• Monday, 28 September 2026
logo

Mela Mehmûd Ezîz Şêx Bizinî endamê Liqa Kerkûkê ya Yekîtiya Zanayên Îslamiya Kurdistanê: Zanayên olî yên Kerkûkê herdem pêşengên xebata neteweyî û parastina rûmeta mirovî û nîştimanî bûne

Gulan Media September 19, 2026 Dîmane
Mela Mehmûd Ezîz Şêx Bizinî endamê Liqa Kerkûkê ya Yekîtiya Zanayên Îslamiya Kurdistanê: Zanayên olî yên Kerkûkê herdem pêşengên xebata neteweyî û parastina rûmeta mirovî û nîştimanî bûne

 

 

Di çarçoveya seredan û naskirina kesayetiyên olî û civakî yên diyar ên bajarê
Kerkûkê de, me ev hevpeyvîna taybet bi zanyarekî olî yê bi ezmûn û naskirî yê
bajar re pêk aniye, ku ew jî "Mela Mehmûd Ezîz Şêx Bizinî" ye, endamê liqa
Kerkûkê ya Yekîtiya Zanayên Îslamiya Kurdistanê û endamê Lîjneya Fetwaya Kerkûkê
ye. Ew yek ji sîmayên herî diyar ên xizmetê di warê olî de ye û temenê xwe di
ber belavkirina peyama aştî û zanistên şer'î de derbas kiriye. Herwiha roleke wî
ya berçav di rênîşandana civakê û bersivdana pirsên şer'î de heye. Ji bo
axaftina li ser têkelbûna ol û welatparêziyê me ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

• Raz û nihêniya têkelbûna îman û welatparêziyê li cem melayê Kurd çiye? Gelo ev
hest ji olê çavkanî girtiye, an pêwîstiyeke dîrokî bûye ji bo rêberîkirina
tevgera rizgarîxwaza neteweyî?

- Ola Îslamê îtîrafê bi pirrengiya netewe û zimanan dike, wekî ku di Qur'ana
Pîroz de hatiye: «We ce'elnakum şu'ûben we qeba'île lîte'arefû», ji vê yekê,
zanayên olî yên Kurd li bajarê Kerkûkê, ku dîrokeke wan a kevnar bi
Kurdistanîbûna bajar re heye, herdem parêzerên nasname û zimanê zikmakî yê
xwe bûne. Li vî bajarî zanayên Kurd wekî sembola rastîn a welatparêziyê têne
naskirin, heta ew kêmîneya zanayên Ereb û Tirkmenên ku li wir nîştecih bûn,
bi sedema exlaqê wan ê bilind û dadperweriya wan, bi Kurdan re yekdest û
teba bûn.

Yek ji wan kesayetiyên mezin û diyar, Mamoste Mela Omer Gumbetî bû, muderisê
Medreseya Mehmûdulxal û serokê lîjneya fetwayê bû. Di sala 1958an de wekî yekem
zana li Kerkûkê pêşwazî li vegera Mela Mistefa Barzanî kir. Herwiha Mamoste Elî
Fethulla, ku mirovekî xwedî pêgeheke civakî û endamê lîjneya fetwayê bû,
nimûneya mezinahiya zanayên wî serdemî yê bajar bû.

Di serdema zilm û stema rêjîma Be'sê de zanayên Kerkûkê ji çewisandinê
neditirsiyan. Mamoste Salihê Îmam Qasim, di dema êrîşên Enfalê de bi wêrekî di
civîneke fermî de rûbirûyî berpirsên rêjîmê bû û daxwaza rawestandina zilmê li
gelê Kurd kir. Ev helwesta nîştimanî bû sedema girtina wî, lê mamosteyên din ên
bajar bi yekdengî pişta wî girtin û li hember sivikatî û gefên tund ên midûrê
emnê çok danenîn. Ev dîroka tejî serwerî diselmîne ku zanayên olî yên Kerkûkê,
ji bilî bicihanîna erkên şer'î, herdem pêşengên xebata neteweyî û parastina
rûmeta mirovî û nîştimanî bûne.

• Gelo em dikarin bibêjin ku melayê Kurd di dîrokê de herdem wekî çepereke xurt
li dijî zilm û rêjîmên stemkar sekinîye?

- Zanayên olî yên Kurd li Kerkûkê herdem li dijî rêjîma Be'sê bûn û tenê bi
zorê beşdarî civînên wan dibûn. Partiya Be'sê baş dizanî ku piraniya melayan
Kurdperwer in. Kesayetiyên wek Şêx Elî, Şêx Geylanî û Şêx Yûsif li tekyeya
Talebanî, xizmeteke mezin ji bo doza rewa ya Kurd û bajarê Kerkûkê kirine.
Herwiha Mamoste Heme'emîn Baxecnêrî, ku serokê tew'iyeya dînî bû,
kesayetiyekî welatparêz û dijberê serhişk ê Be'sê bû. Di hucreyan de zanayên
mezin hebûn wek Mamoste Mela Omer, ku ez feqiyê wî bûm. Mamoste Osman Mecîdî
Qutbî jî, her çend bi Tirkmenî diaxivî, lê hestên wî yên Kurdayetiyê hebûn û
xwedî rêzeke bêhempa bû. Pêwendiya navbera mamosteyan wek bav û zarok bû,
bêyî cudahiya neteweyî, ew qet nebûn Be'sî û tenê di bin fişarê de bi wan re
rûdiniştin. Ev yekgirtin bûbû bingeha parastina nasnameya neteweyî û rê li
ber pîlanên rêjîmê digirt. Mamosteyên Kurd li bajarê Kurdistanperwer ê
Kerkûkê herdem pêşengên berevanî û welatparêziyê bûn û qet serê xwe ji
stemkaran re netewandin, dîrok şahidê vê rastiyê ye.

