• Monday, 28 September 2026
logo

Kenneth Reinert, Profesorê Siyaseta Giştî li Zanîngeha George Mason ji bo Gulanê: Nasyonalîzma aborî bi veberhênana hikûmetê ya di qada pîşesazî û pêşxistina teknolojiyê ve girêdayî ye.

Gulan Media September 13, 2026 Dîmane
Kenneth Reinert, Profesorê Siyaseta Giştî li Zanîngeha George Mason ji bo Gulanê: Nasyonalîzma aborî bi veberhênana hikûmetê ya di qada pîşesazî û pêşxistina teknolojiyê ve girêdayî ye.

 

Di van salên dawî de, nasyonalîzma aborî bûye yek ji mijarên girîng û cihê
nîqaşê di warê aborî û siyaseta navneteweyî de. Li gel zêdebûna hevrikiyên
jeopolîtîk, bi taybetî di navbera Amerîka û Çînê de, gelek dewlet zêdetir
girîngiyê didin parastina berhemên navxweyî, piştgiriya pîşesaziyê, pêşxistina
teknolojiyê û kêmkirina girêdayîbûna bi zincîreyên dabînkirina cîhanî. Vê
guhertinê jî pirsyareke girîng aniye holê: Gelo nasyonalîzma aborî bersiveke
demkî ye li hemberî pirsgirêkên cîhanîbûnê (globalîzasyonê), yan arasteyeke nû
ye ji bo sîstema aboriya cîhanê? Di vê hevpeyvînê de, Kenneth Reinert, Profesorê
Siyaseta Giştî li Zanîngeha George Mason li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li
ser taybetmendiyên serekî yên nasyonalîzma aborî, bandorên wê li ser bazirganî û
cîhanîbûnê, hevrikiya Amerîka û Çînê û sînorê xwetêrkirina aborî diaxive.
Herwiha tekezî li ser girîngiya saziyên piralî û hevkariya navneteweyî dike û
qala wê dike ku çawa dibe paşeroja aboriya cîhanê bibe qurbaniya kêşmekêş û
milmilaniya di navbera hevkarî û dabeşbûna jeopolîtîk de.

• Li gorî nêrîna we, gelo taybetmendiyên serekî yên nasyonalîzma aborî çî ne û
ev têgeh derbarê nêrîna xelkê ya li ser pêwendiya di navbera aborî û welat de çi
ji me re dibêje? Gelo aborî îfadeya nasnameya neteweyî, rûmet û serweriyê ye,
yan jî tenê amûreke serekî ya pêşketinê ye?

- Di warê aboriyê de, nasyonalîzma aborî bêtir bi parastin û veberhênana
hikûmetê ya di qada pîşesazî û pêşxistina teknolojiyê, xwe-dûrxistina ji
pabendbûnên piralî, û şirovekirina ziyan û qezencê ve girêdayî ye. Herwiha
nasyonalîzma etnîkî jî heye ku bêtir bi grûpeke etnîkî ya tenê ve girêdayî
ye ku li ser çend vegotinên dîrokî ava bûye û merc nîne ku ew vegotin hûr û
dirust bin. Di encamê de, pirsên pêwendîdar ên mîna tirsa ji biyaniyan û
sînordarkirina koçberiyê hatine holê. Di van demên dawî de jî, nasyonalîzma
aborî bêtir di forma tekno-nasyonalîzmê de derketiye holê, ku dibe sedema
lawazbûna sîstemên vekirî yên dahênanê ji bo bidestxistina pêgeheke baştir
li hember hevrikên teknolojîk.

• Gelo yek ji palderên nasyonalîzma aborî "ramîna sifir-encam" (zero-sum
thinking) e, ew ramîna ku pêwisa ye pêşketina welatekî li ser hesabê paşketina
welatekî din pêk tê? Di ber ronahiya wan milmilaniyên jeopolîtîk ên heyî û bi
berçavgirtina hevrikiya li gel Çînê, gelo ev şêwazê ramînê çawa alîkariya me
dike ji bo têgihiştina rewşê?

- Li gorî nêrîna min, encamên sifir di warê pêwendiyên aborî de, çi navxweyî
bin yan navneteweyî, bi asteke mezin, encamên erênî ne. Eger wek encamên
sifir jî xuya bikin, ev yek ji ber wê ye ku hikûmetan ew cure saziyên ku
dibin sedema van encaman ava kirine. Karkirina bi zorê û astengiyên li
pêşiya bazirganiyê mînakek vê îhtîmalê ne di çarçoveya aboriyên navxweyî de.
Di warê zanistên civakî de gelek lêkolîn hene ku amaje bi wê yekê dikin ku
meyla mirovan heye rewşên erênî wek encamên sifir şîrove bikin, ev jî meylek
e ku dibe sedema encamên aborî û civakî yên xirabtir, di nav de jî derketina
alozî û nakokiyan. Belê, girtina ber bi siyaseta encama sifir di nav
lîstikvanên mezin ên neteweyî de (Çîn, Yekîtiya Ewropa û Amerîka), dibe
sedem ku rewş bi vî arasteyî ve biçe, lê divê em wê jî bibêjin ku ev ne
encameke hetemî ye, belkî bi biryara van hêzan ve girêdayî ye. Her ji ber vê
yekê ye ku ez piştgiriya jinûve-tevlîbûna di nav saziyên piralî de dikim ku
di binyada xwe de ji bo anîna encamên erênî hatine avakirin.

