• Monday, 28 September 2026
logo

Rojnamevan û lêkolînerê Holendî Wladimir van Wilgenburg ji Gulanê re: Serkeftina proseya aştiyê li Tirkiyeyê û asayîbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rola girîng a Kurdan di hevkêşeyên nû yên herêmê de diyar dikin

Gulan Media September 13, 2026 Dîmane
Rojnamevan û lêkolînerê Holendî Wladimir van Wilgenburg ji Gulanê re: Serkeftina proseya aştiyê li Tirkiyeyê û asayîbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rola girîng a Kurdan di hevkêşeyên nû yên herêmê de diyar dikin

 

Wladimir van Wilgenburg, rojnamevan û lêkolînerê Holendî, yek ji wan dengên
biyanî yên kêm û diyar e ku zêdetirî deh sal in jiyan û pênûsa xwe ji bo
veguhestina rastiyên doza Kurd terxan kiriye. Ew ê ku xwediyê du bawernameyên
masterê ye di «Xwendinên Kurdî» li Zankoya Exeter û «Lêkolînên Pevçûnan» li
Zankoya Utrechtê, niha li paytexta Hewlêrê nîştecih e û wekî çavdêrekî meydanî
ji nêz ve agahdarî hûrgiliyên herêmê ye. Ji bo axaftina li ser rewşa siyasî ya
Kurdan li Rojhilata Navîn û guhertinên van dawiyan ên li Rojava û Sûriyeyê, me
ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

• Li ber çavgirtina paşxaneya te ya akademîk di warê pevçûnan û lêkolînên Kurdî
de, tu guhertina girîngiya jeopolîtîk a pirsa Kurd li Rojhilata Navîn di nava
deh salên borî de çawa dinirxînî, bi taybetî di jêr rohnahiya guhertina
siyasetên derve yên Amerîka û herêmê de?

- Kurdan her tim roleke girîng û bibandor di hevkêşeyên siyasî yên herêma
Rojhilata Navîn de lîstine, ji ber ku li ser çar dewletên sereke wek
Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dabeş bûne. Ew bi berdewamî di navenda
milmilaneyên mezin de amade bûn. Ji şoreşa Îranê heta rûxana rejîma Seddam û
şerê navxweyî yê Sûriyeyê, mil bi milê hebûna yedekeke dewlemend a petrolê
li Herêma Kurdistanê. Şerê li dijî DAIŞê di navbera salên 2014 heta 2019an
de, bala civaka navdewletî bêtir kişand ser vê pirsê, lê ji ber vekişîna
hêzên Amerîkayê, ew girîngîpêdan kêm bû. Gotegotên piştgiriya Amerîka û
Îsraîlê ji bo Kurdên Îranê jî, ji ber dijberiya tund a Tirkiyeyê bê encam
man. Niha tevî kêmûna bala medyayê, Kurd di hevkêşeya dahatû de rola sereke
dilîzin, ev jî bi rêya proseya aştiyê ya PKKê li Tirkiyeyê, peywendiyên
navbera Hewlêr û Bexdayê, proseya tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk li
Sûriyeyê û heta asteke diyarkirî jî bi rêya çalakiyên berdewam ên partiyên
opozîsyona Rojhilatê Kurdistanê li welatê Îranê dibe, ku pêgeheke girîng
dide wan.

• Berjewendiyên nakok ên hêzên herêmî, bi taybetî Tirkiye û Îran, çawa bandorê
li diyarkirina astengî û derfetên siyasî yên li pêşiya qewareyên (statu) Kurdî
li herdu welatên Iraq û Sûriyeyê dikin?

