Louise Tillin, profesora zanistên siyasî li Koleja Paşayetî li Londonê ji bo Gulanê: Pirsa bingehîn li Iraqê, pêşxistina çandeke siyasî ye ku wekî nirxekî destûrî rêzê li federalîzmê bigire.
Louise Tillin, profesora zanistên siyasî li Koleja Paşayetî (King's College) li
Londonê ji bo Gulanê: Pirsa bingehîn li Iraqê, pêşxistina çandeke siyasî ye ku
wekî nirxekî destûrî rêzê li federalîzmê bigire.
Federalîzm yek ji wan şêweyên girîng ên hikûmraniyê ye ku ji bo rêkxistina
pêwendiya di navbera hikûmeta navendî û yekeyên herêmî de tê bikaranîn, lê belê
cîbicîkirin û têgihiştina ji wê ji welatekî heta welatekî din cuda ye. Di vê
hevpeyvînê de, Profesor Louise Tillin, profesora zanistên siyasî li Koleja
Paşayetî li Londonê, bi hûrî qala cureyên cuda yên federalîzmê û ezmûna
Hindistanê dike û pêwendiya di navbera federalîzm, siyaseta giştî, xweşguzeranî
û serxwebûna darayî ya herêman de dixe rû. Herwiha, di nava bersivên xwe de,
berawirdiyekê (muqayeseyekê) di navbera ezmûna Hindistan û Iraqê de, bi taybetî
pêwendiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de pêşkêş
dike. Tillin tekez dike ku serkeftina federalîzmê ne tenê bi sazî û yasayan ve
girêdayî ye, belkî pêwîstiya wê bi avakirina çandeke siyasî heye ku federalîzmê
wekî nirxekî bingehîn ê destûrî binase û her du astên navendî û herêmî pêbendî
sînorên xwe bin.
• Eger em derbarê federalîzmê de ji pirseke berawirdî (muqayeseyî) di navbera
federalîzma Amerîka û federalîzma Hindistanê de dest pê bikin, ku ya yekem bi
federalîzmekê tê wesfkirin ku encama "pêkvekomibûnê" ye, di demekê de ku
federalîzma Hindistanê bi wê yekê tê naskirin ku ji bo "pêkvegirêdan"a
pêkhateyan hatiye, dîtin û nêrîna we di vî warî de çî ye?
- Di rastiyê de ev polenkirin (tesnîfkirin) sûda xwe heye û dibe alîkar di
têgihiştin û nêrîna li formên cihêreng ên federalîzmê li cih û navçeyên cuda
yên cîhanê de. Çimkî di rastiyê de cudahiyeke girîng heye di navbera wê
federaliyeta ku tê holê di encama pêkvekomibûna çend dewletan de ku berê
xwedî serwerî bûn û tên rêkeftinê li ser komkirina serweriyên xwe dikin, ev
haletekî cuda ye ji wê ya ku li Hindistanê li holê ye. Çimkî li vî welatî,
yekem xislet û sîmaya federalîzmê di serdema mêtingeriyê (kolonyalîzmê) de
derket, herçend di wê demê de bi temamî nehatibû dariştin. Wiha bû ku piştî
radestkirina desthilatê ji Hindistana mêtingerkirî bo Komara Hindistanê,
federalîzm di nava sîstema destûrî de hat çespandin. Di encamê de desthilat
ji hikûmeta navendî -ku berê mêtinger (îstî'marî) bû- ber bi xwarê ve hatin
daxistin. Lê belê mesele ne tenê hikûmranî û desthilata mêtingeriyê bû,
çimkî di wê demê de nêzîkî 560 herêm hebûn, ku pêwendiyên cuda bi îdareya
mêtingeriyê re hebûn û ji rûyê qebare û çavkaniyan ve cihêreng bûn. Li gelek
ji van herêman, bi taybetî herêmên mezin, israra li ser serweriyê hebû, ev
yek heta nivîsîna destûra Hindistanê jî her li holê bû; her du herêmên
Heyder Abad û Keşmîr, du mînakên berçav in di vî warî de. Ji vê rûyê ve, ez
wiha difikirim ku baştir e federalîzma Hindistanê wekî têkeleke ji
"pêkvekomibûn" û "pêkvegirêdan"ê bi nav bikim.
