• Monday, 28 September 2026
logo

Professor Fabrizio Eva, pispor û taybetmendê dînamîkên jeopolîtîka hevdem û pirsgirêka sînoran ji bo Gulanê: Serkeftina Kurdan di wê yekê de ye ku ji îdealîzmê derbasî pragmatîzmê bibin, daku qewareyên siyasî di nava milmilanêya zilhêzan de biparêzin.

Gulan Media September 14, 2026 Dîmane
Professor Fabrizio Eva, pispor û taybetmendê dînamîkên jeopolîtîka hevdem û pirsgirêka sînoran ji bo Gulanê: Serkeftina Kurdan di wê yekê de ye ku ji îdealîzmê derbasî pragmatîzmê bibin, daku qewareyên siyasî di nava milmilanêya zilhêzan de biparêzin.

 

 

Professor Fabrizio Eva, yek ji akademîsyen û şîrovekarên diyar ên welatê
Îtalyayê ye di warê cografyaya siyasî de. Xwediyê ezmûneke zanistî ya dewlemend
e û ji bo dema 20 salan wek mamosteyê "Cografyaya Siyasî û Aborî" li Zanîngeha
Venedîkê (Venezia) wane gotiye.

Nêrînên wî yên akademîk, qadeke berfireh ji pirsên hestiyar ên cîhana îro li xwe
digire, ji dînamîkên jeopolîtîka hevdem, pirsgirêka sînoran û dewlet-neteweyê
bigire, heta digihîje pirsa neteweperestiya çandî û aloziyên siyasî yên
Rojhilata Navîn û navçeya Deryaya Spî. Ji bilî van jî, pisporeke wî ya hûr li
ser rewşa Rojhilata Asyayê (Çîn, Japon û her du Koreyan) heye. Ji bo axaftina li
ser rewşa cografyaya siyasî ya Rojhilata Navîn, sepandina modela "dewlet-netewe"
ya Rojava li ser vê navçeyê û dabeşkirina neteweya Kurd li ser çar dewletan, me
ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

• Çima modela dewlet-neteweyê hîn jî bi tundî serdest e? Vê çarçoveyê çi
pirsgirêk ji bo cihêrengiya Rojhilata Navîn çêkirine û çawa xeyala me ya siyasî
berteng kiriye?

- Dewlet-netewe avahiyeke teorîk a mirovî ye, ne ku modelek xwezayî ya
girêdayî axê ye. Belkî amûrek e ji bo parastina desthilata hiyerarşîk û
têrkirina pêdiviyên derûnî yên mirov ji bo aidiyetê. Ax di asta kiryara
mirovî de bêalî ye, lê mirov wate didin cihan û bi rêya "veguhastina
wateyê", têkiliyên hestyarî yên grûpê derbasî ser cografyayê dikin. Ji vir
ve dewlet wek dezgeheke siyasî, rewabûna xwe ji îdiaya nûnertiya neteweyê
werdigire û ji bo çespandina serweriya xwe ya mutleq, sînorên çêkirî û
guherbar diafirîne ku wek rastiyeke dîrokî ya cîgirkirî tên nîşandan.

Ev model xwedî reh û rîşaleke Ewropî ye, lê ji aliyê tevgerên rizgarixwaz ve
wekî yekane riya gihîştina "modernîte" û serxwebûnê hat pesendkirin. Li
Rojhilata Navîn, cîgirkirina vê modelê rastî lihevketineke çandî ya kûr hat,
çimkî bi hêmanên "gerdûnî" yên wekî Îslam û zimanê Erebî re nedisazî (neteba)
bû, ku tu yek ji wan di çarçoveya sînorên cografî yên girtî de kurt nabin. Ev
dijayetiya cewherî ya di navbera "sînorê siyasî" û "nasnameya çandî ya bêsînor"
de, bû sedema serhildana rejîmên dîktator û bêîstîqrariyeke berdewam. Di encamê
de, sepandina modeleke axî ya çêkirî li ser civakekê ku xwedî kevneşopiyên
siyasî û olî yên cuda ye, qeyrana rewabûn (şerîet) û milmilanêya nasnameyî li
pey xwe anî, çimkî modelê nekarî rastiya dîrokî û hesta aidiyeta rasteqîn a
navçeyê li ber çavan bigire.