• Bi riya pênaseyên gumrikî, siyaseta pîşesaziyê, rênimayên (kirîna berhemên
navxweyî) û destpêşxeriyên jinûve-vegerandina pîşesaziyên binyatî, pêla
nasyonalîzma aborî ji perawêza siyasî derbasî nav qada siyaseta aborî bû, nexwe
gelo em bilindbûna cureyeke pir cuda ya kapîtalîzma cîhanî dibînin, yan jî ev
bersiveke siyasî ya demkî ye ji bo cîhanîbûnê?

- Di dema niha de, nasyonalîzma aborî bûye tevgereke belav, û lêkolînên aborî
amaje bi wê dikin ku ev tevgereke pir bi lêçûn (bihagir) e, ango va ye gelek
welat - ku çavkaniyên wan ên darayî yên pêwîst nînin - dest bi destberdana
ji vê lîstikê kirine. Ev ne tenê welatên bi dahata navîn li xwe digire,
belkî hinek welatên biçûk ên bi dahata bilind jî li xwe digire, wek
Swîsreyê. Ku sînordarkirinên darayî li ser piştgiriya pîşesaziyê têne
sepandin. Va ye em vê yekê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya,
Fransa, Almanya û Japonyayê dibînin. Ez dixwazim wê yekê bibêjim ku şerê
piştgirîkirina berfireh a pîşesaziyê, şerekî bi lêçûneke giran e û nabe ku
heta hetayê berdewam bike, ev jî dibe sedem ku nasyonalîzma aborî bibe
rewşeke demkî.

• Hûn wisa difikirin ku nasyonalîzma aborî dê di dawiyê de encamên berovajî
(pêçewane) bi xwe re bîne, ew jî ji ber wê yekê ye ku berhemanîna hevçerx pir bi
hev ve girêdayî ye. Her çawa be, cîhanîbûn aliyên xwe yên baş hene, lê ziyanên
wê di nav hinek bajar, navçe û çînên diyarkirî de têne dîtin. Nexwe gelo
pirsgirêk di xwebixwe cîhanîbûnê de ye, yan di bêşiyaniya hikûmetan de ye ji bo
dabeşkirina qezencên cîhanîbûnê û qerebûkirina ziyanlêketiyan?

- Ev pirsa we babetek e ku bi dehan sal e bûye cihê bala aborînasên
navneteweyî. Ji ber bilindbûn û daketina bazarên cîhanî, divê hem hevkarî û
hem jî bîmeyeke (sîgorteyeke) bihêz a civakî ligel bazirganiya navneteweyî
ya vekirî hebe. Nexwe li vir pirsgirêk bi pirsa dabeşkirina qezencê ve
girêdayî ye, ew tiştê ku aborînas jê re dibêjin "geşbûna hevbeş" û
piştgirîkirina ziyanmendan. Min di van demên dawî de di gotarekê de qala wê
yekê kiriye ku dibe ku ew alî û kesên ziyanlêketî bibin çavkaniya jêhatîbûn
û şiyanê, ev jî eger em geşepêdaneke berfireh û balkişandî ser şiyan û
jêhatîbûnê bigirin ber xwe, ku ev bi xwe cureyeke din a bîmeya civakî ye. Ez
dixwazim wê bibêjim ku çendîn vebijarkên me yên baş ên siyasî li ber dest
in, lê xuya ye vîna me ya pêwîst ji bo bikaranîna wan nîne.

• Nakokiyek di nav nasyonalîzma aborî de heye, va ye di demekê de ku dewlet hewl
didin serxwebûna aborî bi dest bixin, lê pêşengiya teknolojîk bêtir bi zincîreya
dabînkirina cîhanî û bazarên biyanî, pêla zanyariyan û hevkariya zanistî ve
girêdayî ye. Nexwe gelo dewlet dikarin di warekî diyarkirî de bigihîjin asta
xwe-spartinê (xwetêrkirinê), di warê jêriya destkird (AI), wize (enerjî) û
mîneralên girîng de, yan jî serweriya aborî bûye tiştekî xeyalî?

