• Monday, 28 September 2026
logo

Mela Ebdulrehman Mela Teha, pêşnimêj, gotarbêj û xwediyê projeya tefsîrê bi zimanê Kurdî ji bo Gulanê: Zanayên kurd li gorî deqên şerîetê, berevaniya li welatê xwe wekî erkeke olî û cîhadeke rewa dîtine.

Gulan Media September 13, 2026 Dîmane
Mela Ebdulrehman Mela Teha, pêşnimêj, gotarbêj û xwediyê projeya tefsîrê bi zimanê Kurdî ji bo Gulanê: Zanayên kurd li gorî deqên şerîetê, berevaniya li welatê xwe wekî erkeke olî û cîhadeke rewa dîtine.

 

Mamoste Mela Ebdulrehman Mela Teha, ku di nava xelkê de wek Mela Ebdulrehmanê
Dareto tê naskirin, di malbatek dindar û olperwer de mezin bûye, xwedî temenekî
ji xizmetê û pêgeheke diyar a civakî ye û bi helwestên xwe yên zelal û cîgir tê
naskirin. Xwediyê 20 pirtûkên zanistî ye di warên şerîeta îslamî de û projeyeke
wî ya taybet ji bo tefsîra Qurana Pîroz bi zimanê Kurdî heye. Di vê hevpeyvîna
taybet de pirsên ol û welatparêziyê bi hev re girêdide.

- Piştî temenekî dirêj di xizmetkirina zanistên şerîetê û nivîsîna çendîn
pirtûkên girîng ên olî de, reseniya wê xwendegeha (ekola) fikrî ya ku melayê
kurd pê navdar e di çi de ye? Herwiha têkiliya di navbera bingehên îmanê û
wateyên welatparêziyê de ji nêrîna zanayên pêşîn ên kurd ve çawa tê şîrovekirin
û li ku derê digihin hev?

- Têkiliya navbera îman û welatparêziyê (nîştimandostiyê) ji nêrîna zanayên
olî yên kurd ve, têkiliyeke bingehîn, xurt û temamker e. Welatparêzî ne tenê
ti nakokî û dijberiyek wê bi bawerî û îmanê re nîne, belkî vedaneke
rastewxwe û kûr a nirxên bilind ên ola pîroz a Îslamê ye. Zanayên kurd di
dirêjahiya dîrokê de, bi pişbestina bi deqên şerîetê, berevaniya li xak û
welatê xwe wekî erkeke olî û heta cîhadeke şer'î û rewa dane naskirin. Di
dîroka Kurdistanê de, pêgeha mîhrab û dindariyê tenê di îbadetên takekesî
yên wekî nimêj û rojiyê de sînordar nebûye, belkî mizgeft û hucre her tim
çavkaniya sereke ya bawerî, hêz û enerjiyê bûn ji bo şoreşan; her ji Şêx
Ubeydullahê Nehrî bigire heta Şêx Mehmûdê Hefîd, Pêşewa Qazî Mihemed û
rêberê neteweyî Mela Mistefa Barzanî ku xizmeteke mezin ji doza rewa ya gelê
xwe re kiriye.

Mela Mistefa Barzanî li ser bingehê nirxên neteweyî û olî şoreş kir, em jî her
tim ji kesekî hez dikin ku di heman demê de dindar û kurdperwer be. Di
vegotineke Serok "Mesûd Barzanî" de hatiye ku li gundê Eskerterî li Îranê,
melayekî dilsoz û xoşevîst bi navê Mela Salih, çekek kirîbû, dema ku jê dipirsin
gelo çima di vê temenê de çek hilgirtiye û dixwaze xebatê bike? Di bersivê de bi
serbilindî dibêje: "Ez xizmeta ola pîroz a Îslamê û berevaniya netewe û xaka
Kurdistanê dikim." Ev mijar bi zelalî nîşan dide ku zanayên kurd çawa têkoşîn û
fîdakarî ji bo parastina welatê xwe wekî beşeke sereke ji erkên xwe yên olî û
nîştimanî dîtine û di vê rêyê de çendîn qurbaniyên mezin û giranbiha pêşkêşî
gelê xwe kirine ku her tim bi nemirî di dîrokê de dimînin.

Mela Mistefa Barzanî girîngiyeke mezin dida rola zanayên olî û her tim bi rêz ve
pêşwaziya wan dikir. Serok Mesûd Barzanî vedigêre ku bavê wî jê re gotiye: "Ev
mela mîratgirên Pêxember (s.x) in û pêwîst e pir rêz li wan bê girtin." Heta
dibêje ku bavê wî ti carî bi qasî parastina rêz û pêgeha mamosteyên olî ji wî
hêrs nebûye. Ev hezkirina ji welat ji bingehên olê serçav digire. Dema ku
Pêxember (s.x) ji ber zilma bêbaweran neçar ma Mekkeyê bicîh bihêle, bi hesret
ve berê xwe dayê û fermo: "Tu li her derê li cem min ya herî xoşevîst î." Ji vir
bi zelalî diyar dibe ku welatparêzî û berevaniya li xakê ji kûrahiya îmanê
serçav girtine û her mirovekî bawerdar divê parêzerekî dilsoz ê xaka xwe be, da
ku îbadetên xwe bi azadî encam bide û parastina gelê xwe bike.