• Hûn rola hucre û tekyeyan di pêgihandina ola Îslamê û parastina nasnameya
neteweyiya Kurd de di dîrokê de çawa dinirxînin?

- Di salên şêstî yên sedsala borî de, li bajarê Kerkûkê hucre û feqî ne tenê
navendên îbadetê bûn, belku bibûn navenda serekî ya geşepêdana hizra
neteweyî û Kurdayetiyê. Piraniya feqiyên wî serdemî pêwendiyeke xurt bi
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re hebû, heta berpirsê liqa feqiyan li
Kerkûkê bi xwe melayekî olî bû. Ev jî nîşan dide ku ol û welatparêzî di
hestên paqij ên feqiyan de bi awayekî ciwan yekgirtibûn.

Her çend cewhera olê li ser bingeha hezkirin û yekbûna bawermendan bêyî cudahiya
neteweyî hatiye avakirin, lê Kurdên Kerkûkê bi sedema wêrekî û pêgeha xwe ya
xurt, mizgeftên xwe ji bo xizmeta doza rewa ya gelê xwe bi kar dianîn. Di wî
serdemî de, wane û xutbe bi Kurdî bûn û di dema desthilata Be'sê de, mamosteyan
bi şarezayî û bikaranîna zimanekî nerasterast wekî «Tewriye û Îsti'are», xelk ji
pîlanên rêjîmê hişyar dikirin.

Kesayetiyên wek Mamoste Elî Fethulla, Îbrahîm Mela Elî Leylanî û Elî Ehmed
Efendî, roleke wan a bibandor di vê rêyê de hebû. Herwiha Mamoste Elî Hîkmet
Efendî, ku di mizgeftekê de heftê feqiyên welatparêz perwerde kiribûn, baştirîn
nimûneya wan zanayên olî bû ku xizmeta ol û neteweyê bi hevdu re (bi awayekî
têkel) dikirin.

• Gelo em dikarin bibêjin ev mamoste û mela rêgir bûn li ber belavbûna hizra
tundrewî û tundûtûjiyê û parastina civakê ji tefereqê (duberekiyê)?

- Zanayên olî li Kerkûkê herdem li dijî tundrewî û tundûtûjiyê bûn, berdewam
tekezî li ser biratiyê dikirin. Di xutbeyên xwe de ayeta «We la tenaze'û
fetefşelû» dixwendin ji bo rêgirtin li duberekiyê di navbera Kurd, Tirkmen û
Ereban de. Heta dema ku alozîyên siyasî û êrîş li ser baregehên PDK û YNKê
diqewimîn, melayên bajar bi fermûdeya «Etrukûha fe'înneha muntine» bersiva
regezperestî û kînê didan. Ew li dijî şer û partîtiyê bûn, çimkî bawer
dikirin ku aştî bingeha serkeftinê ye. Ev helwest bandoreke zêde hebû di
parastina aramiyê û dûrxistina metirsiya duberekiyê de, çimkî li cem wan
herdem tebayî (lihevkirin) ji şer û neşadiyê baştir û pîroztir bûye ji bo
her kesî di nav bajarê Kerkûkê yê pirnetewe de.

• Hûn rola mamosteyên olî yên Kurd li Kerkûkê di çespandina çanda pêkvejiyana
aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên olî û neteweyî yên wî bajarî de çawa
dibînin?

- Di dîroka Kerkûkê de, zanayên olî yên Kurd semboleke geş a tebayî û hêza
neteweyî bûn. Wan bi giyanê lêborînê pêwendiyeke xurt bi pêkhateyên cuda yên
wek Xiristiyan, Kakeyî û Tirkmenan re hebû. Ev pêkvejiyan gihiştibû astekê
ku Xiristiyanên kevnar ên bajar bi Kurdiyeke şêrîn diaxivîn, wekî wî keşeyê
ku piştî bihîstina xutbeyeke cejnê, seredana mamosteyekî olî kir û pesnê kûr
ê peyamên mirovî yên nav xutbeyê da. Kurdan bi sedema yekdestî û reseniya
xwe, ne tenê rêgirî li çêbûna duberekiyê dikirin, belku destê biratiyê ji bo
Tirkmenên Şîe jî dirêj dikirin. Heta di serdema dijwar a Be'sê de,
mamosteyên olî yên navdar bi rêzeke mezin beşdarî şîn û boneyên pêkhateyên
din dibûn ji bo çespandina aştiya civakî di bajar de. Ev tevgerên nîştimanî
kiribû ku Kurd bibin navenda komker a hemû rengan û parêzvanê serekî yê
nasnameya pirçandî ya Kerkûkê. Di wî serdemî de, erkê pîroz ê olî û neteweyî
di xizmeta mirovayetî û axê de bûn, bi awayekî ku tu astengiyek nedibû kelem
li ber wê yekrêziya dîrokî ya navbera pêkhateyan. Ev dîroka tejî serbilindî
ya pêkvejiyanê, berhema zanayîya melayê Kurd û rêzgirtina kûr ji pirrengî û
cudahiyan re bû, ku Kerkûk kiribû navendeke bêwêne ya lêborîn û hezkirinê li
tevahiya navçeyê da ku ji bo herdem bimîne.

