• Monday, 28 September 2026
logo

Professor Philip Kreyenbroek Rêveberê Lêkolînên Îranî li Zankoya Göttingen a Almanyayê ji Gulanê re: Çavkaniyên nivîskî yên dîroka Kurdan gelek caran rengvedana nêrîna çîna desthilatdar a ne-Kurd in

Gulan Media September 9, 2026 Dîmane
Professor Philip Kreyenbroek Rêveberê Lêkolînên Îranî li Zankoya Göttingen a Almanyayê ji Gulanê re: Çavkaniyên nivîskî yên dîroka Kurdan gelek caran rengvedana nêrîna çîna desthilatdar a ne-Kurd in

 

Professor Doktor Philip Kreyenbroek, akademîsyenekî warê Îrannasiyê (Lêkolînên
Îranî) ye, ku di navbera salên 1996 û 2017an de rêveberê beşa xwendina Îranî bû
li Zankoya Göttingen a welatê Almanyayê. Wî di dirêjahiya karê xwe yê zanistî de
li zankoyên Utrecht, Leiden û SOASê lêkolîn encam dane. Lêkolînên wî zêdetir
balê dikişînin ser ola Zerdeştî, Êzidiyatî, kêmîneyên olî yên Kurdî û edebiyata
devkî. Herwiha wek sernivîserê şêwirmend ji bo beşa xwendina Kurdî di
Ansîklopediya Îranîka (Encyclopædia Iranica) de kar dike. Ji bo axaftina li ser
olên cuda yên Kurdistanê û kevneşopiyên devkî yên ku piştre bûne deq (tekst), me
ev hevpeyvîn bi Professor Philip Kreyenbroek re encam da.

• Kevneşopiyên devkî yên olî yên Kurdistanê derbarê dîroka çandî ya Kurdan de çi
didin xuyakirin ku di çavkaniyên nivîskî de nîne? Sînorên bikaranîna van
belgeyan çî ne û çawa mirov dikare bi şêwazekî zanistî sûdê ji wan werbigire?

- Berî bikaranîna her deqeke (teksteke) dîrokî wek belge, divê lêkolîn li ser
resenî û dirustbûna wê bê kirin. Çavkaniyên nivîskî yên dîroka Kurdan gelek
caran rengvedana nêrîna çîna desthilatdar a ne-Kurd in. Di beramber de,
çavkaniyên devkî yên wek lawik, heyran û şîngêriyan, alîkar in ji bo
têgihiştina «dîroka ji jêr ve», wate çawaniya bîranîna rabirdûyê ji aliyê
xelkê asayî ve, bi taybetî ku kêş û mûzîka helbestan rêgir in li ber
guherîna bilez a deqan. Di heman demê de, baldariya min li ser dîroka olan e
bi bikaranîna metodên ji bo têgihiştina çawaniya ezmûnkirina olê ji aliyê
peyrewên wê ve. Ji bo cîbicîkirina vê yekê jî, min bi bawermendan re hevkarî
kiriye û ew hatine rahênankirin ji bo encamdana hevpeyvînên nîv-rêxistinkirî
ligel peyrewên din. Piştre min encam şîrove kirin û beşek jî bi zimanê
Îngilîzî belav kir. Ev rêkar pêwîstî bi hewleke zêde heye, lê berhemeke
gelek bi nirx bi dest dixe. Di dawiyê de, nêrîna Rojavayiyan ku pêwisa ne
têgeha «ol» li seranserê cîhanê tenê yek wate û pênaseyeke hevşêwe heye, bi
temamî nêrîneke nerast û gelek dûrî rastî û dîroka jiyana civakên cîhanê ye.

• Di pirtûkên we yên hevbeş ên bi Xelîl Cindî re, nêrîna resen a Êzidiyan ji bo
têgihiştina Xweda, Tawisî Melek û sîstema exlaqî çawa hatiye rûnkirin? Têgehên
herî şêwandî ji aliyê dervekiyan ve kîjan in? Herwiha, dibistan û medyayên
Herêma Kurdistanê çawa dikarin kûrahiya me'rîfî (zanistî) û fîkrî ya vê
kevneşopiya olî pêşkêş bikin, bêyî ku tenê di çarçoveya folklor, rûresm û dîroka
çewsandinê de kurt bikin?

