Kristin Smith Diwan, Lêkolînera Bilind li Enstîtuya Dewletên Kendavê ji bo Gulanê: Kurd divê pêgeha xwe ji bo danûstandinê bi kar bînin, nebin qurbaniya ajandaya welatan û baceke giran nedin
Dr. Kristin Smith Diwan, yek ji pispor û lêkolînerên Amerîkî yên herî diyar di
warê karûbarên welatên Encûmena Hevkariya Kendavê de ye. Niha wek lêkolînera
bilind a niştecî li "Enstîtuya Dewletên Kendava Erebî" li Washingtonê kar dike û
bala wê ya sereke li ser pirsên hestiyar ên wekî werçerxana hizra nifşê niha,
neteweperweriya (nasyonalîzma) nû, û pêşketina tevgerên îslamî li navçeyê ye.
Şîroveyên wê yên hûr derbarê karûbarên Kendavê de, hertim li ser rûpelên kovar û
rojnameyên cîhanî yên giring mîna: (Foreign Affairs), (Financial Times) û
(Washington Post) tên belavkirin. Ji bo axaftina li ser rewşa guherî ya dewletên
Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê, me ev hevpeyvîn bi Dr. Kristin re pêk anî.
• Rola nifşê nû û nasnameya nîştimanî di guhertina sîmaya siyasî ya Siûdiye û
Kendavê de çiye û guhertina nifşan çawa arasteya nasyonalîzm û îslamîzmê di
paşeroja navçeyê de diyar dikin?
- Guherîna nifşan li Siûdiyeyê, bingeha cewherî ya werçerxanên civakî û siyasî
ye. Nifşê nû yê teknoloji-dost, daxwaza derfetên dahênan û dexbuhartina
zêdetir dike. Ev tûj bi dîtineke vekirî û cîhanî ye û daxwaza pêşketinên
mezintir ji bo nîştimanê xwe dikin. Mihemed Bin Selman karî vê vizeya
ciwanan ber bi arasteya vîzyona 2030 û nasyonalîzmeke nû ve bi kar bîne.
Niha ciwanên bajarvan pêkhênerê sereke yê biryara siyasî û hêza karê aborî
ya welat in, ku wek bizavkarên (dînamo) rasteqîn, tevahiya armancên
nîştimanî û xwestekên stratejîk ên Siûdiyeyê ber bi asoyeke geştir û
cîhanîtir ve dikişînin û dibin. Ev jî îfadeya wê hêza mezin e ku paşeroja vê
şahnişînê bi hûrî û hêz xêz dike û mizgîniya serdemeke cuda dide.
• Çawa nûjenxwaziya aborî, nasyonalîzm û serdestiya (hegemonya) herêmî di
siyaseta nû ya Siûdiyeyê de bi hev re hatine girêdan û bandora wan li ser
guhertina pêşîne û pêgeha navdewletî ya wî welatî çiye?
- Pêşengiya herî bilind a Erebistana Siûdî guhertina binyatî ya aboriyê ye. Ev
jî bi sedema guhertinên cîhanî yên ber bi enerjiya cihgir ve û nemana şiyana
piştbestina tenê bi petrolê, bûye pêwîstiyeke neçarî. Stratejiya niha ya
hikûmeta Siûdiyeyê li ser bingeha tevlîbûneke berfireh a navdewletî hatiye
dariştin, daku derfet û serdestiya welat berfirehtir bike. Bicihanîna vê
armancê pêwîstî bi werçerxaneke kûr a civakî heye, ji wan jî beşdarîpêkirina
çalaktir a jinan di qadên giştî de, perwerdekirin û bihêzkirina nifşê ciwan
di pîşesaziyên nû de û balkişandina jêhatiyên biyanî bo navxwe. Di vê qonaxê
de dewlet pişta xwe bi veberhênanên dêwasa dibeste, ku ji dahata hinardeya
petrolê û deynên nû tê dabînkirin. Ev projeya nîştimanî û coşdana ciwanan bi
rêya bernameya vîzyona "2030" û gotareke nû ya nasyonalîstî ve bi hev re
hatine girêdan. Di dawiyê de, divê bê zanîn ku serkeftina van hemû hewlên
stratejîk bêyî hebûna aştî û aramiyeke berdewam li seranserê navçeyê, bi ti
awayî nabe karekî asan û hema bêje nemimkûn e ku mirov bikaribe wan hemû
armancan bi hêsanî bi dest bixe.
