• Sunday, 04 October 2026
logo

Bereyê duyê yê şerê Îranê . . . Pêşveçûnên Hûsiyan, sîmayê şerê Rojhilata Navîn guhorî

Gulan Media October 4, 2026 Raport
Bereyê duyê yê şerê Îranê . . . Pêşveçûnên Hûsiyan, sîmayê şerê Rojhilata Navîn guhorî

 

 

 

Herdu nivîskarên emrîkî April Longley Alley û Allison Minor, li 11ê Îlona 2026ê,
di nivîsîneka şirovekarî ya têrûtesel da ku di malpera kovara Foreign Affairs ya
emrîkî li jêr navûnîşanê "Bereyê duyê yê şerê Îranê Iran’s Second Front" da
belavkiriye û ev navûnîşanê lawekiyî jî "Pêşveçûnên Hûsiyan, sîmayê şerê
Rojhilata Navîn guhorî The Houthis’ Bold Advance Has Transformed the Middle
East’s Wars" bo daniye, dibînin ku pêşveçûna vê dûmahiyê li Yemenê ne bi tenê
pişkeka nû ye ji şerê navxweyî yê wî welatî, belku ya bûye pişkeka rastewxo ji
hevrikiya herêmî ya berfirehtir li gel Îranê. Hûsiyan mifa ji mijûlbûna deverê
bi şerê li gel Îranê wergirt û êrîşeka berfireh encam da ku bû egera guhorîna
teraziya hêzê li rojavayê Yemenê û şikestin bi wî barodoxê ji agirbesta
sala 2022ê were dirustbûyî îna. Bi vê çendê, Yemen ji layê kirdarî ve bû bereyê
duyê di şerê li digel Îranê da ku vê çendê karteka zêde ya givaştinê da destê
Tehranê li dijî Siûdiye, Wîlayetên Êkgirtî yên Emrîkî (DYA) û bazarên cîhanî.

Hûsî di heyvên destpêkê yên şerê li gel Îranê, ta radeyekê ji aloziya rastewxo
dûr bibûn. Belê ew rewşa li heyva Tîrmehê çêbûyî demê Hûsiyan, bi mifawergirtinê
ji lawaziya rewşa herêmî, êrîşên nû bo ser berjewendiyên Siûdiyê destpêkirin,
aloziya mezin piştî wê çendê hat dema Îranê şandekê Hûsiyan bi rêka esmanî ji
Tehranê bo Senaa firêkirî. Ev kare wekî pêngavekê bû ku astengî bo kontrola
hikûmeta yemenî ya hevpeymaniya Siûdî li ser meydana esmanî çêkirin. Herçende
Siûdiyê û hikûmeta yemenî bizava rêgiriyê li dadana firokeyê kirî û meydana
firokexaneya Senaa bombebarankirî, belê firoke li dûmahiyê şiya bigehe benderê
Hudeyde. Hûsiyan ev rûdane wekî behane bikarîna bo destberdanê ji agirbestê û
destpêkirineva aloziyên serbazî.

Belê girngiya êrîşa Hûsiyan bi tenê di wê parçeya erdê Yemenê da nîne ew dest bi
ser da girtî, belku girngiya herî mezin ya di cihê cografî yê wan deveran da ye
çunkî dikevine beramber gerûya Bab el-Mendeb û Deryaya Sor. Hûsî şiyan kontrola
benderê "Muxa" û girava "Birîm" (ku bi girava Miyon jî dihête niyasîn) li
destpêka derwazeya Bab el-Mendeb bikin. Ev pêşveçûne cihekê stratejî didete wan
ku dişên kartêkirinê li ser livîna keştiyên bazirganî bikin û gefê li êk ji
girngtirîn rêkên deryayî li cîhanê bikin.

Li vêre, herdu nivîskarên vê şirovekariyê dibînin ku ewa li Yemenê rûdidete
renge encamên wê gelek ji sînorên wî welatî derbaz bibin, çunkî Bab el-Mendeb
rêkeka serekî ye bo bazirganiyê û veguhastina wizeyê di navbera Oqyanûsa Hindî,
Deryaya Sor û Kenalê Suwêsê da.

