• Monday, 28 September 2026
logo

Di salvegera Şoreşa Mezin a Îlonê de; Şoreş wê demê dibe dîrokeke zindî ku bikaribe mirovê azad û niştimanekî piralî berhem bîne

Gulan Media September 13, 2026 Raport
Di salvegera Şoreşa Mezin a Îlonê de; Şoreş wê demê dibe dîrokeke zindî ku bikaribe mirovê azad û niştimanekî piralî berhem bîne

 

«Mistefa Barzanî, wekî mîmarê azadiyê, Şoreşa Îlonê ji serhildaneke çekdarî
guherand projeyeke netewesazî ya sazîyî û mirovî. Wî karîbû navenda xebatê ji
berjewendiyên biçûk ber bi dozeke niştimanî ya berfireh ve bibe, ku tê de
piralîbûn, serweriya yasayê, rûmeta mirov û parastina jîngehê bingehên
dewletdariyê ne. Barzanî bi hevsengkirina hêz û fezîletê (exlaqê qenc), îspat
kir ku azadî tenê rizgariya ji zilmê nîne, belku avakirina me'rîfet (zanîn) û
dadperweriyê ye. Mîrata wî, guherandina mirov ji bûnerekî bindest bo aktorekî
siyasî yê hişyar bû. Niştimanek ava kir ku tê de pêkvejiyan û welatîbûnê koka
xwe berda, da ku şoreş wekî dîrokeke zindî ji bo her tim di nava nasnameya
neteweyê de bimîne û rûmetê ji bo mirovê Kurd û Kurdistanî misoger bike.»

Mîmariya Azadiyê Xwendinek ji bo rêberatiya Mistefa Barzanî û Şoreşa Îlonê

Dema em ji nêrîneke felsefî û dîrokî ya kûr a Şoreşa Îlonê li kesayetiyeke
dîrokî ya wekî Mistefa Barzanî dinêrin, em ne tenê li beramberî generalekî
leşkerî ne ku serkirdatiya şoreşeke çekdarî kiriye, belku em li beramberî
karîzmayeke pratîkî ne ku karîbûye «mîmariya azadiyê» di nava cergê dîrokeke
tijî zilm û çewisandin de ava bike. Meziniya Mistefa Barzanî di wê yekê de kurt
nabe ku tenê rêberekî cemawerî yê karîzmatîk bû, belku rehenda (aliyê) giring di
wê yekê de ye ku karî bi dîtineke lojîkî, karîzmaya xwe ji «kesayetiyeke
takekesî» biguherîne bo «dezgeheke siyasî û exlaqî ya bilind».

Ji nêrîna felsefeya «Hannah Arendt» ve, mirovê siyasî ew kes e ku dikare
«cîhaneke hevbeş» çêbike. Mistefa Barzanî ew kes bû ku niştiman ji tenê axeke
bêgiyan û cografyayeke belavbûyî guherand bo «cîhaneke hevbeş» ji bo hemû ew
netewe û ayînên cihêreng ên ku tê de dijîn û xewna azadiyê dibînin.

Ev werçerxana mezin di dîroka hemdem a Kurd de, dikare wekî «Werçerxana
Kopernîkosî» di nava qada siyasî ya tevgera rizgarixwaza Kurd de bê binavkirin.
Berî vê qonaxê, piraniya tevgerên Kurdî di nava baznegeke girtî ya navçeyî,
eşîrî, an ayînî de dizivîrîn, lê Mistefa Barzanî karî bi şêweyeke binyatî
navenda vê dîrokê biguherîne. Rêk wekî Kopernîkos ku zevî (erd) ji navenda
gerdûnê da aliyekî û têgihiştineke nû ji bo gerdûnnasiyê afirand, Mistefa
Barzanî jî navenda xebata Kurdî ji «berjewendiyên biçûk, demkî û belavbûyî»
guherand bo «dozeke neteweyî û niştimanî ya berfireh». Ev ne tenê guherîna
stratejiyeke leşkerî an siyasî bû, belku guherîna «îradeya mirovê Kurd û
Kurdistanî» bû ji bûnerekî bindest ku tenê li benda qeder û rûdanan be, bo
aktorekî siyasî yê hişyar ku dixwaze tiştekî nû û destpêkeke nû di nava cîhanê
de damezrîne.

