• Sunday, 04 October 2026
logo

Ferhad Mihemed, endamê Bazineya Gotûbêjê: Nasyonalîzma nîştimanî hewl dide tevahiya cudahiyên neteweyî û olî di çarçoveya qewareyeke siyasî ya yekbûyî de kom bike.

Gulan Media October 4, 2026 Raport
Ferhad Mihemed, endamê Bazineya Gotûbêjê: Nasyonalîzma nîştimanî hewl dide tevahiya cudahiyên neteweyî û olî di çarçoveya qewareyeke siyasî ya yekbûyî de kom bike.

 

 

Ferhad Mihemed, endamê Bazineya Gotûbêjê û endamê Beşê Rewşenbîrî û Ragihandinê
yê Partiya Demokrata Kurdistanê ye û sernivîskarê kovara Gulanê ye. Di gotûbêja
vê carê ya «Bazineya Gotûbêjê» de (Rola diyasporaya Kurdî li qada derveyî
nîştiman ji bo bilindkirina nasyonalîzmê), nêrîn û dîtinên xwe bi vî rengî anîn
ziman:

Nasyonalîzm û cografyaya nîştiman, wekî cêwiyeke ji hev veneqetiyayî, dîrokeke
wan a hevpar li gel serhildana têgeha «dewlet-netewe»yê heye. Di zanyariyên
siyasî de, cewhera nasyonalîzmê di parastina nasname û rûmeta hemû wan netewe û
olên cuda de kurt dibe, yên ku di nava yek cografyayeke siyasî de bi hev re
dijîn. Ev nêrîna felsefî di dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de, bi
awayekî pratîkî di helwesta Rêberê Neteweyî, Mistefa Barzanî de li hember
destûra sala 1958an reng da, wê dema ku Iraq wekî nîştimanê hevpar ê «Kurd û
Ereb» hate pênasekirin.

Heger ew destûr wekî xwe bihata cîbicîkirin, gelê Kurdistanê amade bû bi
îradeyeke azad û bi rêya xizmeta serbazî parastina axê bike, ev întegraya
xwebexşane dibû stûna yekem a nasyonalîzma nîştimanî û sembolek ji bo qurbaniyê
di pêxema nîştiman de, ku gora serbazê winda sembola wê ya herî mezin e. Li gorî
vê yekê, nasyonalîzm li vir li şûna piştguhkirinê, dibe sîwana parastina rûmeta
hemû pêkhateyan di çarçoveya nîştimanekî giştgîr de ku tê de serweriya yasa û
yeksaniyê dibin bingeha jiyana hevpar.

Piştî raperîna mezin a sala 1991ê ya gelê Kurdistanê û derketina biryara 688 a
Encûmena Asayîşê (Ewlekariya Navdewletî) ji bo çespandina «Herêma Aram», Eniya
Kurdistanî yekemîn pêngava xwe ya siyasî di destpêkirina danûstandinan li gel
rejîma Baesê de da destpêkirin. Armanc ji van hewlên siyasî, ji nû ve dariştina
peykera dewleta Iraqê bû li ser bingeha «nanaverendî» (desentralîzasyon) û
aktîvkirina rêkeftina 11ê Adara sala 1970yî, daku takekesê Kurd wekî
hemwelatiyekî xwedî maf di vî welatî de, hest bi întîmayeke rasteqîn a nîştimanî
bike. Lê belê rejîma wê demê ya Iraqê bi vekişandina ji nişka ve ya sazî û
dezgehên kargêrî li Herêma Kurdistanê, hewlên aştîxwazane yên Eniya Kurdistanî
bê bersiv hişt û valahiyeke mezin a siyasî û îdarî ji bo xelkê Kurdistanê çêkir.

Di vê qonaxa hestiyar û tijî rûbirûbûn de, Serok Barzanî wekî rêberekî
karîzmatîk ê siyasî di çarçoveya Eniya Kurdistanî de, rijdî li ser vegera bo
îradeya gel û sindoqên dengdanê kir. Ev destpêşxeriya dîrokî bû hevênê sereke ji
bo damezrandina yekemîn parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê di dîroka hemdem
a Kurdan de. Di navbera salên 1992 heta dawiya 2002an de, serkirdatiya siyasî ya
Kurdistanê di gotûbêjeke berdewam û xurt de bû li gel hêzên opozîsyona Iraqî ji
bo avakirina dewleteke nû ya «federal, demokratîk, parlamenterî û piralî».

