• Monday, 28 September 2026
logo

Michael Pettis, endamê bilind ê Enstîtuya Carnegie ji bo Aştiya Navneteweyî ji Gulanê re: Sermayeya Kurdistanê ne tenê petrol e, belkî pêgeha wê ya cografî ye wekî navendeke bazirganî ya vekirî ji bo girêdana stratejîk a di navbera Iraq, Tirkiye û bazarên

Gulan Media September 16, 2026 Dîmane
Michael Pettis, endamê bilind ê Enstîtuya Carnegie ji bo Aştiya Navneteweyî ji Gulanê re: Sermayeya Kurdistanê ne tenê petrol e, belkî pêgeha wê ya cografî ye wekî navendeke bazirganî ya vekirî ji bo girêdana stratejîk a di navbera Iraq, Tirkiye û bazarên

 

Profesor Michael Pettis, endamê bilind e li Enstîtuya Carnegie ji bo Aştiya
Navneteweyî û profesorê darayî (fînans) ye li Zanîngeha Peking. Ew ne tenê
teorîsyenekî akademîk e, belkî xwediyê ezmûneke dewlemend a meydanî ye di
bazarên darayî yên cîhanê de (Wall Street), herwiha di jiyana xwe ya pîşeyî de
wekî şêwirmendekî bilind ê navneteweyî rola xwe dîtiye di dariştina sîstema
bankî û rêkxistina deynên serwerî yên welatên wekî Meksîk, Koreya Başûr û
Makedonyayê de. Nêrînên wî yên kûr derbarê "Bêhevsengiyên bazirganî" û paşeroja
aboriya cîhanê, di pirtûka wî ya navdar "The Great Rebalancing" de reng daye. Ji
bo axaftina li ser pirsên pêwendîdar bi milmilaniya bazirganî ya di navbera
Amerîka û Çînê û paşeroja welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê, me ev
hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

• Di gotara xwe ya nû de li kovara Foreign Affairs bi sernavê "Hevsengiyeke
mezin di rê de ye", te amaje bi wê yekê kiriye ku bêhevsengiyên bazirganî yên
niha yê cîhanê, nikarin bo demeke nediyar berdewam bin. Pirsa serekî ev e, kî
berpirsyariya têçûya (xerca) vê rêkxistinê hildigire? Kîjan hêz îro vê
hevsengkirinê dikin karekî neçarî û ev prose di salên dahatû de dê çawa bi pêş
ve biçe?

- Sedema bingehîn û neçarî ji bo proseya hevsengkirina aboriya cîhanî,
vedigere ji bo wê yekê ku ew mîkanîzmayên dariştî yên ku bo demeke dirêj ev
bêhevsengî ragirtibûn, xwedî digihin xala dawî û asêbûna temam. Zêdebûna
berdewam a bazirganiyê di bingehê de hevta ye li gel paşekewta (teserûfa)
zêde di asta niştimanî de û li hember de jî, kurtanîna bazirganî rengvedana
wan sîstemên aborî ye ku kar ji bo helmijîn û derbaskirina wê paşekewta zêde
dikin. Dîrok û lojîka aborî ji me re dibêjin ku ti aliyekî vê hevkêşeyê
nikare ji bo demeke bêsînor li ser vê rêreya aloz berdewam bibe.

Di vê çarçoveyê de, welatê Çînê mînaka herî eşkere û rasterast e. Modela
geşesendina wî welatî bi awayekî serekî pişta xwe bi veberhênana xurt û kerta
pîşesaziyê ve girêdaye, di demekê de ku para bikaranîna (serfkirina) malbatan di
dahata neteweyî de di asteke pir nizm de ye. Bi sedema kêmûna rêjeya vegeriyana
veberhênanan û guherîna wan bo asta nerênî (negatîf), Çîn neçar bûye ji bo
saxkirina berhemên xwe yên zêde, pena bibe bo xwastên (daxwazên) bazarên derve.
Ji ber ku qebareya wan deynên ji bo piştgiriya vê veberhênana xurt hatine
bikaranîn li Çînê pir bilind e û tenê Japonya di pêşiya wê de ye, şiyanên Çînê
ji bo berdewambûna li ser vê modelê gihîştiye sînorekî metirsîdar. Ev rewş dema
aloztir dibe ku cîhan û bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, êdî ne amade
ne wekî berê zêdeya berhema welatê Çînê werbigirin.