Mistefa Barzanî bi kûrî ji wê yekê têgihiştibû ku şoreşa çekdarî bi tenê, her
çend bihêz jî be, nikare neteweyekê ji çengê dagirkeriyê rizgar bike, eger
neguhere bo projeyeke sazîyî û sîstematîk. Lewma wî karî bi zanayiyeke bêwêne,
hêza cemawerî û hesta neteweyî di qalibekî rêxistî û yekgirtî de kom bike ku tê
de takekes ji hemû çîn û tûjan hesta întegrayî û girêdanê bi nasnameyeke
mezintir ji eşîr û navçegeriyê dikir, ku ew jî Kurdistan e. Ev rêk ew xal e ku
«kirdara siyasî» dibe rastiyeke berbiçav, dema mirov li derdora yek armanca
bilind kom dibin û dibin xwediyê gotarek yekgirtî ya neteweyî û niştimanî.

Bi vê rêyê Şoreşa Îlonê karî civaka Kurdistanî ji qonaxa «berxwedana xirîzî
(instinktîv)» û berteka demkî bibe nava qonaxa «xebata hişyaranê» û plandananên
stratejîk. Herwiha projeya netewesaziyê ji xewneke abstrakt û dûr guherand bo
rastiyeke siyasî ya bihêz, ku ne tenê di navxweyî de yekgirtin çêkir, belku
dijmin û neyarên xwe jî neçar kir ku wekî aliyekî xwedî maf û xwedî qeware, li
ser maseya danûstandinê rûnin. Li gorî vê yekê, Şoreşa Îlonê tenê xebateke
çekdarî nebû, belku darijêrê wê binyata fîkrî û siyasî bû ku gelê Kurdistanê ji
perawêza dîrokê anî nava navenda rûdanên siyasî û wate û rûmet bi nasnameya
mirovê Kurd û Kurdistanî bexşand.

Navçeyên Rizgarkirî yên Şoreşa Îlonê Piralîbûn û rûmeta mirov wekî stûnên
nasnameya niştimanî

Ew rêbaz û nêrîna siyasî ya ku Şoreşa Îlonê bi rêberatiya Mistefa Barzanî di
dîroka hemdem a Kurd de peyrew dikir, tenê di çarçoveya xebateke çekdarî de kurt
nedibû, belku guzarişt (îfade) bû ji wê kûrahiya siyasî ya ku di zanistên mirovî
de bi «niştimanperweriya medenî» tê naskirin. Di şoreşê de, niştiman tenê
cografyayeke girtî, an mulkê netewe û ayîneke taybet nebû, belku wekî qadeke
giştî û vekirî dihate dîtin ku tê de «piralîbûn» (Plurality) dibe binyata man û
geşekirinê. Ev dîtin bawer dike ku cudahiyên neteweyî û ayînî ne tenê gef nînin,
belku stûna hêza rasteqîn a Kurdistanê ne, wê dema di bin sîbera Şoreşa Îlonê
de, pêkhateyên cihêreng ên wekî Mesîhî, Êzîdî, Tirkmen û Ereb bi hev re hesta
aramî û rûmetê dikirin. Di rastiyê de projeyek dihate cîbicîkirin ku armanca wê
guherandina «felsefeya eşîrê» bû bo «felsefeya dewletê». Di vê guherînê de,
mirov wekî «paşkoyên» grûpan nedihatin dîtin, belku wekî «welatî» yên xwedî maf
û erk dihatin dîtin ku yeksaniya mirovî li beramberî yasayê wan bi hev ve
girêdide.

