Profesor Gulistan Gurbey mamosteya Zanîngeha Azad a Berlînê ji bo Gulanê: Berjewendiyeke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di serkeftina pêvajoyên aştiyê yên li Tirkiye û Sûriyeyê de heye
Profesor Gulistan Gurbey, mamosteya Zanîngeha Azad a Berlînê (Free University of
Berlin) ye û lêkolînên wê bi kûrahî tîrêjê didin ser têgehên aştiyê, dewletên
defakto, demokrasîyên nelîberal û pirsa kêmîneyan. Berhemên wê yên zanistî yên
wek pirtûka "Dîplomasî û Nedîplomasî li Kurdistan-Iraq û Fîlîstînê" û dehan
lêkolînên wê yên din di kovarên cîhanî de, kirine ku ew bibin çavkaniyeke girîng
ji bo têgihiştina hevkêşeyên siyasî yên Rojhilata Navîn.
Di vê hevpeyvînê de, em li ser rewşa aloz û hestiyar a pirsa Kurd li her çar
perçeyên Kurdistanê (Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye) diaxivin, û Profesor Gulistan
bi vî awayî bersiva pirsên Gulanê da.
• Piştî gavên bêçekkirina PKKê, çi çaksaziyên destûrî, siyasî û çandî pêwîst in
ji bo guhertina pirsa Kurd ji babeteke ewlehî ber bi pirseke demokratîk ve, bi
awayekî ku îtîrafkirina sazûmanî û nûnertiya siyasî ya Kurdan li Tirkiyeyê
misoger bike?
- Pevçûn (nakokî) li ser paşeroja siyasî û mafê çarenûsiya Kurdan, xwedî koka
xwe ya dîrokî ya kûr û rehendeke neteweyî ya pirsînor e. Kêşeya demografî,
dabeşbûna cografî, kevneşopiyên xwerêveberiyê û hişyariyeke neteweyî ya
bihêz, ew faktor in ku nahêlin pirsa Kurd tenê di çarçoveya "PKK" an jî
"danîna çekan a wê partiyê" de bê sînordarkirin û kurtkirin. Pêdivî ye em
derketina PKKê û awayên din ên berxwedanê di dîrokê de, wekî beşek ji vê
nakokiya berfireh fêm bikin.
Ji vê nêrînê ve, zehmet e çareseriyeke mayînde tenê bi rêya "mafên takekesî" pêk
were. Eger biryar be ku nakokî di nav sînorên Tirkiyeyê de û bêyî ku serweriya
dewletê bixe metirsiyê were çareserkirin, wê demê pêwîstî bi cûreyên "mafên
kollektîf (bi kom)" û "otonomiyê" heye, da ku parastin û xwerêveberiyeke siyasî
ya watedar ji bo Kurdan dabîn bike. Li vir pirsa bingehîn ne tenê tevlîkirina
şervanan e (vegerandina wan a nav civakê), belkî avakirina pergaleke siyasî û
sazûmanî ye ku Kurd tê de wekî "netewe" mafên xwe bi kar bînin û bi awayekî
bibandor beşdarî biryarên xwe yên siyasî û çandî bibin.
Qanûna çarçoveyî ya nû ya Tirkiyeyê ji bo danîna çekan û tevlîbûnê, gaveke erênî
ye ji bo bidawîanîna tundûtûjiyê û vekirina qadekê ji bo xebata demokratîk. Lê
divê em zanibin ku danîna çekan dibe ku dawî li "şerê çekdarî" bîne, lê ev nayê
wateya çareserkirina "kêşeya siyasî". Tewra pêvajoyeke serkeftî ya danîna çekan
jî, bi tenê serê xwe daxwazên dîrokî yên Kurdan wek gelekî çareser nake.