• Gelo ew milmlaneya ku te di gotara xwe de behs kiriye, bûye sedema yekxistina
dîtina emnî ya welatên Kendavê, an jî cûdahiyên stratejîk ên navbera dewletên
endam ên Encûmena Hevkariyê zêdetir derxist pêş?
- Dewletên Kendavê bi dîtin û pêgeheke stratejîk a cuda rûbirûyî vê cengê
bûne, ku vê yekê nakokiyên kûr ên di navbera wan de derxistiye holê. Uman bi
siyaseta "bêalîbûna çalak" û nermiya li hember Tehranê tê naskirin, di heman
demê de Qeter ji ber girêdayîbûna bi Îranê re, hertim vebijarka danûstandinê
datîne pêş. Li beramberî vê yekê, Îmarat pêwendiyên xwe yên stratejîk ligel
Îsraîlê ji bo piştgiriya serbazî bihêz kiriye. Siûdiye jî bi nîgeranî li
berfirehxweziyên Îran û Îsraîlê dinêre û tekezî li ser aramkirina rewşê
dike. Her çend metirsiyên Îranê nebûne sedema yekgirtina temamî ya van
welatan, lê hemahengiya dîplomatîk di navbera wan de berdewam e. Hevrikiya
Siûdiye û Îmaratê ku beriya şer gihîştibû lûtkeyê, di vê qeyranê de
rengvedaneke zêdetir hebû. Îmarat helwesteke tundtir û radîkaltir li
beramberî Îranê girtiye ber û zêdetir bi Amerîkayê re hevdem e, lê Siûdiye
tevî hewldanên ji bo vegerandina hêza rêgirtinê, hîn jî aramkirinê baştir
dibîne. Riyad hewl dide bi rêya avakirina hevpeymaniyên nû yên navçeyî,
rûbirûyî serdestiya derve bibe û kar ji bo aramiyeke giştgîr bike, ku ev jî
nîşaneya cudahiya binyatî ya stratejiya van herdu cemserên bibandor e. Bi vî
awayî reftarên wan ên siyasî di nav şer de bi arasteyên cuda gavan diavêjin
û milmlaneyeke kûr ji bo diyarkirina nexşeya nû ya navçeyê di navbera wan de
heye, vê yekê kiriye ku helwestên wan ên navdewletî hertim ne wek hev bin.
Ev cudahî diselmînin ku berjewendiyên nîştimanî hîn jî li pêş her cure
hevpeymaniyeke yekgirtî ya navçeyî ne ku bikaribe hemûyan bike yek.
• Di gotareke xwe de bi navê "Dewletên Yekbûyî Plus: Welatên Kendavê bi hûrî li
ewlehiya herêmî ya piştî şerê Îranê dinêrin", te ramana Kendavê derbarê sîstema
herêmî ya piştî milmlaneyê nîqaş kiriye. Niha welatên Kendavê li pey kîjan cure
mîmariya ewlehiyê digerin û çi rolekê ji bo Dewletên Yekbûyî di nav wê pêkhateyê
de dibînin?
