General Ben Hodges, Şêwirmendê Bilind ê Hevpeymaniya Bakurê Atlantîkê ji bo karûbarên lojîstîkî ji Gulanê re: Stratejiya Amerîkayê divê giştgir be, çimkî pirsa Îranê bi şerê Ukraynayê û pêşbaziya mezin a li gel Çînê ve girêdayî ye
General Ben Hodges, derçûyê Akademiya Serbazî ya "West Point"ê ye di sala 1980yî
de û xwediyê karnameyeke dewlemend e di xizmeta serbazî de. Ew wek Fermandeyê
Giştî yê Hêzên Artêşa Amerîkayê li Ewropayê kar kiriye û yekem fermandeyê
Fermandeyiya Zevînî ya Hevpeymaniya NATOyê bûye. Hodges di çendîn operasyonên
giring li Iraq û Efxanistanê de beşdar bûye û serkirdatiya Tîma Yekem a Hêza
Asmanî ya 101ê kiriye di dema Operasyona Azadiya Iraqê de. Piştî xanenişînbûna
xwe di sala 2018an de, wek Şêwirmendê Bilind ê Rêxistina "Human Rights First" û
Şêwirmendê Bilind ê NATOyê ji bo karûbarên lojîstîkî dest bi kar bûye. Berê
kursiya "Pershing"ê ji bo xwendina stratejiyê li Navenda Şîrovekirina Siyaseta
Ewropî hebû. Ji bo axaftina li ser siyaseta niha ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn
û dirustbûna metirsiyê li ser welatên Kendavê bi sedema şerê Îranê û herwiha
rola welatên NATOyê di şerê niha yê Rûsya û Ukraynayê û şerê Amerîka û Îranê de,
me ev hevpeyvîn li gel General Hodges saz kir.
• Di demekê de ku şeş meh bi ser şerê Amerîka û Îranê de derbas dibin û siza û
danûstandinên Tengava Hurmuzê berdewam in, armanca stratejîk a rasteqîn ji bo
Washingtonê di vî şerî de çiye û çawa dikare xwe ji têkildarbûna di şerekî
demdirêj û westîner de dûr bixe?
- Mixabin, xuya ye em ê di vî şerê westîner ê demdirêj de asê bimînin. Bi qasî
şeş mehan bi ser destpêkirina vê milmilaneyê de derbas bûye, bêyî ku ti
armanceke serekî pêk hatibe. Ji bo derketina îdareya Trump ji vî bînbestê,
ti rêyeke zelal li holê nîne, ji bilî destpêkirina stratejiyan ji serî ve:
Divê em armancan bi zelalî diyar bikin, peywendiyên xwe li gel hevpeymanan
ji nû ve ava bikin û li rêyên nû bigerin ji bo tecrîdkirina (veqetandina)
Îranê û xistina bin guvaşê ya rejîmê. Lê xuya ye îdare di vî demî de şiyana
encamdana van pêngavên giring nîne. Ez bawer dikim alîkariya Ukraynayê ji bo
têkbirina Rûsyayê, rêbaza herî bibandor e ji bo tecrîdkirina Îranê, çimkî
Rûsya yek ji dostên rasteqîn ên Tehranê ye, di heman demê de Çîn ti carî rê
nade Îran di warê aborî de têk biçe. Stratejiya Amerîkayê divê giştgir be,
çimkî pirsa Îranê bi şerê Ukraynayê û pêşbaziya mezin a li gel Çînê ve
girêdayî ye. Ji vir ve, Washington divê pêdaçûnê (çavdêriyê) bi stratejiya
xwe de bike, li gel gel rastgo be û piştevaniya pêwîst a Kongresê bi dest
bixe, yan jî bi fermî mikur bi têkçûnê were û bi temamî vekişe. Heger
vekişe, divê qebûl bike ku Îran li gel Omanê tengavê kontrol dikin, ev jî
Amerîkayê neçar dike ku bi temamî pêdaçûnê di hebûna xwe ya li Rojhilata
Navîn de bike.