Di heman demê de, dewlet tenê tekeziyê li ser danîna çekan dike û Ocalan jî
argumana tevlîbûna di nav dewletê de û paşê demokratîzekirinê tîne ziman. Lê ev
rê bêyî ajendayeke çaksaziyê ya berfireh di sê astên bi hev ve girêdayî de
nagihêje encamê:
Yekem: Asta destûrî û sazûmanî: Pêwîst e Tirkiye ji dîtina "tenê mafê wekheviya
welatiyan" derbas bibe û nasnameya Kurd û mafên wî yên siyasî yên hevseng nas
bike, ev jî desentralîzasyon (nenavendîbûn) û garantiya sazûmanî ji bo beşdariya
siyasî dixwaze, ku ev yeke kêşeyeke (têkoşîneke) mezin e li hemberî têgihiştina
klasîk a dewleta Tirkiyeyê.
Duyem: Asta siyasî: Divê nûnertiya Kurdan bê bihêzkirin da ku aktorên siyasî bi
rêya saziyên demokratîk bikarin berjewendiyên kollektîf bînin ziman. Ev jî
pêwîstî bi asayîkirina siyasetê û bidawîanîna "ewlehîkirina" daxwazên rewa heye.
Sêyem: Asta çandî û zimanî: Pêwîst e nasnameya Kurdî wekî pêkhateyeke rewa û
wekhev di sîstemê de were naskirin. Pêngavên sembolîk ên wekî kanala televîzyonê
û dersên bijarte, her çend girîng bin jî, tenê dema ku di çarçoveya îtîrafeke
siyasî ya berfirehtir de bin, wateya wan dibe.
Nexwe pirsa yekalîker (a esasî) ev e: Gelo bidawîbûna tundûtûjiyê, wê bibe
destpêka danûstandineke rasteqîn ji bo çareseriya rehendên kollektîf ên pirsa
Kurd? Heta niha ti îşaretek nîne ku hikûmet bixwaze ji mafên çandî yên sînorkirî
derbas bibe. Ezmûna (Taqîkirina) rasteqîn, derbasbûna ji "siyaseta ewlehî ya
danîna çekan" ber bi "naskirineke siyasî û destûrî" ve ye, ku tê de pirsa Kurd
wekî babeteke demokratîk a wekhevî û nûnertiyê bê muamelekirin.
• Gelo serkeftina pêvajoya bêçekkirinê wê bibe sedema guhertineke stratejîk di
peywendiyên Enqere û Hewlêrê de? Hikûmeta Herêmê çawa dikare, bêyî destwerdana
di karûbarên navxweyî yên Tirkiyeyê de, roleke bibandor ji bo gihîştina bi
çareseriyeke siyasî ya giştgir bilîze?
- Kêşeya Kurd ne tenê pirseke navxweyî ya wan dewletan e ku Kurdistan tê de
hatiye dabeşkirin, belkî babeteke bi tevahî herêmî û bi hev ve girêdayî ye.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û hilweşîna Împaratoriya Osmanî, neteweya Kurd di
nav çar dewletên cuda de hate dabeşkirin. Ev dabeşkarî bûye sedem ku her
guhertineke siyasî an ewlehî di yek ji wan dewletan de, bandoreke rasterast
û kûr li ser perçeyên din jî hebe. Ev xweza ya stratejîk a pirsê, bingeheke
serekî ye ji bo têgihiştina aloziyên peywendiyên di navbera dewleta
Tirkiyeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê de di dema niha de.
Ji vê perspektîfê ve, her rêkeftineke siyasî di navxweyî Tirkiyeyê de wê bibe
sedema guhertinekê di peywendiyên wê yên bi Hewlêrê re, lê bi wê mercê ku
pêvajoya bêçekkirinê ne tenê babeteke teknîkî be, belkî pêvajoyeke siyasî ya
rasteqîn li pey wê be ji bo çareserkirina kok û rîşên neteweyî yên kêşeyê.
Hikûmeta Herêmê ku her tim di bin zexta mezin a şerê çekdarî yê PKKê û
guhertinên bilez ên herêmê de bûye, berjewendiyeke mezin di serkeftina pêvajoyên
aştiyê yên li Tirkiye û Sûriyeyê de heye, di heman demê de ku hewl dide
hevsengiyeke hûr di navbera piştgirîkirina aştiyê û destwernedana di karûbarên
navxweyî yên welatên cîran de bi vî awayî biparêze.