Ji ber şerê Emrîka li gel Îranê, girngiya vê kontrolkirinê pitir lê dihêt. Îran
givaştinê li ser livîna keştîvaniyê bi rêka tengava Hurmiz diket ku êk ji
girngtirîn dergehên hinartina neftê ye li cîhanê, di demekê da ku Hûsî, wek
hevpeymanên Îranê yên herêmî, dişên givaştineka wek wê li ser Bab el-Mendeb
bikin. Bi vê çendê, diyar dibît ku Îran û hevpeymanên wê destelatê li ser herdu
layên êk ji girngtirîn rêkên bazirganiyê û wizeyê di deverê da bisepînin: Tehran
bi rêka Hurmiz, û Hûsî bi rêka Bab el-Mendeb.

Herdu nivîskar vî barodoxî wek stratejiyeteka "dûrpêçkirina ducarkî" pesin dikin
ku dişêt şiyanên mezin bidete Îranê bo kartêkirinê li ser livîna wizeyê û
bazirganiya cîhanî.

Ev şirovekarî, amajê didete wê çendê ku girngiya Deryaya Sor bo Siûdiyê bi
şêweyekê neasayî li demê şerî da zêde bibû, çunkî Riyad neçar bû benderên xo li
ser Deryaya Sor wek cihgir û alternatîv bo hinartina neftê bikar bînît dema
tengava Hurmiz keftiye ber gefê. Siûdiyê bi rêka benderên Deryaya Sor rojane di
navbera sê bo pênc milyon bermîlên neftê dihinartine bazarên cîhanê, belê êrîşên
Hûsiyan bûn egera kêmibûna hinartina nefta Siûdiyê bi rêjeya 95% bi rêka Bab
el-Mendeb. Hûsî bi tenê bi armancikrina keştiyan nerawestan, belku dest bi
gefkirinê li jêrxana aborî û benderên Siûdiyê jî kirin, ji wan jî benderê
"Yenbu" yê Siûdiyê, ku ev çende dişêt rêkara hinartina nefta Siûdiyê ber bi
bakurî jî asteng biket.

Herdu nivîskar vê aloziyê ji layê rewşa navxweyî ya Yemenê jî şirove dikin.
Yemen ji agirbesta sala 2022ê were di rewşekê da dijît ku dişên bi "ne şer û ne
aştî" saloxet bikeyn. Di sala 2023ê da, Neteweyên Êkgirtî harîkarî li
amadekirina nexşerêyekê kir ku dişiya derfetê bidete Hûsiyan bo dana mûçeyên
fermanberên kerta giştî û wergirtina pişkekê ji dahatê neft û gazê, beramber
ragirtina berdewam ya teqekirinê û destpêkirina proseyeka siyasî. Ev rêkeftine,
li dûv dîtina herdu nivîskaran, destkeftekê girng bû bo Hûsiyan, nemaze ku ew
kontrola jêderên neft û gazê nakin û şiyan nînin bo geheştinê bi aboriya cîhanî.
Belê vê grûpê rêkeftin qebûl nekir û êrîşên xo li ser keştîvaniya Deryaya Sor
zêde kirin, bi taybetî li demê şerê Xeze da, bo nîşandana piştevaniya xo bo
Hemasê û qayîmkirina cihê xo di nav ewa dihête niyasîn bi "tewerê berhingariyê"
(mihwera muqawemetê).

Pêkdadananên li gel Wîlayetên Êkgirtî û Îsraîlê, bûn egera encamekê cuda ji ewa
dihate çaverêkirin. Zêdebarî wê çendê ku Hûsî hevrûyî lêdanên serbazî yên dijwar
bibûn, belê ew ji wan pêkdadanan bi rengekê xurttir derkeftin. Şirovekarî diyar
diket ku îdareya Trumpî li buhara 2025ê, di çarçoveyê operasyona "Rough Rider"
da, zêdetir ji hezar êrîşên esmanî bo ser bingehe û cihên Hûsiyan encam dan.
Herwesa paştir Îsraîlê jî damezraweyên Hûsiyan armanc kirin û serokwezîrên
kirdarî yê vî grûpî û serokerkanê wî yê serbazî kuştin. Belê ew lêdan nebûne
egera jinavbirina Hûsiyan, belku li dûv şirovekirina herdu nivîskaran, harîkarî
li sepandina wîneyê wan da ku wek hêzeka herêmî ya ku şiyanên berhingarî û
rûbirûbûna Wîlayetên Êkgirtî û Îsraîlê heyîn.

