Amerîka huşdarî dide Tirkiyeyê
Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo ji Rojnamegeran re gotiye ku di şerê Lîbyayê de Tirkiye bo piştîvaniya Feyaz Serac ji Sûriyeyê cîhadî veguhast Lîbyayê û ew pêngava han bû sedema zêdetir bûna pevçûnan û kuştina xelkeke zêdetir.
Pempeo herwiha eşkere kiriye ku niha Tirkiye bo piştîvaniya Azerbaycanê cîhadiyan ji Sûriyeyê dişîne Qerebaxê, ew yek pêngaveke gelek metirsîdare û zirarê dide hewldanên bo aştî û ragihandina agir bestê û herwiha dibe sedema çê bûna komkujiyên nû li deverê bi destê wan cîhadiyan.
Pempeo herwiha huşdarî daye Tirkiyeyê û gotiye: Lazime Tirkiye dev ji wan gavên xwe berde.
Ji aliyeke din ve, Franse û Almanyayê jî beriya çend rojan gotibûn ku me belge hene ku Tirkiye ji Sûriyeyê cîhadî bo Qerebaxê şandine û gef li Tirkiyeyê kiribûn.
Herwiha roja pêncşema derbasbûyî nêrîngeha Sûrî bo mafên mirovan eşkere kiribû ku heta niha zêdetir ji 60 cîhadiyên Sûrî li Qerebaxê hatine kuştin.