- Tirkiyeyê di dîrokê de, ji ber hebûna rêjeyeke berçav a nifûsa Kurd li
navxweyê xwe, wekî stratejiyeke bilind a asayîşa neteweyî li dijî her cûre
otonomiyeke Kurdî li herêmê rawestiyaye. Ev helwest li Iraqê rastî
guhertineke cewherî hat, dema ku di salên 2002-2003yan de Enqere bi tundî li
dijî qewareya Herêma Kurdistanê bû û heta gefa dagirkeriya leşkerî jî
dixwar, lê di sala 2010an de bi vekirina konsulxaneya giştî li Hewlêrê,
qonaxeke nû ji hevkariya aborî û siyasî dest pê kir. Li Sûriyeyê jî,
Tirkiyeyê di navbera salên 2017 û 2019an de çendîn operasyonên leşkerî li
dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) encam dan, da ku rê li ber avabûna
qewareyeke Kurdî li ser sînorên xwe bigire, lê di sala 2026an de û piştî
rûxana rejîma Esed û vekişîna piştgiriya Amerîkayê, hevkêşe guherî. Niha ji
ber tevlîbûna HSDê di sîstema nû de û pêşveçûna proseya aştiyê ya bi PKKê
re, Tirkiye wekî hevbeşekî herêmî li wan dinêre û egera serdana fermî ya
serkirdeyên berê yên HSDê bo Enqereyê li holê ye.

Ji aliyekî din ve, peywendiyên Tirkiye û Îranê li ser bingehê berjewendiya
hevbeş a ji bo parastina aramiya navxweyî û rêgirtina li destwerdana derve
hatiye dîzaynkirin. Tirkiyeyê bi tundî rê li ber wê yekê girt ku Kurdên Îranê
piştgiriya leşkerî ji Amerîka û Îsraîlê werbigirin, çimkî her aloziyeke li
Tehranê dibû sedema serhildana otonomiya Kurdan û têkçûna proseya aştiya
navxweyî ya Tirkiyeyê. Rûxana rejîma Esed jî hemahengiya Tehran û Enqereyê
hêsantir kiriye, bi taybetî ku Tirkiye niha grûpên proksî yên Îranê wekî
astengiyekê li dijî hegemoniya Îsraîlê li herêmê dibîne.

Îrana ku berê bi rêya «Çarçoveya Astanayê» hewl dida Amerîkayê ji Sûriyeyê
derxîne û desthilata Esed li ser navçeyên Kurdî bisepîne, piştî rûxana rejîmê
di 2024an de, pêgeha xwe ya stratejîk û xeyala «Hîlala Şîe» ji dest da û niha
zêdetir bala xwe dide ser Tengava Hurmuzê. Li Iraqê jî, Îranê ji ber peywendiyên
Herêma Kurdistanê bi Washingtonê re, bi berdewamî fişara leşkerî û mûşekî bi kar
aniye bo seqetkirina jêrxana enerjiyê û lawazkirina opozîsyona Kurdî ya Îranê,
çimkî her projeyeke serbixwe ya enerjiyê wekî metirsiyekê li ser hegemoniya xwe
ya aborî dibîne.

Digel vê yekê jî, dîrokeke kûr a peywendî û awarebûnê di navbera Kurd û Îranê de
heye ku bandoreke çandî û zimanî ya mezin li pey xwe hiştiye. Tê pêşbînîkirin ku
di sala 2026an de, eger hêzên Amerîkayê bi temamî vekişin û grûpên çekdar ber bi
bêçekbûnê ve gav bavêjin, peywendiyên navbera Tehran û Hewlêrê di çarçoveya
hevsengiyeke nû ya herêmî de ber bi asayîbûn û aramiyeke zêdetir ve biçin, ku ev
yek jî careke din nexşeya siyasî û ewlehiyê ya Rojhilata Navîn dadirêje.

• Di pirtûka xwe ya bi navê «Kurdên Bakurê Sûriyeyê» de, te lêkolîn li ser
şêwazê desthilatdarî, piralîbûn û cihêrengiya herêmê kiriye. Bi nihêrîna li ser
dorpêçên aborî yên berdewam û gefên ewlehiyê, bi nêrîna te îro Rêveberiya Xweser
a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çawa rastî guhertinan were?