- Li gorî nêrîna min, ramana xwetêrkirina mutleq a dewletan bi xwe, serab e,
yan jî wek ku Malthus dibêje "serabeke xeyalî ya ciwan" e. Hûn kerta
tenduristî û pizîşkî wek mînak werbigirin. Ku li gorî texmînan dibe ku yek
milyon berhem hebin, ku piraniya wan bi zincîreya dabînkirina cîhanî ve
girêdayî ne. Ji ber vê yekê, bidestxistina xwetêrkirinê ne karekî pratîkî
ye.

• Eger derfet bi we re bê dayîn ji bo jinûve-daraştina stûnên sîstema aboriya
cîhanê, pêngava we ya yekem dê çi be û hûnê kîjan pirs û babetan bikin pêşengiya
(ewlewiyeta) karên xwe?

- Em bi cûreyekî ne ku em dikevin wê xefikê ku em difikirin di warê pêwendiyên
navneteweyî de hinek encam tiştekî hetemî ne. Lê rewş ne bi vî awayî ye.
Ango tevî hebûna bangeşeyên bi vî arasteyî "rêgezên asinî" di warê
pêwendiyên navneteweyî de nînin. Her çawa be, sîstema piralî reh û rîşalên
wê yên nîvsedsalî hene. Pêngava yekem di vî warî de ew e ku pêwîst e
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê mekanîzmaya yekalîkirina nakokiyan di nav
Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) de, jinûve bixe dewrê. Gelek caran
endamên vê rêxistinê ev daxwaza xwe dubare kirine, lê helwesta Amerîkayê
neguhêr maye. Di demekê de ku Amerîka sûdmend bûye û ji niha û pê ve jî dê
ji karkirina vê rêxistinê sûdmend bibe. Çimkî di binyatê de ev rêxistin li
gorî berjewendiyên Amerîkayê hatiye damezrandin. Ji bo mînak, bazirganiya di
warê xizmetguzariyan de û derfetdana piştgirîkirina çandiniyê û parastina
milkdariya rewşenbîrî (fikrî) çespandiye, ji bo pêşvebirina berjewendiyên
Amerîkayê. Saziya duyemîn ku pêwîstî bi lêvegerekê heye, Rêxistina
Tenduristiya Cîhanî (WHO) ye. Çimkî derketina pandemiyeke din a cîhanî
tiştekî hetemî ye û divê em amade bin. Ji ber ku vîrus sînoran nas nakin,
nexwe amadekariya li ser asta cîhanê karekî pêwîst e. Di dem û serûbenda
belavbûna Covid-19 de bi milyonan kes ji nav çûn, nabe em rê bi dubarebûna
rewşeke bi vî awayî bidin. Ji aliyekî din ve, divê welatên serekî planeke
wan a bihêztir hebe ji bo qeyrana qerzan, bi taybetî li welatên kêm-dahat,
ku dibe ev qeyran bandoreke metirsîdar li ser asayîşa tenduristî û asayîşa
xorek (xwarinê) hebe. Di dema niha de, nêzîkî 30 dewletên kêm-dahat tûşî
qeyrana qerzan bûne, yan jî metirsiyeke mezin heye ku rûbirûyî wê bibin.
Xûya nake ku çarçoveya hevbeş a Sindîqeya Diravî ya Navneteweyî (IMF) jî
bikaribe vê pirsê çareser bike, şêwazê serederîkirina Çînê li gel qeyrana
qerzan jî cuda ye ji wî şêwazê ku Ewropa û Amerîka di vî warî de digirin ber
xwe.

• Eger em li deh heta bîst salên pêşerojê binêrin, gelo çi tişt bêtir we nîgeran
dike: Cîhanek ku pêla cîhanîbûnê tê de berdewam be, lê bêtir dabeşî ser blokên
jeopolîtîk ên hevrik bibe, yan cîhanek ku nasyonalîzma aborî tê de geş bibe û
cîhanîbûn paşvevekişe?

- Hîç yek ji van her du senaryoyan senaryoya herî baş nînin, hîç yek ji wan jî
ne hetemî ne, ew jî ji ber wê yekê ye ku em xwediyê saziyên piralî ne ku
temenê wan bi dehan sal in, û heta radeyekê di birêvebirina pêwendiyên aborî
de çalak bûne. Her çawa be, ji bo ku ez bersiva pirsa we bidim, dibe ku
cîhanîbûneke dabeşbûyî bi ser blokên hevrik de vebijarkeke baştir be. Çimkî
ev yek bêtir digunce li gel vebijarka piralî di siya Rêxistina Bazirganiya
Cîhanî de ku tê de ew dewletên nêrînên wan li hev nêzîk in, dikarin li ser
hinek binyatan derbarê çend pirsên diyarkirî de xwedî yek helwestê bin.
Aborînasên navneteweyî tekezî li ser egera rêkeftina piralî dikin ku war bi
beşdarbûna dewletên din jî dide. Li gel wê yekê jî, ez dixwazim wê yekê
dûbare bikim ku pabendbûna bi sîstemeke piralî vebijarka herî baş e.

Top