Herwesa Hûsî şiyan hêza xo ya serbazî bi şêweyekê serbexo pêşbêxin. Mifa ji
torên cuda cuda yên dabînkirinê û torên darayî yên nihênî wergirtin, û şiyanên
xo li dirustkirina hindek çekan li navxo da pêşbêxin û bi evê çendê piştgermiya
wan li ser proseyên veguhastina rastewxo ya çekê îranî sist bû. Dîsan Rûsya
zanyariyên hewalgirî bo Hûsiyan li demê şerê Xeze da dabîn kirin bo
harîkarîkirina wan di armancikrina keştiyan da, herçende di dûmahiyê da, Moskoyê
ji encamê givaştinên Siûdiyê xo parast ji dana çekên pêşkeftîtir bi Hûsiyan.

Li beramber vê çendê, bereyê dij bi Hûsiyan tûşî cudabûnên metirsîdar bû. Hêzên
ser bi hikûmeta yemenî ku ji layê kirdarî ve ne hêzeka êkgirtî ne, herwesa
derkeftina Îmaratê ji Yemenê û kêmibûna rolê civata veguhastinê li başûrê
Yemenê, hevpeymaniya dij bi Hûsiyan lawaz kir. Zêdebarî bizavên Siûdiyê bo
dubare rêkxistina hêzên hikûmî li jêr serkirdatiyeka êkgirtîtir, şerên vê
dûmahiyê diyar kirin ku ev êkgirtina bi neçarî, nebûye hevkariyeka serbazî ya
karîger. Lewra herdû nivîskarên vî mijarî dibêjin tirsa ya hey ku jidestdana
benderê Muxa û deverên dî bibîte egera nizimbûna wureya hêzên hikûmî û zêdebûna
nakokiyan di navbera hêzên başûrî û bakurî da.

Sebaret Îranê, mezintirîn destkeft di şiyanên Hûsiyan daye bo berfirehkirina
givaştinê li ser Siûdiyê bêyî ku Tehran neçar bibît xo bi xo biçîte di nav vê
rûbirûbûnê da. Îranê kontrola temam li ser Hûsiyan nîne û operasyonên wan bi
şêweyekê rastewxo birêve nabet, belê kartêkirina wê li ser vê grûpê ya mezine, û
pêşveçûnên dûmahiyê şiyanên Tehranê diyar kirin bo livandina hevrikiyê li Yemenê
bi awayekê ku xizmeta armancên wê yên herêmî biket. Herwesa mîlîşiyayên îraqî
yên girêdayî Îranê ve û êrîşên wan bo ser Siûdiyê, givaştineka zêdetir peyda
dikin û cengê Yemenê berfirehtir dikin.

Li gel vê çendê jî, herdu nivîskar hişyariyê didin ku Hûsî bi xo renge bihayekê
mezin bidine vê aloziyê. Yemen tûşî qeyraneka mirovî ya dijwar bûye, û zêdetir
ji nîva akincîyan hevrûyî nebûna xwarinê dibin, di demekê da ku nêzîkî şeş
milyon kesan di astên bin hejariyê da dijîn ku di birsîbûneka dijwar (xelayê) da
ne. Çend hevrikî dirêj bibît, givaştin li ser Hûsiyan zêdetir dibît bo
dabînkirina mûçeyan û çêkirineva rewşa aborî li wan deverên ew kontrol dikin. Ji
ber vê çendê, serkeftinên serbazî renge hêzeka danûstandinê ya mezintir bidine
vî grûpî, belê arîşeyên wan yên navxweyî çareser nakin.

Di dûmahiyê da, herdu nivîskar çi çareseriyên serbazî yên yeklaker bo arîşeya
Hûsiyan nabînin. Çunkî jinavbirina Hûsiyan bi hêzê tiştekê ne dîfakto ye,
herwesa berdewambûna lêdanan renge bibîte egera zêdebûna tundiya Hûsiyan û
berfirehbûna cengî.

Puxteya serekî ya vê şirovekariyê ewe ku şerê Yemenê nebûye şerekê xocihî yê
cudakirî; belku yê bûye givaştineka rastewxo bi hevrikiya Îranê li gel neyarên
wê. Ji ber vê çendê herdu nivîskar hişyariyê didin ku berdewambûna van
pêşveçûnên serbazî renge bibîte egera şerekê herêmî yê nû ku bi zehmete bi
dûmahî bêt, di demekê da ku çareseriya siyasî, zêdebarî aloziyên wê, dê mînît
wek rêka herî baş daku Yemenê ji rêkeka tarîtir ji ya nuke rizgar biket.

Jêder: https://www.foreignaffairs.com/yemen/irans-second-front

(*) Şirovekariyek ji nivîsîna: Emrîkî April Longley Alley û Allison Minor W. ji
îngilîzî: Şemal Akreyî

Top