Ev tevgera siyasî ya Şoreşa Îlonê, hilgirê rehendeke felsefî ya kûr bû derbarê
çemka «azadiyê» de. Eger bi nêrîneke «Hannah Arendt»-î em lê binerin, em dibînin
Barzanî cudakariyeke hûr kiriye di navbera «Rizgarî» (Liberation) û «Azadî»
(Freedom) de. Rizgarî li cem Mistefa Barzanî tenê dûrketina ji zilm û
çewisandina desthilata navendî bû, lê armanca dawî «Azadî» bû; azadiyeke ku
pêwîstiya wê bi damezrandina sazî, qada giştî û zimanê diyalogê hebû. Hewldanên
berdewam ên Barzanî ji bo rêkeftinên siyasî û damezrandina encûmenan, nîşaneya
wê yekê bûn ku wî dixwest civaka Kurdistanî ji qonaxa «serhildana cesteyî
(fîzîkî)» derbasî qonaxa «dewletdarî û eqilanîbûnê (rasyonalîte)» bike. Çimkî
têgihiştibû ku azadiya rasteqîn tenê di nava çeperan de nîne, belku di wê qada
giştî de ye ku mirov tê de cîhaneke hevbeş li ser binyata yasa û rûmetê ava
dikin.

Ji aliyekî din ve, şoreş li cem Mistefa Barzanî tenê rûbirûbûna dijminê derve
nebû, belku proseseke çaksaziya navxweyî û civakî bû. Ku bi cîbicîkirina
reformên kûr, bi taybetî di meseleya parastina mafên jinan û têkşikandina
peywendiyên feodalî yên kevn de, «peymaneke civakî ya nû» damezrand.

Mistefa Barzanî gihiştibû wê baweriyê ku niştimanek, nîvê bedena wî (ku jin e)
di perawêz û zincîran de be, nikare ber bi pêş ve gav bavêje. Bi van gavan,
şoreş ji tevgereke çekdarî ya sînordar guherî bo serhildaneke civakî ya
hemelayen (berfireh). Ev gava wêrekane li vir wekî «çaksaziyeke dîrokî»
derdikeve ku ne tenê ji bo axê, belku ji bo parastina rûmeta takekesan jî
têkoşiyaye. Di dîtina Barzanî de, siyaset wê demê rewabûnê werdigire ku rûmeta
mirov biparêze, çimkî bê rûmet û azadî, ax tenê dibe çoleke bêruh û bê wate. Bi
vî şêweyî wî karî binyata niştimanperweriyekê dabarêje ku li ser binyata
piralîbûn, welatîbûn û dadperweriya civakî sekiniye.

Dadperwerî û Me'rîfet (Zanîn) wekî Du Rehendên Stratejîk di Şoreşa Îlonê de

Di qada felsefeya siyasî û dîroka şoreşan de, gelek caran xêzeke nazik û
metirsîdar heye di navbera rizgarixwazî û bêserûberiyê de. Piraniya tevgerên
çekdarî di bin navê «rewşa awarte» de, yasa û dadperweriyê dikin qurbaniya
berjewendiyên şer û tundûtûjiyê dikin cîgirê normên civakî. Lê dema em li
kûrahiya ezmûna rêberatiya Barzanî di Şoreşa Îlonê de dinêrin, em bi dîtineke
cuda û kêmpeyda re rû bi rû dibin ku tê de «serweriya yasayê» û «avakirina
mirov» wekî du stûnên serekî yên şoreşê derdikevin pêş. Barzanî di nava cergê
agir û hesin de, têgihiştibû ku azadiyeke bê yasa be, tenê ajawayeke
(kargêşiyeke) demkî ye û nikare li beramberî guherînên dîrokî xwe bigire.