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AANES) êdî ew berxwedêriya
berê nemaye, bi taybetî piştî bi dawîhatina piştgiriyên Amerîkayê û
îmzekirina rêkeftina tevlîkirina HSDê bi Şamê re di meha Yekê de. Niha
hikûmeta navendî ya Sûriyeyê bi hêdî saziyên navçeyên Kurdî vedigerîne bin
desthilata xwe, ev yek jî pêgeha siyasî û leşkerî ya Kurdan bi tundî lawaz
kiriye. Her çend Kurd hîn jî postê wezareta berevaniyê, hinek yekîneyên
leşkerî, parêzgariya Hesekê û şaredariya Kobaniyê di destê wan de ye, lê
bandora wan a rastîn kêm bûye. Nûnertiya wan di parlamena Sûriyeyê de ne ew
qas e ku bikaribin roleke yekalîker bilîzin, çimkî ew parlamen di jîngeheke
demokratîk de pêk nehatiye û bêpar e ji partiyên pircûre yên wekî Iraqê ji
bo avakirina hevpeymaniyan. Hewldanên HSDê yên beriya sala 2026an ji bo
hevpeymaniya li gel pêkhateyên Druz û Elewiyan, ji ber nemana piştgiriya
Washingtonê bê encam bûn. Di dema niha de, tenê navçeya Siweyda wekî
qewareyeke serbixwe maye, ev yek jî nîşaneya lawazbûna yekcarî ya projeya
rêveberiya xweser e di çarçoveya desthilata Şamê de ku mijûlî kontrolkirina
hemû cemsaran e bi rêya gavên hûr ji bo vegerandina serweriya dewletê bo
seranserê xaka welat.

• Li ser bingeha lêkolînên te yên di bin sernavê «Hevpeymanên Tesadufî»
(Accidental Allies) de, tu rewşa niha ya peywendiyên navbera Hevpeymaniya
Navdewletî bi serokatiya Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çawa wesif
dikî? Gelo ev hevbeşî bi dawî hat, bêyî ku pêgeheke siyasî ya fermî ji bo
«Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê» hebe?

- Niha Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê bi temamî ji xaka
Sûriyeyê vekişiyaye û ti amadebûneke leşkerî li navçeyên cuda nemaye. Di
niha de Washington zêdetir tekezî li ser hemahengiya bi hikûmeta Şamê û
îmzekirina girêbestên bazirganî dike, lewma peywendiyên wê bi Hêzên Sûriyeya
Demokratîk re gelekî sînordar bûne. Welatên wek Amerîka û Fransa, piştgirî
li wê yekê dikin ku Kurdên Sûriyeyê bi şêweyekî aştiyane di nav sîstema
siyasî ya nû de bên tevlîkirin, lê piştgiriya desthilata rêveberiya xweser
nakin. Di heman demê de ji ber bi dawîhatina şerê li dijî DAIŞê, daxwaza
rojava ji bo piştgirîkirina aliyên dijberên wê rêxistinê nemaye. Berpirsên
Amerîkî jî tekez dikin ku DAIŞ êdî ne gefeke metirsîdar e û çalakiyên wê bi
asteke gelek kêm bûne. Her çend dibe ku DAIŞ êrîşên piçûk û cihêreng encam
bide, lê nabe gefeke cidî, çimkî piraniya Sunneyên Sûriyeyê li gel Şamê ne û
Sunneyên Iraqê jî, tevî nerazîbûna wan li hember grûpên çekdar ên Şîe, bi ti
awayî ne amade ne careke din piştgirî bidin versiyoneke nû ya rêxistina
terorîst a DAIŞê û bibin piştgir ji bo gavên wê.

• Di jêr rohnahiya guhertinên herêmî û meyla welatan ji bo asayîkirina
peywendiyan bi hikûmeta Sûriyeyê re, kîjan derfet û rêyên pratîkî tên dîtin ji
bo destpêkirina danûstandinan di navbera HSD û hikûmeta navendî ya Şamê de?