Her çend serkeftina pêvajoya bêçekkirinê dikare barê ewlehiyê li ser Herêma
Kurdistanê kêm bike jî, lê ev gav bi tenê guhertineke cewherî nayne holê.
Guhertina rasteqîn girêdayî şiyana Enqereyê ye ji bo derbasbûna ji "nêrîneke
tenê ewlehî" ber bi "vîzyoneke siyasî û demokratîk" ji bo pirsa Kurd wekî
pirseke dîrokî. Ji ber ku tewra bêyî hebûna çekan jî, daxwazên siyasî yên Kurdan
ji bo bidestxistina mafên neteweyî û xwerêveberiyê li herêmê her wek zindî di
nav cewhera civakê de dimînin.
Di dawiyê de, asoya peywendiyên navbera Enqere û Hewlêrê bi wê ve girêdayî ye bê
ka gelo bêçekkirin wê bibe destpêka guhertineke siyasî ya berfirehtir, an tenê
wekî girêbesteke ewlehî ya sînorkirî dimîne. Eger tenê rehendeke ewlehiyê hebe,
peywendî li ser bingeha berjewendiyên demkî berdewam dibin, lê eger ev guhertin
rê ji bo çareseriyeke demokratîk a giştgir vebike, dikare tevahiya jîngeha
siyasî ya herêmê biguhere û peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê ji bo nifşên
pêşerojê ber bi qonaxeke dîrokî, kûrtir, seqamgîrtir û stratejîktir araste bike.
• Ji bo rêgirtina li binketina dubare ya pêvajoya aştiyê, çawa dikare bi rêya
garantiya sazûmanî, rêzbendiya çaksaziyan û beşdariya berfireh a siyasî û sivîl
a Kurdan, baweriyeke niştimanî ya xurt bê avakirin ku pêvajoyê ji kurtdîtinî û
rêkeftinên nihênî û demkî biparêze?
- Pêwîst e pêvajoya çareseriyê di çarçoveyeke qanûnî û destûrî ya zexm de bê
bicihkirin (çespandin), da ku mafên siyasî, çandî û zimanî yên gelê Kurd ji
her guhertineke siyasî ya nişkêve werin parastin. Ev jî divê nûnertiyeke
rasteqîn û awayên cuda yên xwerêveberiya xwecihî li xwe bigire. Danîna çekan
divê tenê bibe gava yekem ji bo destpêkirina diyalogeke siyasî ya giştgir ku
hemû aktorên siyasî, nûnerên gel, civaka sivîl û rewşenbîran li xwe bigire,
ne tenê çend aliyên diyarkirî. Baweriya berdewam tenê bi beşdariya watedar a
hemû pêkhateyên civaka Kurdî û parastina hertimî ya mafan pêk tê. Lê belê,
ji ber stratejiya niha ya dewletê û hegemonyaya sîstema otorîter a
Tirkiyeyê, gihîştina bi çareseriyeke rîşeyî û demokratîk di demeke nêzîk de
pir dûr tê dîtin. Ji ber ku rewşa siyasî hêviyeke wisa ji bo guhertineke
cewherî nahêle, ku tê de maf wekî bingeheke sabît û neguher bêne
muamelekirin. Ev pêvajo pêwîstî bi guhertineke binyadî di hemû saziyên
sîstema desthilatdariya Tirkiyeyê de heye, da ku aştiyeke dadperwerane û
seqamgîr ji bo her kesî pêk bîne.
• Di egera bêçekkirina giştî de, çi mekanîzmek ji bo vekişîna çekdaran û
bidawîanîna li hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê pêwîst e ji bo parastina serweriya
Herêmê û Iraqê? Gelo ev aştî wê bibe sedema geşepêdana aborî û seqamgîriyê ji bo
navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê?
