• Monday, 28 September 2026
logo

rofesor Christian Lequesne lêkolînerê bilind ê Enstîtuya Zanistên Siyasî ya Parîsê ji bo Gulanê: Eger cîhan hevsengiya di navbera piştgiriya ji bo kurdan û cîranên wan de bi başî biparêze, kurd bi nasnameya xwe ya tolerans (lêborîn) wê bibin pira di navbe

Gulan Media September 14, 2026 Dîmane
rofesor Christian Lequesne lêkolînerê bilind ê Enstîtuya Zanistên Siyasî ya Parîsê ji bo Gulanê: Eger cîhan hevsengiya di navbera piştgiriya ji bo kurdan û cîranên wan de bi başî biparêze, kurd bi nasnameya xwe ya tolerans (lêborîn) wê bibin pira di navbe

 

Profesor Christian Lequesne yek ji navên herî diyar û bibandor ên qada zanistên
siyasî û lêkolînên navneteweyî ye li ser asta Fransa û Ewropayê. Ev akademîsyenê
navdar ê ku di sala 1962an de ji dayik bûye, tenê wekî profesorekî asayî li
Enstîtuya Zanistên Siyasî ya Parîsê (Sciences Po) nayê naskirin, belkî ew yek ji
wan bîrmendan e ku kûrahiya siyaseta ewropî û pêkhateya Yekîtiya Ewropayê bi
hûrgilî şîrove kiriye.

Ji bo axaftina li ser pêgeha Fransayê li nav Yekîtiya Ewropayê û siyasetên
«Emmanuel Macron» ji bo serxwebûna Ewropayê û girîngiya kurdan di siyaseta niha
ya Fransa û Ewropayê de, me ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

• Di pirtûka xwe de hûn amaje bi durûtiya (du-aliyetiya) Fransayê dikin di
navbera hewldana serkêşiya Ewropayê û parastina berjewendiyên nîştimanî de, gelo
di siya şerê Ukraynayê û astengiyan de, Parîs hîn jî xwediyê wê giraniya siyasî
û aborî ye da ku wekî dînemoya sereke ya Yekîtiyê bimîne, an ev hevsengî êdî ne
guncaw e?

- Ev hevsengiya neîstîqrar a di navbera serkêşîkirin û rêgiriyê de, ya ku ez û
«Thierry Chopin» şîrove dikin, taybetmendiyeke pêkhateyî ya siyaseta
Fransayê ye di Yekîtiya Ewropayê de. Fransa wekî hêzeke navîn a xwedî
pêgeheke cîhanî, ji bo nîşandana desthilatdariya xwe pêwîstiyeke wê ya tam
bi Ewropayê heye, Serok Macron jî siyaseta xwe ya derve li ser bingeha vî
projeyê hêzê ava kiriye. Fransa xwediyê çendîn hêmanên resen ên hêzê ye û ji
aliyê ewropiyan ve jî wekî hêzeke aktîf tê dîtin, lê tenê xalek wê ya lawaz
a kujer heye, ew jî krîza darayî û zêdebûna deynên wê ye. Li hemberî wê,
deynên Almanyayê kêmtir in û wekî hêzeke leşkerî ya nû derdikeve holê û wê
kêmtir pêwîstiya wê bi hemahengiya bi Fransayê re hebe. Eger di
hilbijartinên serokatiyê yên sala 2027an de berbijêra neteweperest «Marine
Le Pen» serkeftinê bi dest bixe, wê demê Fransa dê para şêr a serkêşiyê di
berjewendiya Almanyayê de ji dest bide û pêgeha xwe ya navneteweyî û
dîplomatîk bi temamî lawaz bike, ev jî wê bibe sedema çêbûna guhertineke
bineretî û mezin li seranserî parzemînê bi giştî.

• Yekîtiya Ewropa çawa baweriya wekî ‹civaka nirxan› diparêze, dema ku di
hundirê xwe de tûşî paşveçûna demokrasiyê bûye? Gelo berfirehbûna ber bi Balkana
Rojava ve wê bibe sedema bihêzbûna pêgeha jeopolîtîk a Yekîtiyê, an ji ber
çaresernekirina kêşeyên saziyî, wê dabeşbûnên navxweyî kûrtir bike?

- Berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê ber bi herêma Balkanê ve roleke stratejîk a
girîng dilîze di çespandina aştî û îstîqrarê de li derdorên parzemîna
Ewropayê. Di dema niha de ev herêm hîn jî bi giranî ji bandorên neyînî yên
mîrateya serdema komunîst dinale. Astengiyên girêdayî serweriya yasayê,
belavbûna gendeliyê û diyardeya xizmperestiya siyasî (wasta) zindî mane, di
heman demê de hevrikiyeke jeopolîtîk a tund li gel welatên wekî Çîn, Rûsya û
Tirkiyeyê li holê ye. Pêwîst e Ewropa hewl bide ji bo guhertina Balkanê bo
herêmeke demokratîk û yasayî, lê ji ber ku ev welat ji aliyê aborî ve ji
têkrayiya welatên Ewropayê hejartir in, pêwîst e Yekîtî piştgirî û têçûyeke
darayî ya mezin ji wan re dabîn bike. Ev mijar ji aliyê beşeke mezin a raya
giştî ya 27 welatên endam ve nehatiye qebûlkirin, ji ber wê jî gumanên min
hene ku peymanên endamtiya Balkanê bi hêsanî di parlamentoyan de werin
pesendkirin, bi taybetî eger proseya derbaskirinê pêwîstî bi referanduma
giştî hebe, ji ber ku dibe ji aliyê piraniya gelan ve were redkirin û
kêşeyan ji bo Yekîtiyê çêbike.

• Di serdema hilkişîna populîzmê û guherîna medyaya civakî bo platforma
biryardanê de, dîplomat li pêşberî ezmûneke dijwar in, gelo dikarin çawa
hevsengiyê di navbera piştgiriya xwe ya ji bo desthilata siyasî û parastina
prensîbên aqilaniyê di siyaseta derve de biparêzin? Gelo em li pêşiya qonaxa
«dawiya pisporiyê» û paşguhxistina wezaretên derve ne di berjewendiya şexsîbûna
desthilatê de?

- Têgihîştineke serokên populîst a bi temamî cuda ji bo têgeha dîplomasiyê
heye, bi awayekî ku qet rêzê li kevneşopiyên berbelav û profesyonel ên vê
qadê nagirin. Ew gelek rasteqîn (aşkera) û tund in, her tim li şûna
lihevkirina siyasî ya demdirêj, milmilaneya tund a demkurt hildibijêrin û
gelek caran dîplomatên profesyonel wekî kesên lawaz û «nerm» dihesibînin.
Her ji ber wê hez dikin bi şêwirmendên şexsî û nûnerên taybet werin
dorpêçkirin, ên ku ji derveyî saziyên dîplomatîk hatine, bi vê yekê jî
wezaretên derve li piraniya welatên cîhanê tên paşguhxistin. Li vir,
dîplomatên profesyonel rûbirûyî du vebijarkên gelek dijwar dibin: an divê
«vekişîn» û cîhêştina postên xwe hilbijêrin, an jî bi rêya dilsoziyê xwe bi
serkirdatiya siyasî ya nû re biguncînin. Ew gelek caran wekî navbeynkarekî
nefermî kar dikin ji bo ku rewşa aloz ji bo hevkarên xwe rûn bikin û wan
teşwîq dikin ku girîngiya guhertinên populîst zêde mezin nekin. Ew wekî
cerdevanên komek nirxên pîşeyî yên paralel derdikevin, lê ev yek tenê heta
asteke sînordar tê kirin, ji ber ku eger desthilat pê bihesin, kengî be, dê
wan ceza bikin.

• Digel hewldanên ji bo bûn aktorekî cîhanî, mezintirîn astenga li pêşiya
siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê çî ye, berjewendiya dewletan, yasaya
komdengiyê, an nebûna vîzyoneke hevpar? Gelo têgeha «serweriya ewropî» û
«serxwebûna stratejîk» di dema niha de tenê dirûşmên siyasî ne, an jî îfadeya
guhertineke rasteqîn û berbiçav di hêza Yekîtiyê de dikin?