- Nêrîna welatên Kendavê ji bo têgeha ewlehiya navçeyî û rola sereke ya
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di dema vî şerî de, rastî guherîneke bingehîn
hatiye. Di destpêkê de van welatan bi tundî dijayetiya hemleya leşkerî ya li
ser Komara Îslamî ya Îranê dikirin, çimkî wan pir baş dizanîbû ku di dema
her girjbûnekê de, ew ê bibin armanca yekem a bersivdan û tolehildanên
serbazî yên Tehranê. Lê gava ku şer dest pê kir, dewletên Kendavê bi lez di
giringiya bilind a Amerîkayê ji bo dabînkirina sîwana berevaniya asmanî
gihaştin. Ev pişpêbestina bi alîkariyên leşkerî û emnî yên Washingtonê heta
niha jî berdewam e. Ligel vê yekê jî, biryara Amerîkayê ji bo hewldana li
pêşxistina guhertina rêjîmê û kuştina rêberê bilind ê Îranê, hevkêşeyên
stratejîk ên Tehranê bi temamî guherandin. Niha binkeyên serbazî yên
Amerîkayê li navçeyê, li şûna ku rola rêgirtinê li şer bilîzin, bûne
handerek ji bo arastekirina êrişên Îranê. Di heman demê de kontrolkirina
Gengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve, hegemonya û guşareke aborî ya bêmînak bi
ser aboriya welatên Kendavê û heta cîhanê jî daye Tehranê.
Ev guhertin welatên Kendavê neçar kiriye ku bi hûrî li stratejiya ewlehiya xwe
ya herêmî bikolin. Helwestên neçespî û guherbar ên rêveberiya Trump, serkirdeyên
Kendavê pir nîgeran kiriye û wisa lê kiriye ku kêmtir amade bin paşeroja xwe ya
ewlehiyê tenê bi pêngavên Amerîkayê ve girêbidin. Ji aliyê din ve, rêkeftin û
lihevtêgihiştina ligel Îranê di vê kêliyê de pir dijwartir bûye. Ev rewşa mijî
(nediyar) wisa kiriye ku welatên Kendavê li pey pircurekirina hevbeşên xwe yên
ewlehiyê bigerin, wekî ku di girêbestên nû yên ligel Ukraynayê û destpêşxeriya
Siûdiyeyê ji bo komkirina çwarqolî (Tirkiye, Pakistan, Misir û Siûdiye) de tê
dîtin. Ew ê berdewam bin li ser penabirina bo civaka navdewletî ji bo
dirustkirina guşarê, wekhevî destpêşxeriyên Behreynê bi rêya Encûmena Asayîşê ya
Neteweyên Yekbûyî. Her çend ti yek ji van bi temamî cihê sîwana emnî ya
Amerîkayê nagirin, lê bi eşkereyî îfadeya qonaxeke veguhêz a dîrokî dikin ku tê
de welatên navçeyê dixwazin baweriya stratejîk bi hêzên cuda bikin.
• Iraq ji rûyê cografî û siyasî ve di navbera welatên Kendavê û Îranê de ye, di
heman demê de pêwendiyeke giring ligel Amerîkayê heye. Aloziyên herêmî yên van
dawiyan çawa bandor li ser pêgeha Iraqê kiriye? Gelo hemahengiya siyasî û aborî
ya bihêztir a Siûdiye û welatên Kendavê dikare alîkarê Bexdayê be ji bo pêkanîna
hevsengiyeke herêmî ya mezintir di asta navçeyê de?
