Aydin Meirûf Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan ji bo Gulanê: Serok Barzanî li gel aştî û pêkvejiyanê bûye û bi gelê xwe re li gel çareserkirina pirsgirêkan e bi riya diyalogê
Rola pêkhateyên Kurdistanê di proseya siyasî û hikumraniyê de, mijara hevdîtina
kovara Gulanê bû li gel Aydin Meirûf, Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan.
Di vê navberê de rola Serok Barzanî ji bo parastina çanda pêkvejiyana olî û
neteweyî li nava Kurdistanê diyar û berbiçav e. Wezîrê Herêmê di bersiva çend
pirsên kovara Gulanê de, tekezî li ser giringiya karkirina (aktîvkirina)
parlamentoyê û destkeftên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Herwiha bi giringî dinêre li proseya aştiyê li Tirkiyeyê û qala peywendiyên
navbera Herêm û Bexdayê dike. Li vir em deqa bersivên birêz belav dikin:
• Gelo hûn wek pêkhate li Herêma Kurdistanê çawa dinêrin li neaktîvkirina
parlamentoyê û pêkneyanîna hikûmeta nû? Ev rewşa nexwestî heta çend bandoreke
xirab li ser Herêma Kurdistanê di rûyê yasayî, civakî û xizmetguzariyan de heye?
- Di niha de aktîvkirina parlamentoyê gelek giring û pêwîst e. Cihê daxê ye ku
du sal in hilbijartin hatiye kirin, lê parlamento karê xwe nekiriye û civîn
encam nedane. Ev jî vedigere bo aliyan, ji ber ku aliyên beşdar di
parlamentoyê de li hev nekirine. Ev yek bandoreke xirab çêdike di rûyê
siyasî û yasayî de. Lê di heman demê de, heta niha Hikûmeta Herêma
Kurdistanê (Kabîneya Nehem), li gel hemû krîz û astengan, karên xwe dike û
di rûyê xizmetguzariyan de berdewam e. Bêguman di rûyê xizmetguzariyan de
pêwîst e em amaje bi wê rastî û dilsoziya kabîneyê bikin ku bi awayekî
berdewam, bi şiyan û hêzeke zêde, di kar û xizmetên giring û bingehîn de ji
bo xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê bê cudahî li hemû bajar û bajarokan
dixebite. Ne tenê wek destpêka salên kabîneyê, belkî zêdetir aktîv e. Lê
gelek pêwîst û giring e, bi taybetî di niha de ku navçe di rewşeke gelek
aloz û agirîn re derbas dibe, Parlamentoya Kurdistanê bê aktîvkirin, da ku
zêdetir dereng nemîne û kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê
pêkanîn. Ji ber ku rola parlamento û parlamenteran gelek giring e, wezîfeya
parlamenter nûnertiya xelkê ye di nava parlamentoyê de. Lewma divê
Parlamentoya Kurdistanê bê aktîvkirin. Parlamentoya Kurdistanê navendeke
gelek giring e bi taybetî di rûyê yasayî de û rehendeke niştimanî jî heye.
Nabe bi vî awayê niha bê îhmalkirin, belkî pêwîst e kar li ser bê kirin berî
ku zêdetir dereng bikeve. Her çend wek me amaje pê kir, Kabîneya Nehem bi
serokatiya birêz Mesrûr Barzanî di kar û xizmetên xwe de li hemû sektoran
berdewam e û xemsarî nekiriye.
• Gelo di rûyê aktîvkirina parlamentoyê de, hûn rola cenabê Serok Barzanî û
Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa dibînin?
