• Saturday, 07 February 2026
logo

Dîroka şerê Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxê

Gulan Media October 4, 2020 Nûçe
Dîroka şerê Ermenistan û Azerbaycanê li Qerebaxê
Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de berdewam e. Nakokiyên herdu welatan, nakokiyên rojek û du rojan nînin. Ji destpêka avabûna herdu welatan ve bi berdewamî pirsgirêkên wan hebûne û bingeha van pirsgirêkan digihije berî sedsalê.

Şerê navbeyna Azerbaycan û Ermenistanê li ser Qerebaxê jinûve ketiye rojeva cîhanê.

Dezgehên ragihandinê yên cîhanê rojane weke yekemîn nûçe rewşa şerê Qerebaxê belav dikin, lîderên cîhanî daxuyani ser daxuyaniyan didin, daxwaza agirbestê dikin.

Gelo, arîşeyê navbeyna Azerbaycan û Ermenistanê çawa û kengî destê kiriye?

Ta sala 1917, Qafkasya bi tevayî erdê împaratoriya Rûsyayê bû. Bi şoreşa Oktoberê re, Vladîmîr Lenîn Rûsya ji Cengê Cîhanê derxist û artêşa rûs jî, bi tevayî xwe ji Qafkasyeyê vekişand.

Bê gumen, Artêşên Brîtanya û Osmanîyan jî yekser ketin Qafkasyayê.

Bi vekişîna rûsan re, sala 1918 li başûrê Qafkasyayê Azrbaycan, Gurcistan û Ermenistan serxwebûna xwe ragihandin.

Ji sala 1918 ta 19120-an şerê Azerbaycan û Ermenistanê ji ber Qerebaxê dom kir.

1919-an Fermandariya Brîtanyayê ya li Kafkasyayê – Qerebax û Zengezûr, ku piraniya şêniyên wê kurd bûn, weke erdê Azerbaycanê ragihand, lê bi mercê ku bîryara dawî dê li Konferansa Aştiyê ya Parîsê bê dayîn.

Sala 1920-an Konferansa Aştiyê ya Parîsê jî, Qerebax weke erdê Azerbaycanê pesend kir.

Meha Gulanê ya sala 1920-an 11-mîn Artêşa Sor ya hikumeta Rûsyaya Sovyetê bi alîkariya generalên tirk – Nûrî Paşa û Xelîl Paşa ket Azerbaycanê û paşê jî Ermansitan û Gurcistanê kontrol kir û hikumeta Sovyetê li her sê komarên nû raghand.

Sala 1921-ê Hikumeta Sovyetê jî bîryar girt ku Qerebax û beşekî Zengezûra kurdnîşîn di nava sînorên Azerbaycanê de bimînin.

Sala 1923ê bi bîryara Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst, di nava Komara Azerbaycanê ya Sovyetê de Wîlayeta Otonom a Qerebaxa Çiya û li beşekî Zengezûrê jî - Ûyezda (devera) Kurdistana Sor hatin damezrandin.

Belam, cuda ji Qerebaxa Çiya, Kurdistana Sor xwedî rêveberiyeke otonom nebû. Tenê hewil hat danîn ku bingeha perwerdeyiya bi zimanê kurdî were danîn.

Lê di encamê de sala 1929-ê statuya Ûyezdê ya Kurdistana Sor jî hat fesihkirin û li şûna wê 4 navçe: Kelbecer, Laçin, Qûbadli û Zengîlan hatin damezarandin.

Rewşa han, di maweya desthilatiya Sovyetê de 68 sal dom kir, ta ku sala 1991-an Yekîtiya Sovyetê hilweşiya.

Sala 1991-ê meclîsa Qerebaxa Çiya statuya xwe ya ji Wîlayetê guherand bi Komar û referandûmê serxwebûnê encam da. Û Sala 1992-an jî serxwebûna xwe ragihand.

Ev yek bû sedem ku Azerbaycan, ji bi kontrolkirina Qrebaxê hêzên xwe yên serbazî bajo ser wê herêmê. Ermenistan jî piştgiriya Qerebaxê kir.

Di encamê şerê ji sala1991-ê ta 1993-ê hêzên Ermeistanê di serî de navçeyên kurdnîşîn: Laçîn, Kelbecer, Qubadli û Zengîlan, her weha sê navçeyên azrînîşîn Agdam, Fizûlî û Cebrayîl kontrol kirin û nêzî mîlyonek şêniyên wan deveran jê derxistin.

Sala 1993-ê Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî ev yek weke dagirkirina erdê Azerbaycanê ji liya Ermenistanê ve, pesend kir.

Sala 1992-ya jî bi biryara Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê ji bo peydakirina çareseriya qeyrana Qerebaxê, li Mînski komek ji Rûsya, Amerîka û Fransayê hat damzrandin.

5-ê Gulanê sala 1994ê, bi navbeynkariya Rûsyayê li paytexta Kirgizistanê, Azerbaycan û Ermenistan Protokola Bîşkekê ya agirbestê wajo kirin. Mercên protokolê ew bûn, ku divê Ermenistan hêzên xwe ji 7 navçeyên derveyî Qerebaxê vekişîne, û paşê li ser statuya Qerebaxê gotûbêj bikin.

Ji sala 1994-ê ta meha Îlonê ya sala 2020-an gotûbêj û pevçûn dem bi dem pêşve çûn û rawestiyan.

Û 27 Îlonê sala 2020-an jî bi êrîşkirina hêzên Azerbaycanê re, şer bi hemû şîdeta xwe ve jinûve destpê kir.

1ê Îlonê Koma Mînskê: lîderên Rûsya, DYA û Fransa bilindbûna şîdetê li Qerebaxê şermezar kirin û bang li Azerbaycan û Ermenistanê kirin, ku bêyî mercên pêşîn, demildest agir bidin rawestandin.

Şer hê jî berdewam e.

Rudaw
Top