Ji aliyekî din ve, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rûbirûyî kêşeyeke bi temamî
berevajî bûye. Ev welat her tim wekî mezintirîn komkerê paşekewta zêde ya cîhanî
rol dîtiye, ev jî bi sedema kûrahî û vekirîbûn û hêza bazarên wê yên darayî ye.
Herçend hatina sermayeya biyanî rê daye Amerîkayê ku asteke bilind a xwastê
(daxwazê) rabigire, lê belê ev jî sînorekî diyarkirî heye û nabe bêyî zêdebûna
deynan, an jî dirustbûna şêwandina stratejîk di aboriya navxweyî de berdewam
bibe. Nexwe, pirsa serekî li vir ne ew e, gelo bêhevsengî têne çareserkirin an
na? Çimkî dîrokê selmandiye ku her tim hatine çareserkirin, belkî pirsa cewherî
ew e ev guherîna mezin çawa rû dide û di dawiyê de kî baca giran a vê rêkxistinê
digire stûyê xwe, di vê cîhana nû de ku ber bi hevsengiyê ve diçe?

• Çima tenê sepandina gumrikê bêhevsengiya aboriya cîhanî çareser nake? Çawa
guherîn di asta bikaranîna navxweyî, veberhênan û dadperweriya di dabeşkirina
dahatê de, dibin kilîla rastîn ji bo rêkxistina hevsengiyên aborî yên di navbera
welatên xwedî zêdeyî û kurtanînê de?

- Sepandina gumrikê tenê çavkaniya hawirdekirinê (îthalatê) diguherîne, lê
nikare binyata bêhevsengiya di navbera paşekewt û veberhênanê de ku dibe
sedema kurtanîna bazirganî çareser bike, meger bi awayekî giştgîr û pir
bilind bê cîbicîkirin. Eger ev bêhevsengiya bingehîn wek xwe bimîne,
kurtanîna bazirganî tenê li welatekî din serî hildide. Ji bo guherîneke
rastîn, pêwîst e welatên xwedî zêdeya darayî, dahatê ber bi malbatan ve
araste bikin, ta ku asta bikaranînê bilind bibe û piştgirêdana bi
hinardekirin û veberhênana zêde kêm bibe. Di hember de, ji bo Dewletên
Yekbûyî yên Amerîkayê ev bi wateya zêdekirina paşekewta navxweyî û kêmkirina
piştgirêdana bi paşekewta derve tê ji bo têrkirina xwastê (daxwazê). Ev
prose di bingehê de guherîneke binyatî ye di şêwaza dabeşkirina dahata
navxweyî û rêkxistina têkrayiya xwastan de, ne tenê guherîna sade ya
sîyasetên bazirganî, belkî pêwîstî bi çaksaziyên pêwendîdar bi dahata sercem
welatan heye.

• Gelo egera wê çend e ku Ewropa bibe asoya wergirtina zêdeya berhemhênana
cîhanî? Eger şiyana siyasî ji bo reformê nebe, gelo milmilaniya bazirganiya
Amerîka-Çînê ber bi Çîn-Ewropayê ve geş dibe? Ev senaryo çawa nexşeya paşeroja
sîstema bazirganiya cîhanî û pêwendiyên navneteweyî dadirêje?