• Li gorî lêkolîna te, kîjan faktor kêmneteweya çandî diguherîne neteweyeke
siyasî? Di pirsa Kurd de heta çi astê nasnameya navxweyî û siyaseta dewletan rol
di vê verçerxanê (guherînê) de lîstine?

- Kurd wek neteweyeke resen, bi rêya ziman û çandeke cuda, kariye nasnameya
xwe li hemberî hegemonyaya derdorê biparêze. Ev aidiyeta bihêz ku ji
têkiliyên civakî serçavê digire, motora sereke ya mayîna Kurdan e. Guherînên
siyasî yên dawiya serdema Osmanî, Kurdistan xist nava gêjaveke milmilanêya
navdewletî. Ew hêviyên ku di sala 1920an de di "Peymana Sêvrê" de ji bo
serxwebûnê çêbûn, di sala 1923an de bi sedema "Peymana Lozanê" tûşî şikestin
û bêhêvîbûnê bûn.

Dabeşbûna Kurdistanê li ser çar dewletên neteweperest û dîktator, bû sedema
çewsandina sîstematîk a Kurdan, lê vê serkutkirinê hesta neteweyî zêdetir xurt
kir û pirsa Kurdistanê kir dozeke rewa ya cîhanî. Tevî vê yekê, di destpêka
sedsala bîst û yekê de, rehendê (aliyê) xebata siyasî guherî. Bi pêşniyarkirina
"Konfederalîzma Demokratîk" ji aliyê Abdullah Ocalan ve û derketina ezmûna
"Rojava" li Sûriyeyê, Kurdan modeleke siyasî ya nû li derveyî çarçoveya teng û
asayî ya "dewlet-netewe"yê xist holê.

Niha tevgera Kurdî tenê bi rêya serxwebûnxwaziya klasîk nayê pênasekirin, belkî
wek projeyeke demokratîk a pêşketî derdikeve ku tê de parastina ziman, çand û
mafên bingehîn bi sîstemeke civakî ya nû re hatine hevgirêdan. Ev guherîn
nîşaneya derbaskirina wan sînorên fikrî ye ku berê ji aliyê hêzên serdest ve li
ser nasnameya Kurdî hatibûn sepandin.

• Çawa mirov dikare ziman û çanda Kurdî bi awayekî sazîbûyî biparêze, bêyî ku
çêkirina perawêzxistineke (marjînalîzekirineke) nû çêbibe? Çawa hevsengî di
navbera nasnameya komî û welatîbûna wekhev de ji bo hemû pêkhateyên nava yek
nîştimanî tê misogerkirin?