- Danûstandin tenê rê ye ji bo bidestxistina mafên neteweyî û zimanî, lê ji
ber bêhêziya pêgeha niha ya Kurdan di parlamena Sûriyeyê de, pêwîst e serî
li çalakiyên medenî, xwepêşandan û fişarên siyasî yên navdewletî bê dayîn.
Herêma Kurdistanê jî her tim piştgiriyeke temam a daxwazên Kurdan dike û
dikare wekî meha Çileya 2026an, roleke gelek bibandor a dîplomatîk ji bo
nermkirina alozîyan bilîze. Niha ku xwepêşandanên girseyî ji bo xwendina bi
zimanê dayikê berdewam in, Şam tenê hewl dide vî mafê rewa sînordar bike. Ji
aliyekî din ve, belavbûna siyasî û nakokiya kûr a navbera PYD û ENKSê, bi
temamî wekî milmilaneyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, ziyareke mezin
gihandiye pêgeha Kurd. Ev dabeşbûna kûr derfeteke zêrîn dide rejîma Şamê da
ku van hêzan li dijî hev bi kar bîne û destkeftên neteweyî lawaz bike. Lewma
yekrêziya siyasî û yekxistina gotara aliyan yekane kilîta serkeftinê ye di
vê qonaxa hestiyar de ji bo parastina hemû mafan û gihîştina bi armancên
mezin di paşerojeke nêz de ji bo hemû neteweya Kurd.

• Wekî rojnamevanekî ku demeke dirêj e li Hewlêrê nîştecihî, nirxandina te çiye
ji bo nakokiyên berdewam ên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta
Federal a Iraqê li ser pirsên destûrî, darayî û navçeyên nakokdar; bi taybetî li
ser mijara hinardekirina serbixwe ya petrolê û terxankirina para budçeya herêmê?

- Kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê di xitimandinê (binbestê) de dimînin, heya
ku çareseriyeke bineretî ji bo cîbicîkirina madeyên destûrî, bi taybetî
Madeya 140, neyê dîtin. Niha ev made hatiye paşguhkirin û ji destdana
navçeyên nakokdar di sala 2017an de pêgeha Kurdî li hember Bexdayeke
bihêztir lawaz kiriye. Bexda êdî wekî sala 2014an pêwîstiya wê bi hevkariya
Kurdan nîne. Di rûyê ewlehiyê de, vekişîna hêzên Amerîkayê di sala 2026an de
her çend metirsîdar e, lê dikare hincetên Îranê ji bo armanckirina Hewlêrê
kêm bike.

Ji aliyekî din ve, pêgeha jeopolîtîk a Herêmê girêdayî hevkêşeya enerjiyê ye.
Bexda ji bo dîtina cîgirê Tengava Hurmuzê, hîn jî pêwîstiya wê bi boriya petrola
Kurdistanê û navçeya Pêşabûrê heye, çimkî projeyên nû dem û têçûyeke zêde
dixwazin ku di şiyana niha ya Iraqê de nîne. Her çend egera kişandina boriyê bi
nav xaka Sûriyeyê de metirsî ye li ser pêgeha Herêmê, lê projeyên stratejîk ên
wekî «Rêya Pêşketinê» (Rêya Geşepêdanê) hîn jî di nav xaka Kurdistanê re derbas
dibin. Nexwe, tevî lawaziya siyasî, lê pêgeha cografî û jêrxana enerjiyê ya
Kurdistanê wekî kartekî fişarê yê bihêz di hevkêşeyên navdewletî û navxweyî de
dimîne. Pêşeroja van peywendiyan di deh salên dahatû de girêdayî wê yekê ye bê
ka Herêm heta çend dikare vê girîngiya aborî ji bo parastina qewareya xwe ya
siyasî bi kar bîne.

• Proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê bi berdewamî ji ber milmilane û dabeşbûnên
navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
(YNK) ji hev ketiye. Gelo ev nakokiyên navxweyî heta çend bandorê dikin li ser
hêza danûstandina Herêmê li hember hikûmeta navendî ya li Bexdayê û asta
baweriya hevpeymanên navdewletî bi Herêma Kurdistanê?

- Van nakokiyan bandor kiriye li ser hêza danûstandinê ya Kurdan li Bexdayê,
ji ber ku alî perçekirî ne û li dijî hev lobiya dikin. Gelek ji şandeyên
dîplomatîk nîgeran in ku Kurd nikarin hikûmetê pêk bînin, ev yek jî wê rola
«yekalîker» lawaz dike ku berê Kurdan li Bexdayê dilîst. Eger PDK û YNK
bikaribin hikûmetê pêk bînin û yekdeng bin, dikarin piştgiriyeke zêdetir bi
dest bixin.