• Di kîjan xalê de hemleyeke fişara demdirêj dest bi qelskirina şiyana rêgiriya
Amerîkayê dike, li şûna ku wê bihêz bike?
- Niha sînorên hêza serbazî ya Amerîkayê bi zelalî derketine holê. Heta bi
hebûna hêza deryayî, asmanî, hêzên taybet û şiyana îstixbaratî ya nayab jî,
em gihiştine wê xalê ku General Cooper amaje pê dike ku êdî tenê
bombebarankirina tund û berdewam a Îranê nikare reftarên rejîma wî welatî
biguherîne. Ev rastî babeteke nû nîne, me her tim dizanî ku hêza serbazî bi
tenê nikare armanca dawî pêk bîne. Vê îdareyê xwest bêyî hevpeymanan kar
bike û tenê piştî bûyeran daxwaza alîkariyê ji wan kir. Neşiyana me di
parastina heta binkeyên me bi xwe û hevpeymanên me yên dost de, nîşandera
sînordariya şiyanên me ye di vê navçeyê de.
• Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, çi rêkarên bilez ên parastina asmanî,
îstixbaratî û emnî pêwîst in ji bo parastina Herêma Kurdistanê li hember êrîşên
mûşekî û dronî?
- Parastina asayîş û bergiriya karkerde girêdayî cûreyê metirsiyê û naskirina
karên pêşîne ye, çimkî ti welatek nikare her tiştî biparêze. Lewma
diyarkirina wê yekê ku çi tê parastin û em ê li ku derê rûbirûyî metirsiyê
bibin, pêngava serekî ye. Ji bilî vê jî, pêwîstiya me bi sîstemeke bergiriya
piralî û xwedî çendîn çînên cuda heye, ne tenê sîstemên takekesî yên wek
Patriot yan NASAMS. Çimkî metirsî curbicur in, ji firokeyên bêfirokevan,
mûşekên balîstî û roketan bigire heta firoke û helîkopteran, ku her yek ji
wan çeka xwe ya taybet dixwaze. Di dawiyê de, ev sîstemên aloz tenê bi kirîn
û derxistina ji nav sindoqekê kar nakin, belkî pêwîstiya wan bi meşq û
rahênana berdewam heye. Karkirina wan a serkeftî bêyî rahênana tund ne
gengaz e û ev jî proseseke tijî astengî ye ku pêwîstî bi jêhatîbûneke zêde û
berfireh ji bo her kesî heye.
• Bi liberçavgirtina êrîşên van dawiyan, gelo pêwîst e Washington pêdaçûnê di
dem yan mercên vekişîna serbazî ya xwe ya li Iraqê de bike?
- Ez bawer dikim pêwîst e îdareya niha ya Amerîkayê bi rastî hizir li
darêjtina stratejiya xwe ya ji bo navçeyê bike. Ev jî bi çend pirsên pir
bingehîn dest pê dike: Berjewendiyên me yên stratejîk di vê navçeyê de çine?
Em dixwazin rewşa navçeyê di pêşerojê de bi temamî çawa be? Çima ev ji bo me
giring e, yan na? Hêza serbazî wê çiqas pêwîst be? Em heta çi radeyê dikarin
alîkariya aborî, bandora dîplomatîk û karkirina li gel hevkaran bikar bînin?
Xuya ye îdare mijûlî pêdaçûna wê yekê ye ku li navçeyê çi heye û çi pêwîst
e, çimkî bi zelalî diyar e ku rewşa niha nekariye yek ji erkên herî serekî
pêk bîne, ku ew jî rêgirîkirin û sînordarkirina temamiya hegemoniya welatê
Îranê li navçeyê bû.