- Pirsa mafê kêmneteweyan regeka kûr di pêkhateya sazîbûnê ya dewletê û nêrîna
neteweya serdest de heye. Neteweperestiya tundrew jî qada van mafan berteng
dike. Mînakên geş ên wekî Swîsre, Sudtirol û Rojava, serkeftina modela
naskirina mafên zimanî diselamînin. Pêşxistina "duzimanî"yê ne tenê
parastina ziman e, belkî guherîna dîtina derûnî ya neteweya serdest e ji bo
qebûlkirina "yê din" û avakirina paşerojeke aştiyane ji bo nifşê nû. Herçend
modelên Belçîka û Îspanyayê girîng in, lê derfetparêziya siyasî û têgeha
asêbûyî ya "dewlet-netewe"yê astengiyên zêde ji bo wan çêkirine. Li
Îspanyayê, ezmûna "Herêma Baskê" nîşan da ku dabînkirina otonomiya îdarî û
zimanî, dibe sedema lawazbûna xebata çekdarî û çespandina aramiyê. Li hember
de, Katalonya mînaka fişarên medenî ye ku rûbirûyî berteka tund a hikûmeta
navendî bû. Ev milmilanê nîşan dide ku hişmendiya dewleta navendî, otonomiyê
wekî sînorê dawî dibîne û serxwebûnê înkar dike. Di rastiyê de, çarenûsa
pêkvejiyanê li van dewletan, girêdayî derbaskirina nêrînên neteweperest ên
teng û guherandina wan e bo sîstemeke siyasî ya vekirî, ku tê de cihêrengî
bibe sedema hêzê, ne gefek li ser yekparçeyiyê. Ev jî tenê bi rêya diyaloga
niştimanî ya berdewam û naskirina rasteqîn a mafên hemû pêkhateyên cuda pêk
tê, da ku nifşên pêşerojê di jîngeheke siyasî ya dûrî milmilanêya neteweyî
de mezin bibin, nasnameya xwe biparêzin û bi hevbeşî û aştiyane di nava yek
nîştimanî de bi rûmet bijîn.

• Gelo mimkun e sînor li şûna cihêkariyê, bibin pira danûstandina aborî û çandî
bêyî guherîna nexşeya siyasî? Gelo kîjan şertê siyasî ji bo serkeftina vê modelê
li navçeyên Kurdî pêwîst e?

- Mînaka Yekîtiya Ewropayê û pêşxistina diravên sînorderbasbûyî, nîşaneya
modelek serkeftî ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmneteweyan bi rêya
naskirina mafên zimanî û demokratîk. Lê hin dewletên post-sovyet, bi sedema
paşxaneya dîrokî û xwesteka tolhildanê, hîn jî ji vê modelê qut in. Herçend
nenavendîtî (desantralîzasyon) û otonomî çareseriyên guncaw in, lê îradeya
siyasî di desthilatên navçeyî de nayê dîtin. Tevî derketina faktora siyasî
ya nû di pirsa Kurd de, lê li Îrana îslamî û Tirkiyeya neteweperest derfeta
guherînê sînordar e. Li Sûriye û Iraqê jî, milmilanê rêgir in li ber
diyaloga avaker. Qewareya Herêma Kurdistanê ne bi rêkeftina navxweyî, belkî
di encama destwerdana dervekî û rûxîna rejîma berê de pêk hat, lewma hîn jî
hişmendiya dewlet-neteweya navendî li Bexdayê serdest e, ku ev jî di
nakokiyên darayî û petrolê de bi zelalî reng vedaye. Gihîştina bi vê modela
mirovî, pêwîstî bi derbaskirina hişmendiya serdestiyê û guherîna prensîbên
serweriya klasîk heye bo têgeheke piralîtir. Ev alozî nîşaneya kûrbûna
qeyrana baweriyê ne di navbera pêkhateyan de, ku tenê bi çaksaziya destûrî û
siyasî ya rasteqîn çareser dibin û hemû navçeyê ber bi asoyeke geştir û
aramiya siyasî ya hertimî ve dibin.

• Cudahîya sereke ya di navbera modela Swîsre û Rojavayê de çî ye? Gelo
konfederalîzma demokratîk alternatîfeke rasteqîn a dewlet-neteweyê ye, yan tenê
di şert û mercên şer û piştgiriya derve de karîna mayînê heye?

- Modela Swîsreyê tevî nenavendîtiya xwe ya çalak, hîn jî di çarçoveya mantiqê
"dewlet-netewe"yê de girtî maye û her kantonek wek qewareyeke neteweyî ya
sînordar tevdigere. Li hember de, "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê
Sûriyeyê" (Rojava), paradîgmayeke siyasî ya modern pêşniyar kir ku armanca
wê derbaskirina têgeha klasîk a dewlet-netewe û serdestiya neteweyî bû. Vê
ezmûnê li şûna sepandina yekîtiyeke çandî ya giştgir, prensîbên demokrasiya
bingehîn, femînîzm û jîngehparêziyê kir nasnameya "Hevpeymana Civakî" (2023)
û wek modelek mirovî ya giştgir da naskirin.

