• Monday, 28 September 2026
logo

Profesor Ajay Gudavarthy ji bo Gulanê: Populîzm sekinandineke demkî ya demokrasiyê ye

Gulan Media September 9, 2026 Dîmane
Profesor Ajay Gudavarthy ji bo Gulanê: Populîzm sekinandineke demkî ya demokrasiyê ye

 

 

Di salên borî de, populîzm û tevgerên ne-lîberal li cîhanê bûne yek ji mijarên
herî girîng ên gengeşiya siyasî. Ev tevger ji aliyekî ve wekî dengê wan civak û
koman tê dîtin ku xwe ji sazîyên siyasî û aborî paşguhkirî û dûrxistî dibînin,
lê ji aliyê din ve pirs tê kirin ka gelo populîzm dikare wê berpirsiyariya
demokratîk a ku sozê dide, pêk bîne? Ajay Gudavarthy, profesorê zanistên siyasî
li Navenda Lêkolînên Siyasî li Zanîngeha Jawaharlal Nehru li Nû Dehliyê, di vê
hevpeyvînê de qala pêwendiya di navbera populîzm, lîberalîzm, elîtîzm û
demokrasiyê de dike. Her wiha rexneyan li sînordarbûna civaka sîvîl digire û
tekezî li ser pêwîstiya avakirina stratejiyeke nû ya siyasî û exlaqî dike,
stratejiyek ku dadperwerî, perwerde, tenduristî û derfetên kar di navenda
siyaseta giştî de bi cih bike.

• Hûn qala wê yekê dikin ku populîzm ji nerazîbûn û bêbaweriya xelkê ya li
hemberî sazî û pisporan çavkaniyê digire, lê di heman demê de ew sîstema ku
populîst ava dikin, dibe sedema kêmûna berpirsiyariya demokratîk. Hûn vê
nakokiyê çawa şîrove dikin ku populîzm ji aliyekî ve bangeşeya demorkasiyê û
desthilata xelkê dike, lê ji aliyê din ve dikare bibe sedema lawazbûna sazî û
berpirsiyariyên demokratîk?

- Ev pirs xwedî du aliyan e. Ji aliyekî ve nîşaneya bêbaweriya bi sazî û rola
pisporan e, û ji aliyê din ve dijderketina guhertina jiyana civakî bo
zanyarî (data) û hûrgiliyên teknîkî ye. Ev ew hest e ku populîst bi kar
tînin, lê pirsgirêk ew e ku populîst sîstemekê diafirînin ku kêmtir xwedî
berpirsiyarî ye. Yanî ew pêşvebirina nêrîneke taybet a berpirsiyariyê dikin
ku hevdem û hevtayê destwerdana elîtan e. Lê li şûna wê, pêşniyara avêtina
gavên rasterast dikin, wekî dabeşkirina rasterast a drav (pere), ku ew nîqaş
dikin ev yek çalak û bibandor e, ev jî ber bi demokrasiyeke rasterast ve
diçe ku di rastiyê de kêmtir di asta berpirsiyariyê de ye. Ev nakokiyeke
demokratîk e. Dibe ku baştir be em wekî "sekinandineke demkî ya demokrasiyê"
pênase bikin. Yanî em dikarin bibêjin ku hinceta xelkê ji bo populîstan rast
û dirust e, lê populîst ji ber hokar û faktorên şaş û nerast hest û sêzên
xelkê radikin.

• Hûn qala wê yekê dikin ku xeyal û hêviyên xelkê ji bo derbaskirina cudahiyên
etnîkî, çînî û nijadî û gihîştina cûreyek ji hevahengiya medenî, roleke girîng
di siyasetê de dilîze, lê ligel vê yekê jî, wekî ku Hannah Arendt amaje pê dike,
hevahengî zêdetir girêdayî hebûna hesta "em" û "ew" e, û di heman demê de, gava
vîzyona resenatiya çandî bi guhertinên civakî û aborî re dikeve nava
milmilaneyê, ev yek çawa bandorê li ser pêwendiyên civakî û pêkanîna hevahengiya
medenî dike?