Pêwendiya navbera Kurd û Tirkmenan li bajarê Kerkûkê dîrokeke gelek kûr û tejî
tebayî û pêkvejiyana aştiyane heye. Tevî hinek nakokiyên siyasî yên partîtiyê,
lê cemawerê herdu aliyan herdem wekî yek malbatê bûne; bi hev re nan xwarine û
di kar, bazar û çandiniyê de şirîk bûne. Sala 1983an li Qelaya Kerkûkê ez bi xwe
şahidê dîmeneke tejî bawerî bûm, dema cîranekî Tirkmen kilîla mala xwe da destê
Mam Resûlê Kurd da ku bide zarokên wî. Ev nimûneya herî bilind a wê emanet û
dilpakiya di navbera wan de bû. Bêguman ew serdem tejî hezkirin û rêzgirtin bû,
dûr ji dexesî û kînê. Min diwanzdeh salên temam li Qelayê jiyana xwe derbas kir,
ji bilî bedewî û biratiyê, min tiştek ji Tirkmenan nedît. Ew baweriya kûr
bingeha jiyana wan bû ku tê de kilîla malê emanetî hevdu dikirin û dil ji bo
hevdu vekirî bûn. Ev pêkvejiyana resen divê bibe waneyeke girîng ji bo nifşên
niha, da ku bizanin çawa bêyî cudahiya neteweyî û bi aştî û tebayî em bi hev re
jiyane. Pêwîst e ev dîroka ciwan bê parastin û neyê kirin qurbaniya
berjewendiyên siyasî yên demkî, çimkî reh û rîşên van herdu neteweyan di nav axa
vî bajarî de bi hev re têkel bûne û tu hêzeke pîs nikare vê biratiya kevn û
dîrokî têk bibe, çimkî ew xwediyê yek ax û çarenûsê ne.

• Erkê mamosteyên olî di yekxistina gotara nîştimanî, rûbirûbûna fîtneyê û
parastina qewareya Herêmê de di vê qonaxê de çiye û çawa dikarin giyanê
Kurdperweriyê di nav civakê de xurtir bikin?

  • Mamosteyên olî li Kerkûkê herdem parêzvanên nasnameya neteweyî û olî bûne.
    Em wek zanayên Kurd, me rê neda pêgeha Kurd di lîjneya fetwayê de were
    lawazkirin û bi hewldanên xwe em karîn piraniya Kurd biparêzin û me selmand
    ku rola me li Kerkûkê bingehîn e. Derbarê gotara tundrewî û tekfîrî de, di
    salên borî de hewldaneke zêde hebû ji bo belavkirina hizra biyanî û
    êrîşkirina ser nerîtên meyên olî, lê bi gotareke hêmin û zanistî em li ber
    wan sekinîn û em bi ser ketin. Niha bandora wan hizran li ser ciwanan gelek
    kêm bûye. Ji aliyekî din ve, di pirsa yekrêziyê de me hewl daye dawî li
    milmilanê û tundûtûjiya partîtiyê bînin. Niha li Kerkûkê giyanê Kurdayetî û
    welatparêziyê serdest e bi ser partîtiyê de. Xelk gihiştiye wê qenaetê ku
    berjewendiya neteweyî di ser her tiştî re ye. Em wek mamosteyên olî di
    meclîs û qadên civakî de berdewam tekezî li ser wê yekê dikin ku bila her
    kes partiya xwe hez bike, lê nabe milmilaniya partîtiyê bibe sedema
    duberekiyê. Erkê me parastina wê yekrêziyê ye ku zamînê (misogerî) mana
    qewareya Herêmê û parastina mafên me yên neteweyî ye di vî bajarî de, çimkî
    welatparêzî tenê rêya serkeftinê ye di vê qonaxa hestiyar de. Divê her kes
    ji bo yek armancê têkoşînê bike da ku Kurd wek neteweyeke xurt û yekgirtî
    bimîne. Dîroka Kerkûkê diselmîne ku rola zanayan di çareserkirina pirs û
    kêşeyên civakî û sulha pêkhateyan de herdem bibandor bûye û di paşerojê de
    jî wek pêwîstiyeke girîng wê bimîne.

 

Top