- Şerê Ukraynayê û xûla duyemîn a serokatiya Trump zengeke girîng a
hişyarkirinê bûn ji bo parzemîna Ewropayê. Ji bo demeke dirêj ramana
serxwebûna stratejîk tenê ji bo fransiyan balkêş bû, yên ku bi sedema
kevneşopiya Gaullîzmê hîn bibûn ku otonomiya xwe di nav hevpeymaniya NATOyê
de biparêzin. Ev têgeh li cem Almanya, Polonya û welatên Baltîkê nepejirandî
bû, ji ber ku wekî gefekê li ser lawazkirina hevpeymaniya Atlantîkê didîtin.
Lê belê, îro li Berlîn û Warşovayê têgihîştineke nû heye ku li hember
êrîşkariyên Pûtîn êdî nabe mirov tenê pişta xwe bi Amerîkayê ve girêbide. Ev
yek jî bûye sedema çekdarkirina giştî ya Ewropayê û zêdekirina berçav a
xerciyên leşkerî. Herwiha sedem e ji bo qebûlkirina pêşniyara Macron ji bo
berfirehkirina sîwana atomî ya Fransayê bi mebesta parastina Ewropayê, ku
berê welatên din bi dudilî û hişyariyeke zêde serederî bi wê mijara hesas re
dikirin û ew paşguh dixistin. Niha rewş guheriye û Ewropa hewl dide pêgeha
xwe biçespîne.

• Wekî pisporekî siyaseta derve, hûn girîngiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ji
bo Fransa û Yekîtiya Ewropayê di pêşerojê de çawa dinirxînin? Gelo wextê wê
nehatiye ku Parîs û Bruksel peywendiyên xwe di çوارçoveya ewlehiyê de bo qadên
aborî, perwerde û çandî pêş bixin? Gelo mimkun e Herêm wekî pireke pêbawer ji bo
kûrkirina hevbeşiyên Ewropayê li Iraq û Rojhilata Navîn de rol bilîze?

- Li herêmeke wekî Rojhilata Navîn, ku ji bo demeke dirêj ji ber îdeolojiya
tundrew û bikaranîna olê ji bo meremên siyasî, dijayetiya tund a rojavayê
kiriye, tevgera kurdî her tim wekî hêzeke nermrew û xwedî lojîk derketiye
holê. Kurdan karîne bibin hevbeşekî cihê baweriyê ku dikare diyaloga aqilane
bi wan re bê kirin. Ev rastî li Sûriyeyê bi zelalî tê dîtin, dema ku kurdên
Sûriyeyê di oxira parastina yekparçeyî û îstîqrara welatê xwe de, helwesteke
pragmatîk li hemberî hikûmeteke nermrewtir li Şamê girtin ber. Ev cûre
têgihîştin û nermî nîşandan, bi rastî ew tişt e ku Rojhilata Navîn ji bo
derbasbûna ji krîzan pêwîstî pê heye. Lê belê, têkiliyên Ewropayê yên ligel
kurdan bê kêşe nînin û mezintirîn asteng di vê navberê de «Tirkiye» ye. Heta
wê dema ku Tirkiye di wê baweriyê de be ku kurd metirsî ne li ser
yekparçeyiya xaka wê, Ewropa neçar e bi hişyarî serederiyê bike, ji ber ku
berjewendiyên Ewropayê ji gelek aliyan ve bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne. Digel
vê yekê jî, hevpeymaniya ligel kurdan tenê ne girêdayî demokrasiyê ye, belkî
stratejiyek e ji bo lawazkirina hegemoniya Îranê li herêmê. Berevajî îdiayên
Donald Trump, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di şerê li dijî hegemoniya
Îranê de serkeftî nebûye ku ev yek jî rêgireke mezin e li pêşiya aştî û
guhertinên demokratîk.

Dîrokê îsbat kiriye ku guhertina rasteqîn divê ji navxweyê civakê serçav bigire,
tenê gel û civaka navxweyî ya Îranê dikarin di dema guncaw de dawî bi vê
desthilatê bînin. Li vir derdikeve ku kurd hem wekî hêzeke daxwazkarê
demokrasiyê di navxweyê Îranê de û hem jî wekî aktorekî herêmî, kilîta sereke ne
ji bo her cûre hevsengiyeke nû ku aştî û îstîqrarê ji bo herêmê vegerîne.

Bi kurtî, nasnameya siyasî ya kurdî wekî hêzeke sekuler û pragmatîk, dikare bibe
pira peywendiyê di navbera Rojhilat û Rojavayê de, bi mercê ku civaka
navneteweyî bikaribe hevsengiyeke rast di navbera piştgirîkirina kurdan û
peywendiyên xwe ligel welatên cîran de çêbike.

Top