Serkêşên dîrokî yên kurd ta cenabê Mistefa Barzanî, derçûyên hucreyê û ehlê
mizgeftê bûn. Hedîseke Pêxember (s.x) heye ku dibêje: "Yê herî baş ê we ew kes e
ku berevaniyê li neteweya xwe bike, heta ku tûşî guneh (tawan) nebe." Xwedayê
mezin jî di Qurana Pîroz de dibêje: "يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنَّا خَلَقْنَاكُم
مِّن ذَكَرٍ وَأُنثَىٰ وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَائِلَ لِتَعَارَفُوا". Lewma
serbilindiya bi nasnameya neteweyî mafekî şer'î û rewa ye. Lê belê neyaran her
tim dijayetiya vê rastiyê kirine, wek çawa Mela Delgeyî ji ber tekezkirina wî ya
li ser kurdbûna Selaheddînê Eyûbî li Bexdayê hate zîndanîkirin, lê bi hewldana
Mamoste Mela Ebdulkerîmê Muderîs û nameyeke fermî ya Serok Barzanî ji bo
Bexdayê, pir bi lez hate azadkirin. Ev bûyerên dîrokî îsbat dikin ku neyar her
tim bi tirs li hişyariya neteweyî dinêrin û dixwazin melayê kurd ji doza gelê wî
qut bikin.

Neyarên kurd berdewam hewl didin nakokiyan çêbikin, çimkî baş dizanin, tiştê ku
kurdan bi paş ve dibe, tenê hizbayetiya teng û duberekî ye. Lewma pêwîst e gelê
kurd li dora rêberekî nîştimanî yê dilsoz û destpak kom bibe da ku bi yekgirtî
ber bi bidestxistina mafên neteweyî û serxwebûnê ve gav bavêje. Melayê kurd her
tim berevaniya li xakê wek beşek ji îmanê zaniye û di nava şoreşan de çalak
bûye. Di vê rêyê de, damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamiya Kurdistanê
ji aliyê cenabê Mela Mistefa Barzanî ve gaveke dîrokî û stratejîk bû ji bo
yekxistina şiyana hemû mamosteyan li dora yek rêxistina nîştimanî, da ku her tim
wek pêşengên rasteqîn bimînin û bibin xwedî pêgeh û biryarên bibandor di nava
civakê de û bikaribin xizmeteke berçav ji ola pîroz a Îslamê û gelê Kurdistanê
re bikin û welatê xwe ji dijminan biparêzin.

- Dîroka zanayên olî yên Kurdistanê tijî ye ji parastina nermiyê (mîyanrewî) û
redkirina tundrewiyê, ku wiha kiriye ev herêm bibe mînaka pêkvejiyana aştiyane.
Li ber çavgirtina vê paşxaneyê, çawa dikare di vî serdemî de parêzgarî li vî
nirxê bilind ê olî û çanda hevqebûlkirinê bê kirin û ji fikrên biyanî were
parastin?

- Ola pîroz a Îslamê peyameke giştgîr û çavkaniya xêr, xweşî, rehmet û aştiyê
ye ji bo hemû mirovahiyê bê cudahî. Xwedayê mezin û dilovan sepandina bîr û
baweriyê bi zorê bi temamî red kiriye, çimkî bawerî bi zorê nabe. Eger
Xwedayê mezin bixwesta, hemû xelkê ser rûyê zeviyê bi yekcarî dikir
misilman, lê îradeya azad daye mirov. Di vê derbarê de di ayeteke pîroz de
bi zelalî dibêje: "وَلَوْ شَاءَ رَبُّكَ لَآمَنَ مَن فِي الْأَرْضِ كُلُّهُمْ
جَمِيعًا ۚ أَفَأَنتَ تُكْرِهُ النَّاسَ حَتَّىٰ يَكُونُوا مُؤْمِنِينَ",
herwiha di ayeteke din de ji Pêxemberê xwe (s.x) re dibêje: "لَّسْتَ
عَلَيْهِم بِمُصَيْطِرٍ". Ji vir diyar dibe ku Xweda ferman daye wî ku bi ti
awayî ne tund û zordest be li ser wan.