- Tê pêşbînîkirin ku ev pir çaverêkirî be. Eger xwesteka Amerîkayê kêm bibe ji
bo wergirtina berhemên zêde yên welatê Çînê, wê demê bêguman beşek ji wan
kelûpelan û herikîna sermayeyên pêwendîdar ber bi Ewropayê ve têne
arastekirin. Wê demê Ewropa rûbirûyî heman wê bijardeya siyasî dibe ku îro
Amerîka pê de derbas dibe: Gelo wan zêdeyan di nav xwe de bihewîne, an neçar
bibe guherînê di pêkhateya xwe de bike. Eger Ewropa nikaribe xwast û
bikaranîna navxweyî bi wî awayî zêde bike ku paşekewtên xwe û yên Çînê jî
hezim bike, wê demê egereke mezin li pêşiya me ye ji bo dîtina bacên gumrikê
yên zêdetir û peyrewkirina siyaseta pîşesaziya parastinê. Metirsî li vir e
ku sîstema bazirganiya cîhanî ber bi parçekirinên zêdetir ve gav biavêje, bi
awayekî ku her aboriyeke mezin hewl bide têçûya (xerca) çaksaziyan ji bo
aliyekî din veguhêze. Ev jî ne tenê hevsengiyên bingehîn rêk naxe, belkî
proseya çareserkirina kêşeyan tije milmilanî û bi awayekî îronîk di dawiya
rêyê de pir bi têçûtir (bihaytir) û sextir dike.

• Hevsengiyên nû yên aboriya cîhanî çawa kar dikin ser aboriya welatên Kendavê û
navçeyê, di demekê de ku dahat, planên geşepêdanê û stratejiyên veberhênana wan
bi kûrî bi xwastên bazara enerjiyê, rêreyên bazirganiya navneteweyî û
milmilaniya dijwar a jeopolîtîk a di navbera zilhêzan de ji bo bidestxistina
hegemoniya aborî ve girêdayî ne?

- Navçeya Kendavê bi sedema pêgeha xwe wekî hinardekareke enerjiyê û xwedî
sermayeyeke zebeleh, li beramberî bandora tund a hevsengkirina aboriya
cîhanî ye. Eger cîhan ji modela kevn a di navbera Amerîka û Çînê de dûr
bikeve, herçend xwasta (daxwaza) ji bo enerjiyê dê berdewam bibe, lê belê
cografyaya bazarê û tevgera darayî bi awayekî dramatîk diguhere. Ev rewş
derfet û metirsiyê bi hev re diafirîne. Derfet di wê de ye ku welatên
Kendavê sermayeyên xwe yên derve bikin çavkaniyek ji bo geşepêdana
berhemhênana navxweyî, ne tenê wekî amûrekê ji bo komkirina darayî ji derve
bikar bînin. Lê belê metirsî ew e ku bêyî hebûna xwasteke navxweyî ya
rastîn, tenê berê xwe bidin avakirina jêrxanên bêfeyde û kargehên mezin. Di
cîhaneke nû de, serweriya rastîn tenê di hebûna sindoqa diravî ya niştimanî,
an projeyên zebeleh de kurt nabe. Belkî baştirîn cureyê serweriyê pêk tê ji
şiyana afirandina xwasteke navxweyî ya berhemhêner ku wisa bike aboriya
welat ji bo saxkirina berhemên xwe, êdî bi temamî pişta xwe bi bazarên derve
negirêde û serxwebûna aboriya xwe biparêze. Ev guherîna bingehîn dibe kilîla
serkeftinê di paşerojeke nediyar de ku tê de milmilaniya aboriya cîhanî
guherînên pir mezin û bilez bi xwe ve dibîne û hevsengî di berjewendiya
welatên xwedî berhema navxweyî de dişkê ta ku bikaribin li hemberî hemû
qeyranan bi serbilindî û cêgîr (îstîqrar) bimînin.

• Çawa Iraq û Herêma Kurdistanê dikarin aboriya xwe ji piştgirêdana bi petrolê
rizgar bikin? Çi pêşengiyeke pratîkî (kirdeyî) pêwîst e ji bo geşepêdana kerta
taybet, jêrxan û birêvebirina dahatan, ta ku di rûyê bazirganî û veberhênanê de
xwedî aboriyeke bihêztir û xweragir bin?