• Li ser bingehê ezmûna te ya berê wek birêveberê operasyonan li Iraqê, wane ya
herî giring çiye ji bo bêçekkirina mîlîsên 'Bereya Berxwedanê', bêyî dirustbûna
valahiyeke emnî ku terorîstên DAIŞê sûdê jê werbigirin?
- Ev pirseke pir giring û cihê balê ye. Ez bawer dikim beşeke mezin a vî
babetî pêywendî bi pirsa baweriyê ve heye. Tu çawa baweriyê dirust dikî?
Çima grûpên çekdar dirust dibin? Ji ber wê ye ku xelk wisa difikirin ku ji
bo parastina xwe yan berjewendiyên xwe pêwîstiya wan bi van grûpan heye, yan
dixwazin bandorê li ser navçeyeke diyarkirî ferz bikin. Li vir pêwîst e
hikûmet bikaribe bawerî û sîstemeke wisa dabîn bike ku parastina
berjewendiyên her kesî bike. Gotina vê asan e lê cîbicîkirina wê pir dijwar
e, lê ev bixwe kilîl û binemaya çareseriyê ye. Piştre pêwîst e cûreyek ji
pîşeyîbûnê (profesyonalîzmê) di karan de hebe. Ez dizanim li hinek navçeyên
cîhanê her kesek çeka kalaşnîkov yan RPG di dest de ye. Heger tu bixwazî
desthilata hikûmeta hilbijartî ferz bikî, divê tu hêzeke polîs û artêşeke
rêxistî, baş-rahênankirî, xwende û xwedî mûçeyekî baş dabîn bikî. Me demeke
zêde ji bo alîkariya damezrandina polîs û artêşeke Iraqî terxan kir ku
guncaw bin ji bo desthilateke demokratîk, lê me ti carî negihişt wê astê ku
bikaribin bêyî bandora serkirdeyên eşîrî û olî kar bikin ku li derveyî
desthilata dewletê ne, û ev jî pirsgirêk e.
• Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, çi cûre şiyaneke îstixbaratî, çavdêrî û
dijeterorê pêwîst e bimîne ji bo rêgirîkirina li serhildana dubare ya terorîstên
DAIŞê?
- Îstixbarata mirovî her tim baştirîn amraz e ji bo parastina asayîşê. Ji bo
vê mebestê jî, pêwîst e dezgehên emnî hemahengiyeke temam û bihêz li gel
polîsê navxweyî, desthilatên xwecihî, hêzên pasevanên sînor û heta kerta
bazirganiyê jî bikin, da ku nasnameya rasteqîn a her kesî bi zelalî diyar
bibe. Herwiha pêwîst e em bi kûrî ji planên terorîstên DAIŞê, torên wan ên
cuda û çavkaniyên wan ên darayî têbigihin û rêyên wan bigirin. Ez bawer
dikim ev pêngav pir giring in ji bo ku em rêgiriyê li serhildana dubare ya
DAIŞê bikin û bikaribin xak û xelkê welatê xwe ji metirsiyên wan bi başî û
hertimî biparêzin.
• Wek şêwirmendê bilind ê lojîstîkî yê NATOyê, şeş mehên borî çi li ser şiyana
hêzên hevpeyman derxist di dema sînordarkirina Tengava Hurmuzê û êrîşkirina ser
binkeyan de? Kîjan qelsî pêwîstî bi bala bilez heye, bergiriya asmanî, embarên
teqemeniyê, yan rêreyên cîgir ên dabînkirinê?