- Xeyala xelkê ji xewn û hêviyên wan ji bo derbaskirina cudahiyên etnîkî, çînî
û nijadî û afirandina hevahengiya medenî, çavkaniyê digire. Çawa be jî, wekî
ku Hannah Arendt destnîşan dike, hevahengî wê demê serkeftî dibe ku îhtîmala
hebûna komekê li dijî komeke din bê kirin. Vîzyona çandî ya ji bo resenatiyê
di milmilaneyeke berdewam de ye ligel pêvgirêdana civakî û danûstandinên
aborî.

• Hûn rexneyê li wê yekê digirin ku lîberalîzm û saziyên wê nekarîne daxwaz û
xwestekên cemawerî li xwe bigirin, bi taybetî gava ku takekesî (îndîvîdualîzm) û
cudakirina qada taybet û giştî, dabeşbûnên çînî bihêztir dikin. Gelo ev yek çawa
rê ji bo derketina tevgerên ne-lîberal û rûbirûbûna elîtîzmê xweş kiriye? Çima
hinek ji wan hewldanên ji bo derbaskirina lîberalîzmê hatine dayîn, di dawiyê de
bûne sedema derketina yekdestdarî û alozîyê?

- Lîberalîzm û vîzyona wê ya sazîbûnê nekarîne daxwaz û xwestekên cemawerî li
xwe bigirin. Lîberalîzma ku takekesî û cudakirina qada taybet û giştî li xwe
digire, dabeşbûneke çînî ya diyarkirî jî li xwe digire. Ew tevgara
ne-lîberal a ku niha heye, rûbirûbûneke li dijî elîtîzmê û şêwaza jiyana
hemta bi elîtan re li xwe digire. A vay e saziyên perwerdeyê ku mizgîniya
utopyayê didan, lê sîstemeke ku li ser bingehê jêhatîbûnê (merîtokrasî)
disekine anîn holê. Wekî ku lêkolîner Mudde dibêje, ev berteke demokratîk a
ne-lîberal bû li hemberî lîberalîzmeke ne-demokratîk. Bi dîtina min fîlma
sînemayî ya "September of Shiraz" nîşaneya herî baş a vê rewşê ye. Her wiha
di paşerojê de hinek şoreş li dijî şêwaza jiyana elîtan û wê paşguhkirina ku
jê derdikeve, rû dan. Wisa bû ku xewna rûmet û rûmetdariyê di encamê de ber
bi cûreyek ji yekdestdariyê (otokrasî) ve çû. Her wiha ji bo aloziyeke
mezin, wekî ku li Hindistanê buldozer tên bikaranîn ji bo rûxandina xaniyên
wan kesên ku bi encamdana tawanan tên tometbarkirin. Nexwe hewldanên me ji
bo pêkanîna rewşeke baştir ji lîberalîzmê, di dawiyê de me tûşî rewşeke
xirab dike, ku wisa xuya ye bijarde di navbera jiyaneke baş ji bo hinek kes
û êş û azar ji bo hinekên din de ye. Mebesta min ew e bibêjim ku em hîn
nekarîne riya jiyaneke dadperwerane bibînin, û xuya nake ku di pêşerojeke
nêzîk de jî em bikarin bigihin vê armancê. Gotina Gramsci hinekî dilnermiyê
dide me, ku dibêje tiştê kevn derbas bûye, lê tiştê nû hîn ji dayik nebûye,
ew jî ji ber ku me hîn nekarîye şîrove û vegotineke ji vê baştir bikin. Ez
dixwazim vê yekê jî lê zêde bikim û bibêjim ku hertim civak di qonaxa
veguhastinê de ne.

• Hûn populîzmê wekî "mexlûqekî seyr" bi nav dikin, çimkî ji aliyekî ve dikare
bibe dengê paşguhkiriyan û nerazîbûnên civakî, ji aliyê din ve jî dikare wekî
amûrekê ji aliyê çîna elît ve bê bikaranîn. Ligel wê jî, bi pişhbestina bi
ramanên Wilhelm Reich û Michel Foucault, em çawa dikarin di nav populîzm û
tevgerên faşîst de fêm bikin wê pêwendiya aloz a di navbera dijderketina
desthilatê û dubare berhemanîna heman desthilatê de?