- Şerên li pey hev bandoreke wêranker li ser Iraqê hebûne. Niha welat di
navbera guhertinên siyasî yên nû û êrişên mîlîsên navxweyî de ye. Ji aliyekî
din ve, bersivên tund ên leşkerî yên Amerîka û Siûdiyeyê rewş alloztir
kiriye. Girtina Gengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve tevahiya rêyên deryayî
seqet kiriye û serdestiya siyasî û aborî ya Tehranê li ser wî welatî gellekî
girantir bûye. Veguhastina petrolê bi tankeran bi rêya Sûriyeyê ve bo
Deryaya Navîn, pêwîstiya Bexdayê bi hevpeymaniyeke navçeyî ji bo kêmkirina
têçûyan û hevsengkirina hêzê nîşan dide. Lê welatên Kendavê û Siûdiye, ji
ber êrişên dronî û mûşekî yên mîlîsan, siyaseta xwe ya xweragirtinê
guherandine bo sizadanê. Niha Riyad bi nîgeranî li Iraqê dinêre û wekî
dirêjkraveyeke metirsîdar a gefên Îranê serederiyê pê re dike. Ev rewşa
nexwestî Iraq li beramberî îzolekirineke (gûşegîrî) tundtir û qeyraneke
stratejîk a kûr hiştiye, ku tê de hemû vebijarkên rizgargûnê bi dûrketina ji
milmlaneyên herêmî yên wêranker û avakirina pêwendiyên dîplomatîk, siyasî û
aborî yên hevseng ligel hemû welatên cîran û cîhanê bi temamî ve girêdayî
ne.
• Çawa Herêma Kurdistanê rûbirûyî encamên milmlaneya Îran û Amerîkayê bibe? Gelo
bihêzkirina pêwendiyan ligel Siûdiye û Kendavê heta çi radeyê dikare bibe sedema
dabînkirina aramiya emnî û vejandina aborî li navçeyê de?
- Kurdistana Iraqê ji mêj ve di navbera aşê milmlaneya tund a Amerîka û Îranê
de dinale. Ji aliyekî ve hewldanên Washingtonê ji bo bikaranîna opozîsyona
Kurdî li dijî Tehranê û ji aliyekî din ve êrişên tolehildanê yên Îranê li
ser berjewendiyên Amerîkayê li Hewlêrê, ziyaneke mezin gihandine jêrxaneya
stratejîk a Herêmê; ji wan jî Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, zeviyên
petrolê û Binkeya Asmanî ya Herîrê. Ev jîngeha ku tijî ye ji nearamî û
guhertinan di hevpeymaniyên herêmî de, metirsiyeke cidî li ser qewareya
Herêmê çêdike, lê di heman demê de nirx û giringiya Kurdan jî wekî aktorekî
siyasî yê bibandor li navçeyê zêde dike.
Bîrokeya bikaranîna opozîsyonê wek hêzeke guşarê ji bo dorpêçkirina Îranê, an jî
wek amûreke nîştimanî ji bo rûbirûbûna Tehranê, ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê ve
kar li ser hatiye kirin. Tevî vê yekê, hişyarî û dûrketina ji bûna bi beşek ji
ajandaya welatên din pêwîstiyeke dîrokî ye, çimkî ezmûnan nîşan dane ku ev cure
lîstikên siyasî baceke wan a pir giran hebûye. Rêya herî baş ji bo Kurdan ew e
ku vê pêgeha xwe ya siyasî wek kartekî danûstandinê ligel hêzên navçeyî bi kar
bînin, ne wek gefekê.
Nîşandana rola erênî û sûdbexş li navçeyê de, berê encamên baş ji bo Kurdan
hebûne, bi taybetî ligel hikûmeta federal a Iraqê û Tirkiyeyê. Rola Herêmê di
dabînkirina rêyeke cîgir (alternatîf) de ji bo hinardekirina petrola Iraqê bi
rêya boriyên xwe ve bo benderê Ceyhanê, ne tenê qazanceke aborî, belku
pêbaweriyeke siyasî ya mezin jî ji bo wê dirust kiriye. Lewra beşdarîkirina di
projeyên nû yên veguhastin û enerjiyê li navçeyê û dîtina xala hevbeş a
berjewendiyan, ligel parastina serxwebûn û serweriya siyasî ya xwe, dikare bibe
garantiyeke xurt ji bo man û geşekirina Herêma Kurdistanê di navenda vê hemû
aloziya mezin a Rojhilata Navîn de û parastina aramiya demdirêj a tevahiya
navçeyê.