- Iraq li berdem derfeteke zêrîn de ye ku pir bi asanî ji dest diçe. Armanca
stratejîk a dewletê nabe tenê ji cihêrengkirina (pirrengkirina) çavkaniyên
dahatê pêk bê, belkî divê bikaranîna petrolê wekî amûrekê ji bo avakirina
binyata aboriyekê be ku di paşerojeke dûr de bikaribe bêyî piştgirêdana bi
wê samanê berdewam bibe û geş bibe, ev jî guherîna felsefeya hikûmraniyê ye
ji bo nêrîneke bi temamî cuda û modern.

Di pêştirîn kar de divê terxankirina dahata niha ya petrolê ji bo rexsandina
jîngeheke guncaw be ku kerta taybet tê de geş bibe û berhemhêner bibe, ev jî
tenê bi rêya dabînkirina karebaya (elektrîka) berdewam, pêşxistina veguhestinê,
nûjenkirina pêwendiyan, karkirina (aktîvkirina) kerta darayî, parastina mafê
xwedîtiyê û di ser hemûyan re jî hebûna yasa û rêsayên pêşbînîkirî pêk tê.
Pêwîst e bê zanîn ku jêrxan bi tenê ne geşepêdan e, divê Iraq hişyar be di
guherîna aboriyeke "petrol-mîhwer" de ji bo aboriyeke "veberhênan-mîhwer" ku tê
de hikûmet bileztir ji şiyana rastîn a bikaranîna kerta taybet, dest bi
avakirina proje û jêrxanên curbicur bike.

Iraq xwedî pêgeheke cografî ya bêwêne ye di navbera welatên Kendavê, Tirkiye,
Îran û bazarên mezin ên Ewropa û Asyaya Navîn de. Eger dewlet bikaribe jêrxaneke
pêbawer a bazirganî, enerjî û veguhestinê damezrîne, Iraq dibe dergehê serekî ji
bo tevgera kelûpel, enerjî û sermayeyê di navbera van navçeyên cuda de. Lê belê
ev cografya tenê wê demê dibe sûdeke aborî ku saziyên niştimanî rê bidin û
asankariyê bikin ji bo kerta taybet ta ku bikaribe vê derfeta mezin bi serkeftî
biqozê. Pêwîst e dahata petrolê wekî veguhestineke demkî ya sermayeyê ji
samaneke siruştî ber bi sermayeya darayî, fîzîkî û mirovî ve bê dîtin. Ji ber wê
pêwîst e ji bo her xerciyeke mezin a hikûmetê ev pirs bê kirin: Gelo ev yek
Iraqê berhemhênertir dike, dema nirxê petrolê dadikeve, an tenê rêyek e ji bo
dabeşkirina dahata niha ya welat? Ji bo Herêma Kurdistanê jî heman prensîp
(bingeh) karîger e û dibe ku li vir pêwîstî hîn zêdetir jî bibe. Mezintirîn
samana Herêmê ne petrol e, belkî şiyana wê ye ji bo bûyîna navendeke bazirganî
ya vekirî û girêdana di navbera Iraq, Tirkiye û cîhanê de. Di serdemeke tije
milmilanî û bazirganiya belavbûyî de, ev cure pêwendiya aborî xwedî nirxekî
girîng ê bêwêne ye ji bo hemû navçeyê.

Pîvera rastîn a serkeftina cihêrengkirinê (pirrengkirinê), ne hejmara projeyên
ne-petrolî ye, belkî ew e ku gelo deh, an bîst salên din, xwedîkarekî
(karsazekî) iraqî dikare kar û bznsekê serkeftî ava bike, bêyî wê yekê ku
pêwîstiya wî bi wê hebe ku hikûmet, an kerta petrolê bibe çavkaniya xwast
(daxwaz) û dahata wî.

 

 

Top