- Rast e, populîzm mexlûqekî seyr e, çimkî ji aliyekî ve dikare wekî nîşaneya
vîna paşguhkiriyan lê bê nêrîn, ji aliyê din ve dikare wekî berteka çîna
elît bê dîtin. Wilhelm Reich di pirtûka xwe ya bi navê Psîkolojiya Cemawerî
di Faşîzmê de, qala wê yekê dike ku faşîst hest û sêzên serhildêr û nirxên
şoreşgerî bi hev re bi kar tînin. Lêkolînên post-kolonyal qala bikaranîneke
dahênerane ya paşguhkiriyan ji bo modernîteyê dikin di pêxema rizgarkirina
ji çengê pêkhateyên kolonyal de, lê ev ne hêza dahênerî ya civakê ye, belkî
ev girêdana pêkhateyên kevneşopî û mekanîzmayên hevçerx ên hikûmî ye. Yanî
bi qasî ku dijberiya desthilatê dike, di heman astê de wê desthilatê ji nû
ve berhem tîne. Tevî vê yekê, hertim îhtîmala guhertinê heye, lê wekî ku
Michel Foucault dibêje, faşîzm di nav me hemûyan de heye.

• Hûn qala wê yekê dikin ku civaka sîvîl, tevî niyetên baş û hewldanên wê yên ji
bo kêmkirina tundûtûjiyê û bihêzkirina pêwendiyên medenî, nikare bi awayekî
bineretî pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bike, bi taybetî dema ku dewlet xwe
ji berpirsiyariyên xwe vedikêşe. Di vê rewşê de, gelo siyaseta piştî civaka
sîvîl çi dixwaze û çawa dikare stratejiyeke nû ya siyasî û exlaqî ji bo
guhertina wê newekheviyê ava bike?

- Civaka sîvîl ji kesên xwedî niyetên baş pêk tê û siyaseta wan ew e ku xwe ji
siyasetê bêpar bikin. Ew alîkariyeke demkî pêşkêş dikin û şiyana dabînkirina
çareseriyan nînin. Dibe ku bikarin li ser kêmkirina serîlêdana tundûtûjiyê
bixebitin. Ji bo nimûne, dibe ku prensîba lêborîniyê bibe sedem ku pêwendî
medenî bin, lê dibe ku bibe sedema bihêzkirina cudahiyan bêyî hilweşandina
pêwendiyên newekhev. Gelek ji çalakiyên civaka sîvîl girêdayî niyeta baş a
dewletê ye. Mebesta min ew e bibêjim ku her gava dewlet dev ji
berpirsiyariyên xwe berde, hingê civaka sîvîl di gihandina daxwazên xwe de
rastî zehmetiyê tê. Bi dîtina min, pêwîstiya me bi siyaseta piştî civaka
sîvîl heye, bi awayekî ku em stratejiyeke nû ya siyasî û exlaqî bînin holê.

• Hûn destnîşan dikin ku cemsergiriya populîstî di navbera demokratîzekirina
civakî û kêmûna derfetên aborî û maddî de dirust dibe. Ligel vê yekê, em çawa
dikarin ji vê rewşa dijwar rizgar bibin û siyasetekê ava bikin ku tenê di sînorê
demokratîzekirina siyasetê de nemîne, belkî qadên perwerde, tenduristî,
afirandina derfetên kar û veberhênanê jî li xwe bigire, bi awayekî ku hest û
sêza exlaqî û dadperwerî jî bibe bingeha qada giştî?

- Ew cemsergiriya populîstî ya ku heye, nakokiyekê li xwe digire di navbera
bidestxistina astekê ji demokratîzekirina civakî, hevdem bi kêmûna derfetên
aborî û maddî re. Demokrasiya siyasî dîtin û vîzyona me diguhere, lê
reformên neo-lîberal dibin sedem ku jiyana me ya rojane ne-medenî bibe. Ev
jî koka piştgirîkirina şêwazên rêveberiya yekdestdar e, ku divê em xwe ji vê
kêmasiya metirsîdar rizgar bikin û ber bi tevgerekê ve gavan biavêjin ku tê
de em zêdetir veberhênanê di qada perwerde, tenduristî û afirandina derfetên
kar de bikin. Wekî ku Cornel West dibêje, li qada giştî evîn bi xwe
dadperwerî ye, yanî divê dadperwerî bibe çeq û giraniya siyaset û qada
giştî, di qada taybet de jî hest û sêz evîn e. Li vir mebesta min ew e ku
divê hest û sêzên exlaqî bibin pêşengê me di qada giştî û di warê siyasetê
de.

Top