• Her derbarê federalîzma Hindistanê de, hûn qala bandora sîstema partiyetî
dikin li ser pêwendiya di navbera federalîzm û siyaseta giştî û dabînkirina
xweşguzeraniyê de. Gelo hûn wiha difikirin ku navendîbûna zêdetir dibe sedema
dabînkirina xweşguzeraniyeke baştir? Gelo navendîbûna zêdetir di heman demê de
nabe sedema lawazkirina aboriya siyasî û pirsa xwerêveberiya herêman?
- Pirsên we çend nîqaşan li xwe digirin ku pêwendîdar in bi wan lêkolînan ve
yên ku min di salên borî de encam dane. Herwiha ev pêwendî bi şêweyên cuda
yên têgihiştina me ji dewleta xweşguzeran û performansa Hindistanê di vî
warî de heye. Çimkî bikaranîna şêwaza navendîbûnê di çarçoveya federalîzmê
de li Hindistanê ji bo wê bû ku sîstemeke niştimanî ji bo tora sîgorteya
(bîmeya) civakî pê bê bihêzkirin. Ku di niha de tenê wan fermanberan li xwe
digire yên ku di nava kerta fermî ya aboriya Hindistanê de têne naskirin, ku
ev jî tenê ji sedî 10ê hêza kar a vî welatî ye. Yên din beşdar in di formeke
din a sîgorteya civakî de ku tê de fermanber û xwedîkar (karsaz) beşdariyê
di sîstemeke navendî de dikin, ku çendîn sûdan ji wan re dabîn dike, bi
taybetî ji bo çavdêriya tenduristiyê. Berfirehbûna vê dawiyê kir ku
alîkariya civakî çend şêweyên cihêreng werbigire ku min hinek ji wan bi nav
kiriye "Bernameya xweşguzeraniyê ya li ser bingeha mafan", herwiha hewaleyên
rasterast (veguhastinên pereyan ên rasterast). Bi rêya sepandin û wergirtina
bacê, darayî (fînasman) ji bo van alîkariyan tê dabînkirin. Di encamê de,
nakevin bin barê wê milmilaniya asoyî ya di navbera herêman de heyî, ku dibe
bibûna sedema rêgiriya li pêş rêkarên sîgorteya civakî. Lê belê di niha de
mezintirîn gef li ser bernameyên xweşguzeraniyê, pêk tê ji milmilaniya di
navbera hikûmeta niştimanî û hikûmetên herêman de, ne milmilaniya asoyî ya
di navbera xwedî herêman de.
• Di federalîzma Hindistanê de, sîstema dabeşkirina dahat û çavkaniyên darayî di
navbera hikûmeta navendî û wîlayetan de çawa kar dike û heta çi radeyê ev sîstem
hevsengiyeke darayî di navbera navend û wîlayetan de dabîn dike?
- Di rastiyê de ev pirsek e ku bandoreke rasteqîn heye li ser şiyana herêman
ji bo kûrkirina bernameyên xweşguzeraniyê yên taybet bi xwe. Ev bûye qadeke
berçav a milmilaniya di navbera hikûmeta navendî û herêman de. Wa ye
hikûmeta navendî dixwaze desthilateke darayî ya zêdetir hebe, daku
bernameyên -navendî- yên xweşguzeraniyê pê berfireh bike û vê yekê jî ji bo
bidestxistina destkeftên siyasî bikar bîne. Hikûmetên herêman jî -bi taybetî
herêmên dewlemend- zêdetir rûbirûyî pirsa komkirina dahatê ji bacên xwemalî
(lokal) dibin, ku diçin nav xezîneya hikûmeta navendî. Nîqaşa serekî ya wan
ew e ku divê desthilateke wan a zêdetir hebe ji bo dabînkirin û peydakirina
darayiyê daku sîstemên xweşguzeraniyê yên taybet bi xwe li ser asta lokalî
berfireh bikin. Tê pêşbînîkirin ku di salên dahatû de ev nîqaş tundtir bibe
ji ber ku girêdayî bi pirsa nûnertiya siyasî ye li ser asta niştimanî; ku
herêmên başûr, bi taybetî, ji aliyê wan partiyan ve têne birêvebirin ku
rikberên partiya "Bharatiya Janata (BJP)" ne li ser asta navendê. Çimkî ev
herêm dewlemendtir in û dahateke zêdetir – bi rêya baca lokalî – ji bo
xezîneya dewletê dabîn dikin, lê belê qad û rûbera nûnertiya wan di
parlementoyê de kêmtir bûye. Her ji vê nêrînê, di nava danûstandinên
parlementoyê de ev herêmên başûr zêdetir berhildaniya rêkarên darayî yên
federalî -li ser asta navendî- dikin û daxwaza serxwebûneke darayî ya
zêdetir dikin. Nexwe qada serekî ya milmilaniyê, ango astengiya serekî di
pêwendiya bi berdewambûna bernameyên xweşguzeraniyê li ser asta herêman li
Hindistanê, pêk tê ji pirsa serxwebûna darayî.
