka bixwîn û tijî karesat a Enfalê dike, herçend
wekî gotareke siyasî ji pêgeheke fermî ve girîngiya wê ya dîrokî heye, lê dema
ku heman ew jan û azara neteweyî di çarçoveya helbesteke tijî estetîk de
berbiçav dibe û hêsir di çavên wî serkirdeyî de têne xwarê, li vir xeyala hunerî
û rastiya siyasî dibin yek. Ev cureyê derbirîna hestê, cureyek ji baweriya kûr û
bêgerd di navbera cemawer û serkirdayetiyê de dirust dike, çimkî li vir
siyasetmedar ji pêgeha desthilateke rût diguhere bo mirovekî xwedî hest, ku
azarên neteweya xwe wek ên xwe dibîne û pê re dijî.
Em di asta wêjeyî, çandî û hunerî de pêwîstiya me bi vî cureyê rastgo û kûrahiyê
heye ji bo ku em bikaribin wê hêza manewî ya mezin dirust bikin ku bibe
palderekî (motîvasyoneke) bihêz ji bo ciwanên me. Ciwanekî kurd ku li
diyasporayê û welatên Ewropayê dijî, divê hest bi wê yekê bike ku saziyên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rastî xwedîtiyê lê dikin. Ev hesta xwedîtiyê tenê
bi gotareke teorîk çênabe, belku divê bi awayekî kirdarî û maddî di jiyana wan
de reng bide. Gelek in ew kurdên ku li welatên rojava dijîn û îtirafê bi wê yekê
dikin ku dibe Herêma Kurdistanê ji bo jiyaneke aram a aborî hîn wekî pêwîst
amade nebe, lê dema vedigerin nîştiman, hest bi cureyek ji nasname û xwedîbûneke
bêhempa dikin, ku li ti cihekî din ê cîhanê bi dest naxin. Erka me ew e ku em vê
hestê ji çarçoveya cografyayê veguhêzin bo asteke cîhanî, da ku takekesê kurd li
her cihekî vê gerstêrkê be, rûmet û kerameta xwe di bin siya qewareyeke neteweyî
ya bihêz de bibîne.
Dîroka neteweyî ya kurdan dîrokeke dêrîn a tijî xîret, xweragirî û wêrekiyê ye
ku koka wê vedigere bo 2500 sal berî niha û serdema kardoxiyan. Ksenofon di
nivîsên xwe yên dîrokî de bi matmayî ve amaje bi wê yekê dike ku ew bergirî û
wêrekiya ku ji kurdan dîtiye, di ti neteweyeke din a navçeyê de nedîtiye. Ev
xîreta neteweyî di binhişa (laşu'ûr) me ya komî de wekî mîrateyeke pîroz, nifş
bi nifş hatiye veguhastin. Dema em dibînin di asta siyasî û navdewletî de, li
hemberî guşarên ne-dadperwerane yên derve, gotareke tund û xwedî helwêst ji
aliyê Cenabê «Serok Barzanî» ve tê derbirîn, ev ne tenê bertekeke siyasî ya
demkî ye, belku derbirîneke zindî ye ji wê rûmeta dîrokî ku di nava her
takekesekî kurd de heye. Îro erka me ya stratejîk ew e ku em vê hesta neteweyî û
vê xîreta dîrokî di mêjiyê nifşê nû de bikin cureyek ji sazîbûnê. Nasyonalîzm wê
demê dibe hêzeke çalak û guherînê çêdike, ku ji qonaxa hestyarî derbasî qonaxa
avakirina sazî û çandî bibe. Eger em bikaribin vê nasyonalîzmê di hundirê xwe de
bihêz bikin û bi şêwazekî modern bo derve veguhêzin, wê demê em dikarin di asta
navdewletî de jî wekî neteweyeke xwedî xewn û xwedî biryar serederiyê bikin.
Divê em ji hebûna gotareke neteweyî ya eşkere netirsin, çimkî ev tenê zamina
mayîn, serfirazî û parastina rûmeta me ye di nava wan hemû milmilaneyên aloz ên
ku di navçeyê de diqewimin. Ev ew peyama pîroz e ku divê nifşên pêşerojê yên
Kurdistanê li ser werin perwerdekirin û pêşvebirin.