- Bêçekkirina tam pêwîstî bi çarçoveyeke hevbeş a giştgir û zelal heye ji bo
vekişîneke şefaf û tevlîkirina çekdaran bo nav jiyana sivîl. Di heman demê
de, divê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê bi awayekî qonax bi qonax bê kêmkirin û
di dawiyê de bidawî bibe, bi awayekî ku hevkariyên ewlehiyê tenê li ser
bingeha rêkeftina li gel Bexda û Hewlêrê bin û rêzeke temam ji serweriya
Iraqê û saziyên fermî yên Herêmê re bê girtin. Pêngavên leşkerî yên yekalî
divê bên rawestandin û her sê alî ji berê gelek nêzîktir hevkariyê bikin.
Nabêje Herêma Kurdistanê bi tenê lêçûnên giran ên van milmilaneyan bigire
stûyê xwe, belkî divê rasterast sûdmend be ji aştiyeke giştgir. Rûniştvanên
navçeyên sînorî hêjayî asayîşê, jiyaneke rûmetdar û derfetên aborî yên nû
ne. Çareseriyeke serkeftî wê bibe sedema geşepêdaneke mayînde û xurtbûna
hevkariya herêmî. Lê destkefteke rasteqîn tenê wê demê pêk tê ku bêçekkirin
bibe beşeke sereke ji çareseriyeke siyasî ya berfirehtir ji bo pirsa Kurd.
Heta pirsa bingehîn çareser nebe, dînamîkên ewlehiyê bi tevahî winda nabin.
Lewma aştiya hertimî girêdayî bidawîanîna milmilaneya çekdarî ye di siya
rêzgirtina li serweriya niştimanî û hemû saziyên siyasî de ku dibe bingeha
jiyaneke nû.
• Gelo gihîştina bi çareseriyeke navxweyî ji bo pirsa Kurd li Tirkiyeyê wê
serkeftî be, eger daxwazên Kurdên Sûriyeyê tenê wek metirsiyeke ewlehiyê werin
dîtin? Çi core sîstemek li Sûriyeyê dikare mafên Kurdan û nîgeraniyên ewlehiyê
yên Tirkiyeyê bi hev re bicivîne? Encamên vê hevkêşeyê ji bo Herêma Kurdistanê û
siyaseta Kurdî li herêmê wê çi bin?
- Pêvajoya "tevlîbûnê (entegrasyonê)" li Sûriyeyê niha wekî hewldaneke yekalî
xuya dike. Zext li Kurdan tê kirin ku biçin nav saziyên dewletê, bêyî
dabînkirina garantiya qanûnî, siyasî û ewlehî. Kêşeya sereke ev e ku
tevlîbûn nabe bi wateya hilweşandina wan destkeftên siyasî û îdarî be ku
Kurd ev deh sal in li Sûriyeyê pêk tînin. Ev ezmûna siyasî nayê
piştguhkirin, belkî divê modelên xwerêveberiyê û mafên zimanî û çandî di
destûrê de bên çespandin û sîstemeke ewlehiyê hebe ku parastina hebûna
Kurdan bike.
Di heman demê de, hegemonyaya Tirkiyeyê metirsiyeke cidî ye, ji ber ku zextê
dike ji bo hilweşandina tevahiya statuyên Kurdî. Pêwîst e nîgeraniyên Tirkiyeyê
bi rêya rêkeftina asayîşa sînoran werin çareserkirin, ne bi desteserkirina mafên
rewa. Eger tevlîbûn tenê bi wateya dayîna hinek îmtiyazên çandî yên sînorkirî be
û mafên siyasî yên kollektîf bên paşguhkirin, wê demê nakokiya bingehîn çareser
nabe. Ev tenê dubarebûna heman modela binketî ya Tirkiyeyê ye ku tê de mafên
siyasî dibin qurbanî. Di dawiyê de, rewşa Sûriyeyê ezmûneke (taqîkirineke)
dîrokî ye ji bo têgihiştina li paşeroja herêmê; gelo alî ber bi lihevkirin û
çareseriyeke siyasî ya rasteqîn gav diavêjin, an careke din pirsa Kurd dixin nav
çarçoveyeke ewlehî û leşkerî ya girtî? Ev biryar arasteya seqamgîriyê, an
milmilaneya berdewam li herêmê diyar dike.