- Helwesta birêz cenabê Serok Mesûd Barzanî di hemû babetan de roleke gelek
diyar û erênî (pozîtîf) hebûye û gelek bi perok e ji bo karkirina
parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê. Her tim li gel
wê yekê bûye ku pirsgirêk bên çareserkirin, ji ber ku cenabê Serok Barzanî
merceê siyasî yê Herêma Kurdistanê û gelê wê ye. Di helwest û karên cenabê
Serok Barzanî de, wek rêberatiya siyasî ya xelkê Herêma Kurdistanê, kar û
hewl tê dîtin. Lewma rola cenabê wî divê bi bilindî û mezinî li ber çav bê
girtin. Ji aliyekî din ve, cenabê wî her tim destpêşxeriyên baş hebûne ji bo
karkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta nû. Divê ev rastî jî zelal û
diyar be li cem hemû alî û xelkê ku Serok Barzanî di hemû warên siyasî,
aborî, yekrêzî û civakî de roleke gelek bi rûmet, hêvîbexş û çarenivîssaz ji
bo gelê Kurdistanê hebûye. Herwiha bi giyanê lêborîniyê di pêxema
berjewendiya bilind a gelê Kurdistanê de kar ji bo çareseriya pirsgirêkan
kiriye.
• Gelo hûn rûyê aştî û pêkvejiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê çawa dibînin?
Herwiha wê rêzgirtina bi nirx û bilind a Papayê Vatîkanê ji cenabê Serok Barzanî
re hate dayîn hûn çawa dibînin? Gelo ev yek ji wan nîşan û belgeyan e ku cenabê
Serok Barzanî parêzerekî bêwestan û serhişk ê pêkvejiyan, lêborîn û aştiyê ye li
Kurdistan, navçe û cîhanê?
- Bêguman rêzgirtina li birêz Serok Mesûd Barzanî ji aliyê Papayê Vatîkanê ve,
şanaziyek e ji bo hemû pêkhate û xelkê Herêma Kurdistanê. Ji ber ku cenabê
Serok Barzanî bi dirêjahiya temen û dîrokê selmandiye ku merceê siyasî û
pêkvejiyana pêkhate û neteweyan e li Herêma Kurdistanê û li Iraqê. Bi tekezî
roleke wî ya gelek kartêker û giring heye di her dem û serdemekê de, û ji bo
hemû cîhanê derketiye holê ku Serok Barzanî li gel aştî û pêkvejiyanê bûye.
Niha jî ku ev alozî û şer li navçeyê heye, Serok Barzanî ragihand ku em wek
Herêma Kurdistanê û gelê wê ne li gel şer in, belkî em li dijî şer in û em
li gel aştî û çareserkirina pirsgirêkan in bi riya diyalogê. Ev jî
helwesteke gelek giring, kartêker û diyar a birêzê wî û Herêma Kurdistanê
ye. Herwiha ji her demê zêdetir niha dupat û tekez dike li ser wê bêalîbûn,
aştî û lêborîniyê di navçeyê de. Lê cihê daxê ye ku car caran beşek ji
grûpên mîlîsên derqanûnî li derveyî Herêma Kurdistanê bi dron û mûşekan êrîş
dikin ser Herêma Kurdistanê, ku ev yek binpêkirina hemû yasa û zagonan e.
Lewma em van êrîşan şermezar dikin, ji ber ku em ne alî ne di wî şer û
aloziya li navçeyê de, belkî Herêma Kurdistanê navenda seqamgiriya siyasî û
emnî ye ji bo hemû navçeyê. Lewma pêwîst û erk e ku hikûmeta Iraqê li hember
wan binpêkirinên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin bêdeng nemîne û bi
tundî bersiv bide.
• Hûn çawa dinêrin li proseya aştiyê li Tirkiyeyê ku mebest jê avakirina
navçeyeke bê teror e, û ev yek çiqas pêwîst û giring e ji bo wê navçeyê?