Guherînên jeopolîtîk ên sala 2026an û serhildana desthilateke nû li Şamê,
qeyraneke stratejîk ji bo vê ezmûnê çêkir. Desthilatdarên nû yên Şamê, tevî
paşxaneya xwe ya îslamî, hîn jî pêbendê modela navendîtî û hiyerarşîk a
"dewlet-netewe"yê ne, ku ev yek bi eşkere bi pirdengî û dadperweriya qerebûker a
Rojavayê re nakok e. Di vê çarçoveyê de, biryara tevlîbûna "Hêzên Sûriyeya
Demokratîk" di nava artêşa niştimanî de û wergirtina pêgehên siyasî li Şamê ji
aliyê serkirdatiya Kurd ve, îfadeya "sazîşeke pragmatîk" dike.

Ev qonaxa nû, ku tê de tu aliyek wekî serketî an binketiyê mutleq nayê dîtin,
asoyeke nediyar lê tijî derfet nîşan dide. Serkeftina vê modelê di pêşerojê de,
girêdayî şiyana parastina mafên çandî, fermîbûna duzimanî û cîgirkirina
prensîbên demokratîk e di nava destûreke nû de. Rojava niha di navbera parastina
îdeolojiya xwe ya mirovî û guncandina bi rastiya siyasî ya dewleteke navendî re,
di hewldana avakirina modelek bêwêne ya pêkvejiyanê de ye, ku dibe bibe mînakeke
navdewletî ya cuda.

• Çi garantiya siyasî û destûrî ji bo rêkeftina navbera Xweserî û Şamê pêwîst e?
Çima Rojava tevî prensîbên demokratîk ên bakurê Sûriyeyê, hîn jî muameleyê bi
desthilata navendî re wek aliyekî şerîttir (rewatir) û pratîktir dike?

- Darêştina destûreke hemdemî û demokratîk, mifteya sereke ya çespandina
sîstema nenavendîtî û dabeşkirina dadperwerane ya desthilatê ye bêyî têkdana
yekparçeyiya axa dewletê, her wek çawa di ezmûnên serkeftî yên Swîsre û
Îspanyayê de derdikeve. Ji bo Sûriyeya pêşerojê, pêwîstiyeke dîrokî û heتمî
heye ji bo naskirina fermî û destûrî ya serxwebûna îdarî, mafê ziman,
xwerêveberiya aborî û serxwebûna di sîstema dadwerî û saziyên ewlehiyê de.
Di vê oxirê de, "Hevpeymana Civakî ya Rojavayê" dikare wek binkeyeke cewherî
û girîng ji bo danûstandinên niştimanî bê bikaranîn. Herçend pirsa femînîzm
û rêkxistina hêzên çekdar, girêkên herî aloz ên vê proseya siyasî ne. Di
demekê de ku yekxistina artêşê bi şêweyê yekîneya fîzîkî û blok pêşniyareke
guncaw e, lê pêşengiya siyasî ya jinan û modela rêkxistina "ne-hiyerarşîk"
li cem hikûmeta Şamê û aliyên îslamger wek tundrewiyeke îdeolojîk tê dîtin û
qebûlkirina wan karekî gelekî zehmet e.