- Pêşîneya yekem a lojîstîkê pêşbînîkirin e, pêşbînîkirina pêwîstiyan û
bûyerên nexwastî. Baştirîn biryarên lojîstîkê divê şiyana yedek û cîgir li
ber çavan bigirin, çimkî di dema şer de her tim ziyan misoger in, lê prosesa
veguhastin û dabînkirinê divê berdewam bibe. Ev xala giring divê di
plankirina serbazî û dabînkirina çavkaniyan de bi temamî reng bide û
girîngiya taybet pê bê dayîn. Duyem, parastina paşiya bereyên şer, xetên
gihandinê û ew binkeyên serekî ne ku piştgirî ji wan tê kirin. Pêwîst e ev
ji êrîşên mûşekî, firokeyên bêfirokevan, karên têkder û êrîşên elektronî bên
parastin. Nayê qebûlkirin ku kelûpel bêyî parastin li biyabanan werin
hiştin, çimkî ji mêj ve jinavbirina lojîstîka aliyê hember, her tim rêyeke
serekî bûye ji bo qelskirin û îflîckirina şiyana şervanên wan. Lê berî hemû
van, diyarkirina armanceke stratejîk a zelal xwedî girîngiyeke bingehîn û
babetekî zêde ye. Pêşî divê tu bi zelalî bizanî tu dixwazî çi bi dest bixî,
piştre şêwaza cîbicîkirinê daberêjî û di dawiyê de çavkaniyên pêwîst ji bo
pêkanînê dabîn bikî. Di dawiyê de, ev yek girîngiya hevpeymanan û binkeyên
serbazî yên derveyî welat ji bo Amerîkayê bi zelalî diselmîne. Em nikarin
tenê ji navxwe ve bergiriyê li xaka Amerîkayê bikin, belkî pêwîst e hêz û
lojîstîk li pêşiyê werin bicîhkirin. Binkeyên me yên li Ewropa, Rojhilata
Navîn û Okyanûsa Aram, ji bo şiyana bergiriya di berjewendiyan de û
nîşandana hêzê pir giring in û divê bi baştirîn şêwe ji her êrîşekê werin
parastin.
• Li şûna wan binkeyên serbazî yên mezin ên Kendavê ku niha zêdetir rûbirûyî
metirsiyê ne, kîjan welat yan navçeyek dikare bibe cîgirekî herî guncaw?
- Ez bawer nakim bijardeyên wan ên zêde li ber dest bin. Dema navçeya Kendavê
bi cih dihêlin, ew pişta xwe bi Diego Garcia, yan cihên pir dûr ve
girêdidin, yan jî neçar in di ser asmanê navçeyên kêşeli-ser re bifirin. Di
niha de li ba min ti cûre bersiveke guncaw nîne ku ji van bijardeyên niha
baştir be. Heger em babetî bi ciddî werbigirin, û mana Amerîkayê li navçeya
Rojhilata Navîn ewqas giring be, pêwîst e binkeyeke serbazî ya pir bihêz û
parastî ji bo karkirinê hebe, binkeyek ku bikaribe bergiriyê li xwe bike, li
dijî êrîşên mûşek, roket, dron, êrîşên elektronî û têkderane, herwiha tê de
dorpêç neyên kirin. Îranî qala wê yekê dikin ku tengavê kontrol dikin û rê
nadin ti keştiyeke cengî jê derbas bibe. Ev jî pirsgirêk e ji bo tevahiya
hêzên deryayî yên welatên navçeyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
• Çawa daberêjên serbazî û biryarder guvaşê dixin ser Îranê, di heman demê de ku
welatiyan diparêzin û piştevaniya hevbeşên herêmî jî dihêlin di bin bandora vê
milmilanê û guvaşên aborî de?
- Ez ne piştrast im niha çiqas zanyariyên îstixbaratî yên rast di navxweya
Îranê de li cem me hene. Ez bawer dikim têgihiştina di dînamîka civak û
hikûmeta Îranê de pir bingehîn e. Xuya ye berê me wisa dizanî ku em baş
dizanin, lê derket holê ku di rastiyê de em bêaga bûn. Aşkera ye Îsraîlê bi
şêweyeke berçav dizî kiriye nav Îranê (derbasî nav Îranê bûye), lê
serederîkirina li gel Îsraîlê de dijwariyek e, çimkî di siya hikûmeta niha
de, divê em wê yekê li ber çavan bigirin ku armancên stratejîk ên Serokwezîr
Netanyahu merc nîne hevteba (hevterîb) bin li gel berjewendiyên Amerîkayê.