- Belê, niha ev prose di qonaxeke gelek baş de ye ku armanca proseyê ew e
navçeyek bê teror pêk bê, ku ev yek ji bo Tirkiye û ji bo hemû aliyan gelek
pêwîst û giring e. Ev projeyek e ku cenabê Serok Barzanî her tim hewla wê
daye, herwiha hikûmeta Tirkiyeyê jî gelek bi perok e ji bo cîbicîkirina
projeyê, lewma di niha de di qonaxeke pêgehîştî û gelek baş de ye. Ev proje
hêvî û hewla Tirkiye, xelkê Tirkiyeyê û hemû aliyên navçeyê ye, ji ber ku ev
proje wate navçeyek bê teror, Tirkiyeyek bê teror. Wek em dibînin ji ber vê
yekê karê cidî li ser tê kirin, çimkî hevênê aştiya civakî, birayetî û
dostaniyê di navçeyê de dibe qonaxeke seqamgîr û bi kêmtirîn kêşe, ku tê de
neteweya Kurd, neteweya Tirk, neteweya Tirkmen, neteweya Ereb û neteweyên
din, hemû wek bira dibin di navçeyê de. Bi taybetî du netewe. Ez her tim vê
dibêjim, neteweya Tirk û neteweya Kurd, du bira û dost in û xizmatiya wan bi
hev re heye. Di saya siyaseta hekîmane ya Barzanî û desthilata Tirkiyeyê, bi
taybetî Erdogan, niha welatê Tirkiye û Herêma Kurdistanê du cîran, dost û
xizmên baş in. Di vê yekê de rola giring a Tirkiye û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê di serkeftina proseya aştiyê de bi geşî tê dîtin. Bi taybetî rola
cenabê Kak Mesûd Barzanî; cenabê Serok Barzanî roleke gelek kartêker û
giring her tim ji bo aştiya navçeyê hebûye.
• Gelo hûn wek pêkhateya Tirkmen û pêkhateyên din, daxwaza we ji hemû aliyên
Kurdistanî çi ye ji bo aktîvkirina parlamentoyê?
- Bêguman parlamento wek aliyekî yasadanînê ji bo Herêma Kurdistanê û
îdaredanê gelek pêwîst û giring e. Em wek neteweya Tirkmen û pêkhateyan jî
gelek cidî ne û daxwazkar in ji aliyan ku hewl bidin bi cidî parlamentoya
me, ku ev du sal in hatiye hilbijartin, aktîv bikin û parlamenter bi kar û
erkê xwe yê parlamentoyê rabin. Ji ber ku parlamento ya hemû gelê Kurdistanê
ye û bê parlamento valahiyeke mezin û kartêker tê dîtin û em rastî astengî û
kêşeyên yasayî tên. Her çend Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Kabîneya Nehem) di
kar, proje û xizmetguzariyan de ji bo hemû xelkê Herêma Kurdistanê berdewam
e, lê daxwazkar in ji partî û aliyan ku zûtir hewl bidin ji bo aktîvkirina
parlamentoyê berî ku dereng bibe. Divê li gorî hejmara kursiyên
parlamentoyê, hevsengî û lihevkirinê, kar û yekrêzî û yekhelwestiyê bikin û
Herêma Kurdistanê ji vê rewşa nexwestî rizgar bikin.
• Gelo peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê di çi qonaxekê
de ye, bi taybetî derbarê petrol û budçeyê de?
- Niha peywendiyeke gelek baş heye, û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bi
cîbicîkirina destûrê dê baştir bibin û kêşe jî çareser bibin. Em wek Herêma
Kurdistanê bi tekezî di çarçoveya destûra Iraqiya federal de daxwaza mafên
xwe dikin.
• Gelo hûn vegera endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo Encûmena Parêzgeha
Kerkûkê çawa dibînin, pêngaveke baş bû?
- Bêguman ew karê mezin gelek pêwîst û giring bû ku Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDK) encam da, ji ber ku bajarê Kerkûkê bajarê pêkvejiyanê ye,
bajarê hemû netewe û olan e. Divê ew pêkvejiyan di wî bajarî de bê parastin.
Vegera endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê bo nava civînên Encûmena
Parêzgeha Kerkûkê gelek pêwîst e û pêngaveke niştimanî û neteweyî ye.
Herwiha kar û pêngavek e ku tê de rêz li îradeya hemû aliyan tê girtin.
Partî jî hizbeke giring e li Iraqê û li Herêma Kurdistanê, hizbeke serekî ya
kevn e, xwedî ezmûn, qehreman û xwêbexş e, û ezmûneke siyasî ya gelek bihêz
û dîrokî heye. Yekemîn hizb e di asta Iraqê û Herêma Kurdistanê de ku
berevaniyê li doza pêkvejiyanê, neteweyan û pêkhateyan dike.