Ji aliyekî din ve, dewletên Rojavayî bi sedema asêbûna wan di mantiqê
dewlet-netewe de, modelên demokrasiya rasterast, femînîzm û ekolojiya Rojavayê,
tevî ku berhemê hizra Ewropî ne, hîn jî di navxweyê xwe de wek tundrew dibînin.
Bêdengiya Yekîtiya Ewropayê li hember êrîşên Şamê di destpêka sala 2026an de û
pêşxistina berjewendiyên aborî, îfadeya goşegîriya jeopolîtîk a vê navçeyê dike,
tenê Fransa nebe ku daxwaza garantiya demokratîk kir. Niha mayîna vê qewareyê di
rûyê siyasî û sazîbûnê de, girêdayî karîna danûstandina ligel navendê, parastina
hêza serbazî û biryarên siyasî yên nepêşbînîkirî yên Serok Trump li Sûriyeyê ye.

• Herêma Kurdistanê çawa dikare ji rûyê cografyaya siyasî ve nasname û pêgeha
xwe ya destûrî biparêze û peywendiyên ligel Bexdayê rêk bixe?

- Pêgeha niha ya Herêma Kurdistana Iraqê, zêdetirî wê yekê ku encama projeyeke
neteweyî ya serbixwe be, berhema karlyekên (danûstandinên) aloz ên hêzên
navdewletî û encama wê valahiya ewlehiyê ye ku di encama şer û aloziyên
herêmî de hatine holê. Ji nêrîneke realîstane ya siyasî de, Kurdistan di
nexşeya stratejîk a serokên li pey hev ên Amerîkayê (ji Bushê bav bigire
heta Biden) wek "keştiyeke sûdbexş" muamele pê re hatiye kirin û amûrek bûye
ji bo ragirtina hevsengiya hêzê li navçeyê, ne ku armanceke dawî ji bo
dewletsaziyê. Herçend demokratan bi rêya parastina hebûna serbazî core
sîwaneke ewlehiyê ji bo Herêmê hiştibin jî, lê rêbaza Trump nîşaneya
guherînê ber bi goşegîriya Amerîkî û kêmkirina girîngiya jeopolîtîk a
navçeyê derdixe holê, ku ev jî Herêmê dixe ber gefa cidî ya paşvekişîna
piştgiriyên dervekî.

Di asta navxweyî û herêmî de, modela serkirdatiya siyasî ya Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDK) li ser bingeha "dewlet-neteweyeke sînordar" hatiye darêştin ku
tenê di çarçoveya cografyaya Iraqê de kom bûye. Ev stratejî, ji bo parastina
otonomiya xwe li hember navendeke ne-aram li Bexdayê, xwe spartiye core
"paradokseke siyasî". Ji aliyekî ve rêkeftina aborî û ewlehî ligel Tirkiyeyê
encam dide ji bo dabînkirina rêrewa hinardekirina enerjiyê, ji aliyê din ve jî
ligel gefên rasteqîn ên rejîma Îranê rûbirûyî metirsiya êrîş û bombebarana
berdewam dibe. Aloziya vî awayî piştî êrîşên îhtîmalkirî yên sala 2026an bo ser
Îranê, digihîje lûtkeyê û danûstandina ligel Tehranê digihîne asêbûneke dîrokî.
Lewma di vî demî de tenê bijardeya mentiqî ji bo serkirdatiya Kurd li Herêma
Kurdistana Iraqê, parastina "rewşa heyî - Status Quo" û qazancgirtina ji
nakokiyên siyasî-mezhebî yên Bexdayê ye ji bo misogerkirina mafên darayî û
destûrî. Ev jî pêwîstî bi guherîneke binyadî heye di navxweyê Herêmê de, ango
dîtina hevsengiyeke nû di dabeşkirina desthilatê de di navbera hêzên siyasî û
xwe-spartina bi prensîbên "peymana civakî" û modelên serkeftî yên otonomiyê li
Ewropayê. Serkeftina Kurdan di vê qonaxa dijwar de, girêdayî wê yekê ye ka ta
çiqas dikarin ji grûpeke siyasî ya çalak û îdealîst veguherin bo destebijêreke
pragmatîst, ku bikarin di nava cergê milmilanêya zilhêzan de, qewareya xwe wek
yekîneyeke siyasî ya yekgirtî biparêzin.

Top