Ev vîzyona siyasî di kongreya sala 2002an a opozîsyonê li Londonê hate
lihevkirin û piştre jî bû bingeha sereke ya nivîsîna destûra hertimî ya Iraqê di
sala 2005an de, lê belê bi sedema piştguhkirina bi zanebûn a bendên destûrê û
cîbicînekirina mafên bingehîn ji aliyê Bexdayê ve, nasyonalîzma Kurdistanî
di 25ê Îlona 2017an de bijardeya referandumê ji bo serxwebûnê hilbijart. Niha jî
ji ber ku peykera dewleta Iraqê nebûye federalîzmeke rasteqîn ku li ser
sêkoçkeya «hevsengî, hevbeşî û lihevkirinê» raweste, cûreyek ji dilgiranî û
neîstiqrariya siyasî ya kûr bi ser tevahiya proseya hikûmraniyê li Iraqê de
girtiye. Ev rewş ne tenê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê aloz kiriye, belkî
metirsiyeke ciddî û stratejîk li ser paşeroja siyasî û pêkvejiyanê li seranserê
welatî çêkiriye, ku pêwîstî bi vegerandina bo bingehên destûrî heye, daku mafê
hemû pêkhateyan parastî be û aramî vegere, herwiha divê ev yek jî were zanîn ku
dîrok nîşanî me dide, bêyî dadperweriyê, aştî naçespe.

Berovajî dîroka sed û bîst û pênc salî ya dewleta Iraqê, ku nîştiman ji bo
pêkhateyên resen guherandibû dojeheke siyasî, Herêma Kurdistanê ji sala 1992an
ve stratejiyeke cuda girt ber xwe. Ev ezmûna hikûmraniyê li ser bingeha
«nasyonalîzma nîştimanî» hewl da ku tevahiya cudahiyên neteweyî û olî di
çarçoveya qewareyeke siyasî ya yekbûyî de kom bike. Ji bo parastina pêkhateyan
ji hegemoniya piranîxwaziyê, her ji xûla yekem a parlamentoyê ve sîstema «kota»
ji bo neteweyên Keldan, Aşûrî û Suryanî hate cîbicîkirin û piştre Tirkmen û
Ermenî jî li xwe girt, daku şikoyên wan di qada desthilatê de bi parastî bimîne.

Andreas Wimmer, bîrmendê Swîsreyî-Almanî, di pirtûka «Pêlên Şer» de bi hûrî balê
dikişîne ser wê yekê ku nasyonalîzm wê demê dibe sedema afirandina şer, dema ku
di proseya dewletsaziyê de neteweya serdest ên din piştguh bike, lê dema ku
nasyonalîzm dibe sîwaneke nîştimanî ya giştgîr, modelekî wekî «Swîsre»yê berhem
tîne ku tê de hemû netewe dewletê bi nîştimanê hevpar ê xwe dizanin. Kurdistan
di vî warî de mînakeke geş a pêkvejiyanê ye, her ji ber vê yekê Metran Beşar
Werde bi eşkereyî ji me re got: «Em wekî dêr (kenîse) tevlî siyasetê nabin, lê
eger planên li dijî Serok Barzanî bi ser kevin, em ê Kurdistanê biterikînin,
çimkî bêyî wî em nikarin bi dilniyayî di vî nîştimanî de bijîn.»

Ev nêrîna kûr a Serok Barzanî ji bo nasyonalîzma nîştimanî, li ser wê mantiqê
hatiye avakirin ku berî ku Kurd hest bi aramiyê bikin, divê netewe û olên din ên
vî nîştimanî ji maf û rûmeta xwe dilniya bin. Ev stratejî bûye sedem ku
Kurdistan ne tenê nîştimanê Kurdan be, belkî bibe stargeheke parastî ji bo hemû
wan nasnameyên ku li navçeyê rûbirûyî gefa jinaverinê (jinavbirinê) bûne, û ev
jî mezintirîn serbilindiya siyasî ya vê ezmûnê ye.

Top