Melayê kurd jî pir bi ciwanî ji naveroka dînê xwe fêm kiriye û ti carî rê nedaye
ku ol ji bo merem û mebestên siyasî yan milmilanêya hizbî bê bikaranîn, herwiha
rêgirî kiriye li anîna fikrên biyanî yên tundrewiyê bo nav dîn da ku zirar
negihe mirovahî û misilmantiya wan. Îslam di bingehê xwe de ji bo berjewendiya
mirovan û bidawîanîna kufr, zilm û nefamiyê hatiye. Xwedayê mezin dibêje: "وَمَا
أَرْسَلْنَاكَ إِلَّا رَحْمَةً لِّلْعَالَمِينَ". Pêxemberê me (s.x) jî dibêje:
"Baştirînê mirovan ew in ku herî zêde sûdê digihînin mirovahiyê". Gelê kurd jî
bi siruşta xwe mirovdost û aştîxwaz bûye, her ji ber vê yekê ye ku di dirêjahiya
dîrokê de êrîş nekiriye ser xak û mafên gelên cîran ên navçeyê.

Di wan sedan salên borî de, dema ku kurd hatine êşandin, qirkirin û bi navê dîn
ve jî pêla enfalê bi ser de hatiye, ti carî di şoreşên xwe de rê nedaye ku
regezperestiya tundûtîj bikeve nava baweriyê, yan tola xwe ji kesên bêguneh
hilîne. Berovajî wê, li ser lûtkeyên çiya û gundên Kurdistanê de, pêkhateyên
curbicur ên wek misilman, mesîhî, cihû, kakeyî û êzidî bi hev re jiyane û jiyan
dewlementir kirine. Melayê kurd her tim pêşengê rêzgirtina ji hemû netewe û olan
bûye û bersiva bîrên tundrewiyê daye. Zanayên olî yên kurd, tevî xizmeta dîn,
welatparêzên rasteqîn ên xaka xwe bûn. Deriyê mizgeft û hucreyan her tim ji bo
hemû mirovahiyê vekirî bûye. Parastina pêkhateyên kêmîne yên wek mesîhî, êzidî û
kakeyî jî, li cem zanayan emanetekî şer'î bûye û wek mertalekî xurt ji bo
parastina xwişk û birayên xwe sekinîne.

- Hûn rola dîrokî ya hucreyê li Kurdistanê çawa dinirxînin wekî xwendegeheke
pêşeng ji bo pêgihandina rêberên siyasî û nîştimanî, ku di kêleka pêgeha xwe ya
olî de, parêzvanê ziman, nasname û bîra neteweyî ya kurdî bûye?

- Hucreyên olî dergûşa sereke ya pêgihandina nifşekî bûn ku parastina ol,
ziman, çand û nasnameya neteweyî kirin. Ji wan navendan ve, li ser destê
zanayên kurd, fêrbûna zanist, nivîsîn û zimanê kurdî geş bû. Ev hucre cihê
gihandina helbestvanên mezin ên wekî Nalî, Mehwî û Hacî Qadirê Koyî bûn,
serkirdeyên kurd jî her ji wir hînî welatparêziyê bûn. Lê belê yên ku
xwestin bi bîr û nêrînên biyanî û dûrî Îslamê şoreşê bikin, têk çûn, çimkî
tenê tefîreneyî (cudatî) û duberekî çêkirin, li şûna ku rûbirûyî dijminên
welat bibin. Dîroka xebata Kurdistanê tijî ye bi navê wan zanayên ku di
çeperên pêşî yên berevaniyê de bûn. Ev têkeliya mîhrab û çeperê, peyameke
dîrokî û girîng ji bo nifşê niha radigihîne, ku ol û netewe ji bo
bidestxistina dadperweriyê digihin hev. Yek ji xalên herî geş û girîng ên
dîroka zanayên kurd ên welatparêz, parastina berdewam a şêwaza lixwekirina
cilûberg û çanda dewlemend a resen a kurdî bûye li hember hemû wan pêlên
çandî yên biyanî ku hewla jinavbirina wan didan.

- Çawa mamoste dikarin ciwanan ji fikrên tundrewiyê biparêzin, hevsengiya di
navbera ol û welatparêziyê de çêbikin da ku roleke çalak di parastina qewareya
Herêmê û xaka xwe de bilîzin?

- Pêwîst e gotara olî were nûkirin da ku hemwelatîbûn û welatparêziyê bike
cewhera xwe. Vegera bo reseniya Îslamê û kurdbûnê, me dibe nava fiqha kurdî
ya tijî lêborîn. Parastina vî mîratê dewlemend ne tenê erka mamosteyên olî
ye, belkî erka serkirdatiya siyasî, partî, zanîngeh, xwendegeh û hemû
takekesên kurd e. Ev hevkariyê dibe sedema parastina ol, nasname û rûmeta me
ya neteweyî di siya welatekî avadan û tijî tebayî (lihevhatin) de ji bo
hemûyan bi awayekî hertimî û berdewam.

Top