• Iraq wekî dewleteke federal ezmûneke cuda û balkêş dixe rû. Ku hêj çendîn
kêşeyên mezin û demdirêj hene di navbera Herêma Kurdistanê -wekî herêmeke
federal- û hikûmeta navendî de. Bi taybetî ewên ku pêwendiya wan bi dabeşkirina
dahata petrolê, navçeyên nakokî li ser (mînak; Kerkûk) û îdarekirina kêlgehên
petrolê ve heye. Gelo ezmûna Hindistanê dikare çi waneyekê bide dariştvanên
siyasetê û lêkolîneran di warê anîna holê ya sîstemeke federal a aktîv de?
- Di rastiyê de pirsa dahata çavkaniyên siruştî (xwezayî) rewş û haletekî pir
cuda ye li Iraqê eger em berawirdî (muqayese) bikin bi ezmûna federalîzma
welatê Hindistanê re, herçend niha li Hindistanê jî guftûgo û nîqaşeke zêde
tê kirin derbarê mafê herêman ji bo sûdwergirtina ji çavkaniyên kanzayî
(madenî) yên nava xaka xwe de. Ku di vî warî de hikûmeta navendî bi perok e,
ango di proseya navendîkirina desthilatên xwe de ye li ser çavkaniyan. Di vî
warî de hewl dide biryara vê dawiyê ya Dadgeha Bilind a welat pêçewane bike
(betal bike) ku biryar dabû van mafan bide herêman. Ew tişta ku Iraq dikare
jê waneyekê werbigire di pêwendiya bi ezmûna Hindistanê ve, ew e ku dubare
pêdaçûn (çavpêxistin) bê kirin derbarê îdarekirina piralîbûnê di nava
sîstema wê ya federal de. Ji vî rûyî ve ez wiha difikirim ku pirsa serekî li
Iraqê ew e gelo dê çandeke siyasî bê pêşxistin ku rêzgirtin û îtîrafkirina
bi federalîzmê wekî nirxekî bingehîn ê destûrî li xwe bigire? Divê di vî
warî de hem hikûmeta navendî û hem jî hikûmetên herêmî xwe sînor bikin
(sînordar bikin). Niha li Hindistanê metirsî di wê yekê de derdikeve holê ku
çanda xwesînorkirinê lawaz bûye, di encamê de milmilaniyek tundtir di
navbera herêman û di çarçoveya federalîzmê de dirust bûye. Ez nizanim gelo
lêkolînên "Michael Burgess" pêwendîdar in bi Herêma Kurdistanê ve yan na, ku
ew zêdetir qala naverok û ruhê federalîzmê dike, ku mebesta wî ew bû nabe
tenê wekî komek sazî (muesese) li federalîzmê binêrin, belkî wekî şêwazekî
hizirkirina di siyasetê de jî. Ez nizanim gelo ev waneyek e ji Hindistanê,
lê belê ez wiha difikirim ku bi giştî pêwendîdar e bi her kesê ku girîngiyê
bi paşeroja federalîzmê bide. Mebesta min ew e, pêwîst e em li ser wê yekê
bifikirin ku çawa em derbirînê ji naveroka federalîzmê bikin û berevaniyê lê
bikin, di rojên wiha de ku zêdetir ber bi neteweperestiya (nasyonalîzma)
piraniyê ve diçe, ku guşareke zêdetir dirust dike li ser sîstemên federal ên
piralî ji rûyê etnîkî û neteweyî ve li seranserê cîhanê.