Her lewma tekezkirina wî ya li ser damezrandina dadgehan di navçeyên azadkirî û
di nava şikeftan de, guzarişt bû ji zindîkirina çemka «Nomos» a Yewnanî. «Nomos»
tenê bi wateya dekseke yasayî nayê, belku wekî dîwarekî parêzer e ku azadiya
mirov ji hundir ve diparêze û rê li ber bêsebatiya aştiya civakî digire. Wî
dixwest îspat bike ku şoreş tenê xebata çekdarî nîne ji bo şikandina dijmin,
belku proseseke avaker e ji bo çespandina sîstemekê ku tê de ti kes li serveyî
yasayê nebe. Ev nêrîn bû sedem ku heta Pêşmerge jî hest bikin ku li beramberî
yasayê berpirsyar in, ev jî peyama herî mezin a şaristanî bû ji bo cîhana derve
ku Kurd neteweyek e xwedî fîkra dewletdariyê ye û di dijwartirîn rewşan de dest
ji dadperweriyê bernade.

Hevşanî vê nêrîna yasayî, Şoreşa Îlonê girîngiyeke dîrokî dida «dibistan û
perwerdeyê», ku ev jî dikare di çarçoveya «pedagojiya rizgarixwazî» de bê
şîrovekirin. Li cem Arendt, perwerde tê wateya «destpêkeke nû», wate amadekirina
nifşekî ji bo wê yekê ku cîhaneke nû ava bikin. Barzanî bi wê têgihiştina kûr ve
zanibû ku dijminê rasteqîn ê Kurd tenê artêşa dagirkeran nîne, belku
«nexwendevarî û paşvemayîn» astengiyên herî mezin in. Fermana vekirina
dibistanan ji bo keç û kuran di nava dilê şoreşê de, ne tenê gaveke fêrkarî bû,
belku çandina tovê «ronakbîriyê» bû di mejiyê takekesê Kurd de. Barzanî dixwest
mirovê Kurd û Kurdistanî ji «koleyê rastiyê û bindestiyê» biguherîne bo
«mirovekî azad» ku bikaribe bi eqil, fîkr û me'rîfetê (zanînê) bergiriyê li
hebûna xwe bike.

Li vir dibistan dibe kargehek ji bo berhemanîna «welatiyê azad». Mistefa Barzanî
bi vê nêrîna xwe ya hemdem, sînorê navbera «şerê çekdarî» û «avakirina
şaristanî» reş kir û modelek nû ji xebatê nîşanî cîhanê da. Nîşan da ku
«Pêşmerge» tenê şervanek nîne ku çek li mil e, belku mirovekî xwedî dîsîplîn û
hişyar e ku bi zîrekî çekekî bibandortir ku zanîn û me'rîfet e ji bo parastina
nasname û rûmeta mirovî bikar tîne. Ev têkelkirina yasa û perwerdeyê, qenaetek
bû ku bawer dikir azadiya rasteqîn ji mejî dest pê dike û bi yasayê tê parastin.
Di rastiyê de, ezmûna Şoreşa Îlonê waneyeke felsefî ya kûr e ji bo her tevgerekê
ku bixwaze ji serhildaneke demkî biguhere bo qewareyeke neteweyî û şaristaniya
berdewam.

Şoreşa Îlonê: Hevsengiya navbera xebata çekdarî û fezîleta exlaqî

Di dîroka tevgerên rizgarixwaz ên gelan de, kêmîneyek ji rêberan hene ku
karîbûne di nava cergê dûkel, agir û milmilaniya dijwar de, cewherê exlaqî yê
siyasetê biparêzin û nehêlin doza neteweya wan di nava xefika kîn û berteka
koranê de bixeniqe. Mistefa Barzanî, wekî mîmarekî siyasî û semboleke neteweyî,
mînaka herî diyar a wan rêberan e ku milmilaniya çekdarî ji kirdareke leşkerî ya
rût guherand bo hizreke mirovî û exlaqî. Dema radigihîne ku «Şerê me ne li gel
Ereban e, belku li gel wan rejîman e ku Kurd û Ereb bi hev re diçewisînin», em
ne tenê li beramberî gotareke siyasî ya sade ne, belku em li beramberî
werçerxaneyeke me'rîfî ya kûr in. Ev nêrîn, navenda milmilaniyê ji «jêbirina yê
din» deguherîne bo lêgerîna li pey «dadperwerî û azadiya hevbeş».