• Bandora destwerdanên leşkerî yên derve, wek operasyonên Tirkiyeyê û êrîşên
mûşekî yên Îranê, li ser aramiya navxweyî û pirsa serweriya Herêma Kurdistanê
çiye?

- Herdu welatên cîran, Tirkiye û Îran, ji bo demeke dirêj bi rêya êrîşên dronî
û mûşekî xak û asayîşa Herêma Kurdistanê kirine armanc. Di dema niha de, ji
ber serhildana asoya geşbîn a proseya aştiyê di navbera Tirkiye û Partiya
Karkerên Kurdistanê (PKK) de, gefên leşkerî yên Enqereyê bi awayekî berçav
rû li kêmbûnê kirine. Eger ev prose bi encam bibe, tê çaverêkirin ku artêşa
Tirkiyeyê ji navçeyên sînorî vekişe, ev yek jî dibe derfeteke zêrîn ji bo
avadankirina bi sedan gundên wêrankirî û pêşketina kerta çandinî û
geştyariyê di wan navçeyan de.

Ji aliyekî din ve, milmilaneya tund a navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û
Komara Îslamî ya Îranê, hîn jî wekî fişareke mezin li ser Herêma Kurdistanê
maye. Êrîşên dronî yên van dawiyan ên Îranê bo ser ofîsa taybet a Serokê
Hikûmeta Kurdistanê û armanckirina partiyên opozîsyona Kurdî yên Rojhilat,
metirsiyeke cidî ye li ser aramiya herêmê. Li ber rohnahiya van aloziyan de,
cîbicîkirina xalên «Yadaşta Lêktêgihîştina Emnî ya Îslamabadê» di berjewendiya
bilind a neteweyî ya Herêmê de ye ji bo parastina serweriya xaka wê.

Her çend vekişîna hêzên hevpeymanan li Hewlêrê dibe ku êrîşên rasterast li ser
paytextê kêm bike, lê xuya nake ku Îran û grûpên alîgirên wê dev ji armanckirina
jêrxana enerjiyê û neyarên xwe yên siyasî berdin. Datayên di navbera salên 2018
heta 2025an de îspata wê rastiyê ne ku heta aloziyên navbera Tehran û
Washingtonê di asteke bilind de bimînin, gihîştina bi aramiyeke hertimî û
seqamgiriyeke aborî ya giştgîr ji bo gelê Kurdistanê dê karekî dijwar be.

• Xalên lawaz (valahî) yên navxweyî yên herî metirsîdar û derfeta dervekî ya
herî mezin li pêşiya modelên desthilatdariya Kurdî li Rojhilata Navîn ji bo deh
salên dahatû çi ne?

- Xala lawaz a herî metirsîdar a Kurdan, jihevketin û perçebûna siyasî ya li
Herêm û Rojavayê ye; bêyî karkirina bi hev re, pêgeha wan li Bexda û Şamê
lawaz dibe. Di heman demê de guhertina demografî û koça Ereban ligel şerê
Îranê heta 2029an, astengiyeke cidî ne. Derfeta herî mezin di avakirina
saziyan, bihêzkirina aboriya ne-petrolî (çandinî û geştyarî) û di yekxistina
Pêşmergeyan de ye. Proseya aştiyê li Tirkiyeyê derfeteke zêrîn e, çimkî
destwerdanên leşkerî û girjiyên navbera PDK û PKKê bi dawî tîne. Ev yek
aramiyê bo navçeyên sînorî vedigerîne û ziyanên canî û darayî yên êrîşên
dronî û topxaneyan radiwestîne, ku berê dibû sedema canjidestdana geştyar û
cotkaran û ji navçûna pez û ajalên wan. Ev yek jî zemîna geşepêdana geştyarî
û çandiniyê li parêzgeha Dihokê û navçeyên din çêdike, ku dibe sedema aramî
û bihêzbûna pêgeha siyasî ya gelê Kurd li seranserê herêmê bi temamî.

Top