Têgihiştina baştir di wê yekê de ku li navxwe û derdora Îranê çi diqewime,
divê bibe pêşîneya karên me, ev jî ne tenê bi rêya dezgehên îstixbaratî ye,
belkî divê bi rêya dîplomatan jî be. Ez ne piştrast im di siya vê îdareyê de
me veberhênana temam ji bo bihêzkirina peywendiyên dîplomatên pispor ên
şareza di ziman, çand û aboriya navçeyê de kiribe. Pêwîst e em baştir ji
piştgiriyên Çîn û Rûsyayê ji bo Îranê têbigihin û rêyekê ji bo rawestandina
wan bibînin, çimkî bêyî rawestandina wan, avêtina çendîn mûşekan bo ser
armancên Îranî ti sûdekî ewto ji bo me di pêşerojê de pêk naîne.
• Heger hikûmet û gelên navçeyê bigihin wê baweriyê ku milmilane bêdawî ye, yan
têçûya wê ji radeyê zêdetir e, çi bi ser bandora Amerîkayê de tê?
- Barodox ne baş e, lê ez vedigerim ser axaftinên xwe yên berê: Berjewendiyên
me di çi de ne? Gelo berjewendiya me tenê di hebûna fîzîkî de ye, yan
hebûneke karkerde de ye? Bandor ji bo çi? Bi dehan sal in bi şêwazên cuda em
serederiyê li gel navçeyê dikin. Temenê min hewqas heye ku kontrolkirina
balyozxaneya me di sala 1979an de ji aliyê tundrewên olî yên Îranê ve tê
bîra min. Ji wê demê heta niha Îran dijminê Dewletên Yekbûyî ye. Lê ev nayê
wê wateyê ku em nikarin li gel gelê Îranê, ku di bin destê vê rejîmê de
dinalin, bigihin qonaxeke cuda. Aşkera ye bi dehan sal e me siza û
tecrîdkirina Îranê ceribandiye û bê sûd bû. Divê em biryar bidin bi rastî em
dixwazin çi bi dest bixînin, çaverêyên me çine û gelo em amade ne hemû
pêngavên pêwîst ji bo pêkanîna wê bavêjin? Tu rast dibêjî, heger ev berdewam
bike, cîranên Îranê dê bipirsin: Gelo di berjewendiya wan de ye ku li gel
Îranê rêk bikevin, yan li gel Amerîkayê bimînin? Bi taybetî heger gumanên
wan di cihê bawerbûna Amerîkayê de hebin. Ez hêvîdar im li gel me bimînin,
lê Amerîka divê vê baweriyê bi dest bixe û em nikarin vî karî bi hêsanî û
misogerî deynin.
• Piştî berisvandina mûşekên Îranê bo ser Tirkiyeyê, pêwîst e NATO çi
guhertineke hertimî di baskê xwe yê başûrî de bike û rola Tirkiyeyê di wê
stratejiyê de çiye?
- Pêwîst e em hemû şiyana xwe ya bergiriya mûşekên balîstî bihêz bikin. Rûsya
û Korêya Bakur nîşan dan ku canê sivîlan ji bo wan ne xema ye. Pêwîst e em
hizir li pêwîstiyan bikin. Ez baweriyê bi wê penda kevin a serbazî dikim ku
dibêje: "Kuştina tîravêj pir baştir e ji girtina tîrên wî". Wate,
têkşikandina binkeya avêtina mûşekan, yan kargeha dirustkirina wan, bi her
şêwazekê be, baştir e ji wê yekê ku em tenê di berisvandina rêjeyeke
diyarkirî ji mûşekan, yan dronan de pir jêhatî bin. Divê em bi şêweyeke
piralî û giştgir li vî babetî binêrin ji bo parastina tevahiya welatiyên
xwe.