Barzanî bi rêya cudakirina navbera «neteweya Ereb» û «rejîma sitemkar», karî
doza Kurd ji zongava şerê nîjadî û neteweyî rizgar bike û bide dest qadeke
exlaqî ya berfirehtir. Li vir paradoksek fîkrî di navbera dîtina Barzanî û
rewşenbîrekî wekî Frantz Fanon de çêdibe. Fanon, tundûtûjiya gelê dagirkirî wekî
cureyek ji «paqijkera derûnî» dibîne, lê ji bo Barzanî, tundûtûjî û çek ti carî
nebûne armanc, belku tenê «mertalekî parêzer» bûne ji bo parastina hebûna
neteweyekê û rexsandina derfetê ji bo diyalogê. Lewma her tim amade bû di
lûtkeya serkeftina leşkerî de çek dayne, eger aliyê beramber amadeyî guftûgoyê
bibûya; ev jî îspat dike ku li cem Mistefa Barzanî «fezîleta siyasî» û gihiştina
bi aştiyê, her tim bilindtir bûye ji serkeftina leşkerî ya demkî.

Diruşma stratejîk a «Demokrasî ji bo Îraqê û Otonomî ji bo Kurdistanê» ku
Barzanî ragihand, ne tenê diruşmeke siyasî bû, belku guzarişt bû ji «felsefeya
berpirsyariya niştimanî». Bi vê dîtinê, çarenûsa gelê Kurdistanê girêda bi
guherînên demokratîk ên navçeyê ve. Wekî çawa rewşenbîr bawer dikin ku şoreşa
rasteqîn divê ji bo bidestanîna «azadiyê» be, ne tenê guherîna serweriyekê bi
serweriyeke din, wî jî dixwest Kurdistanekê ava bike ku li ser binyata yasa û
rûmeta mirov bisekine. Li cem Barzanî, dîplomasî bilindtirîn cureyê «axaftinê»
bû ji bo îspatkirina mafan, her lewma ji çiyan heta kor û civînên navdewletî,
wekî dîplomatekî jêhatî her tim derî ji bo çareseriya aştiyanê vekirî dihişt, ku
Rêkeftina 11ê Adarê wekî lûtkeya wan hewldanên dîplomatîk di dîrokê de dibiriqe.

Di dawiyê de, Mistefa Barzanî wekî «bavê damezrêner» di dîroka hemdem a gelê
Kurdistanê de dimîne, çimkî karî hevsengiyeke kêmpeyda di navbera «hêz» û
«fezîletê» de çêbike. Karîzmaya Barzanî ne tenê di serkirdatîkirina şoreşê de
bû, belku di wê yekê de bû ku karî mirovê Kurd û Kurdistanî fêrî rûmetê bike û
niştiman wekî maleke pîroz bide naskirin ku divê li ser binyata zanist, yasa û
rêzgirtina li mirovahiyê bê avakirin. Mîrata fîkrî ya Barzanî ji me re dibêje:
Şoreş wê demê dibe dîrokeke zindî, ku bikaribe mirovê azad û niştimanekî pirreng
berhem bîne. Ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, belku ji bo hemû mirovahiyê jî îspat
kir ku dibe di nava xwîn û xwelîya (axwîta) cengê de, nirxên bilind ên
mirovahiyê bên parastin û binyata neteweyekê bê danîn ku li ser eqil û
dadperweriyê radiweste.

 

 

Di salvegera Şoreşa Mezin a Îlonê de; Şoreş wê demê dibe dîrokeke zindî ku bikaribe mirovê azad û niştimanekî piralî berhem bîne
Top