• Ciddîtirîn valahiyên ku hê jî mane di şiyanên NATOyê de ji bo aşkerekirin û
berisvandina wan mûşekên ku ji başûr ve nêzîk dibin çine?
- Tiştê min got, hêj jî têr nake û xelk bi ciddî wernagirin. Gelek in ewên ku
bawer nakin mûşek arasteyî benderên Yûnanistan, Îtalya, yan Almanyayê werin
kirin, çimkî têçûya wan zêde ye. Xuya ye pêwîstiya me bi êrîşkirina ser
binke, bender, yan firokexaneyan heye, da ku bawer bikin. Li Almanyayê hêj
nîqaş li ser drona teqemenî ya li Leipzigê tê kirin ku gelo ya Rûsyayê ye?
Nexwestina dîtina rastiyan ji ber neçarbûna bi bertekan e. Rûs û neyarên din
jî vê sadetî û xwedizîna xelkê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û sûdê jê
werdigirin da ku bigihin armancên xwe yên siyasî û serbazî.
• Gelo dilniyanebûna di çawaniya berteka NATOyê de, dibe sedema kêmkirina şiyana
berisvandina êrîşan?
- Belê, nihêniya serkeftina NATOyê her tim ew bûye ku welat pêbendî hevdû
bûne. Herçend e ji seretaya damezrandina vê hevpeymaniyê ve her tim nîqaşên
siyasî û aborî yên mezin di navbera me de hebûne, lê ti carî guman di wê
yekê de nehatiye kirin ku Amerîka beşek be ji parastina welatên wek
Almanyayê. Niha bawerkirina bi Amerîkayê bûye cihê pirsyareke ciddî. Ez
baweriyê bi vê pêbaweriyê dikim, lê dirustbûna nêrîneke berevajî ji aliyê
yên din ve pir metirsîdar e, çimkî dibe sedema wê yekê ku Rûsya tûşî
şaşiyeke mezin di nirxandin û hesabên xwe yên stratejîk de bibe.
• Li gel milmilaneyên Ukrayna û Rojhilata Navîn, çawa Washington çavkaniyên
serbazî dabeş dike û hevpeymanên Ewropî pêwîst e çi berpirsyariyekê bigirin
stûyê xwe?
- Ev babet tîşkê dixe ser diyarkirina berjewendiyên stratejîk û dabînkirina
çavkaniyên pêwîst ji bo parastina wan. Herwiha tekezî li ser girîngiya
hebûna hevpeymanan dike, çimkî ti welatek, heta Amerîka jî, nikare bi tenê
hemû karan bi rê ve bibe. Pêwîstiya me bi hevpeymanan heye ji bo
destgihiştina bi binkeyên serbazî, bidestxistina şiyanên cuda û zanyariyên
giring. Di rastiyê de, nêzîkî nîvê hemû zanyariyên îstixbaratî yên hikûmeta
Amerîkayê ji dezgehên hevpeymanan ve serçave digirin, ne tenê bi rêya peykên
destkird. Lewma nêrîna îdareya Trump ku peywendiyan wek danûstandineke
bazirganî ya demkî dibîne, pir metirsîdar e. Hevpeymanî toreke bikêr e ku
pêwîst e bê parastin. Ji bo başkirina temamiya vê barodxê, pêwîstiya me bi
civakeke bihêz û bi rastgo axaftina bi welatiyan re heye, hevşêweyê ezmûna
serkeftî ya Fînlanda û Estonyayê di beşdarîpêkirina civakê di parastina
asayîşê de. Di dawiyê de, divê her welatek bikaribe xwarina xwe dabîn bike,
di warê enerjiyê de pişta xwe bi derveyî xwe ve girê nede û torên zanyariyên
xwe jî di hember êrîşên elektronî de biparêze. Evane binemaya rasteqîn a
bihêzkirina asayîşê û parastina berjewendiyên hevbeş in di cîhana aloz a îro
de.