- Deqên olî yên Êzidiyan derbirînê ji çîrokan dikin ku di nav civakê de
rengvedaneke wan a bihêz heye. Li gorî vê baweriyê, Xwedawend bi awayekî
rasterast destwerdanê di karûbarên cîhanê de nake, lê rêveberiya giştî ya
gerdûnê spartiye Tawisî Melek û heft serekekan. Tawisî Melek biryarderê
sereke ye li ser qencî û xerabiya cîhanê, ku tenê mirovên zana ji vê hîkmeta
kûr têdigihin. Lêkolînên me didin xuyakirin ku ev cîhanbîniya kevn vedigere
serdema berî Îslamê. Şîrovekirina qencî û xerabiyê ji aliyê Tawisî Melek ve,
bû sedema wê yekê ku cîranên ne-Êzidî bi çavekî din li wan binerin û wan wek
hêzên neyînî yên paşxaneya hizrên xwe deynin. Ev têgihiştina şaş kir ku
Êzidî rûbirûyî tohmetên nerewa bibin. Tewra ji ber zextên çandî, hin Êzidî û
Yarsan jî ketin bin bandora vê nêrîna şêwandî. Navlêkirina van pêkhateyan bi
perestina hêzên tarî, ziyandineke civakî ya mezin gihandiye wan. Rastkirina
vê rewşê pêwîstî bi wê yekê heye ku sazî û dezgehên rewşenbîrî û fermî yên
Kurdistanê girîngiyeke temam bidin paşxaneya dîrokî û baweriyên rastîn ên
pêkhateya Êzidî û Yarsanan.

• Di siya nenavendîbûna desthilata olî di Êzidiyatiyê de, nifşê koçber ê
Ewropayê çawa bi pirbûna çavkaniyên kevneşopî re diguncin? Pêwîst e desthilatên
fermî yên Kurdistanê ji çi têbigihin, berî ku hewla rêkxistin, nûnertîkirin an
çaksazîkirinê di vê sîstema olî de bidin ku naşibe deqeke nivîskî ya navendî?

- Helbestên pîroz ên Êzidî û Yarsanan mîna deqên din ên nivîskî çavkaniyên
sereke ne. Desthilata olî bi awayekî mîrasî (bomaweyî) ji rêber derbasî her
yek ji peyrewan dibe û ev peywendiya fermî ji bo hemûyan pêwîst e. Herçend
fêrkariyên zincîreyên ruhanî bi derbasbûna demê re hinek cudahî tê de çêbûbe
jî, ev nebûye pirsgirêk, ji ber ku çanda devkî piralîbûnê (pirbûnê) qebûl
dike û rastiyê di yek dîtinê de asê nake. Niha ji ber geşebûna xwendeletiyê
û zêdebûna deqên çapkirî, ev herdu civakên dêrîn rûbirûyî gelek pirsên nû û
aloz bûne ku pêwîst e bersiveke guncaw ji wan re bibînin, da ku bikaribin
nasname û nirxên xwe yên dêrîn di nav vê cîhana nû de bi başî biparêzin.

• Ev pir-olî (piralîbûna olî), derbarê nasnameya çandî ya Kurdî de çi dide
xuyakirin? Herêma Kurdistanê çawa dikare van pêkhateyan wek beşeke venedeqetî ji
dîroka xwe nîşan bide, di heman demê de ku rêzê li taybetmendî û têgihiştina
cuda ya her civakekê bigire ji bo xwe û bi temamî xwe ji sepandina yek vegotina
neteweyî an olî dûr bixe?

- Pêwîst e aliyên peywendîdar û desthilatdar vegotinên nerast ên derbarê van
pêkhateyan de pûç bikin û asayîşeke temam ji wan re dabîn bikin, da ku bêyî
tirs peyrewiya ola xwe bikin. Herçend Êzidiyan di vî warî de pêşketineke
berçav bi dest xistibin jî, lê diltengî û tirs hîn jî sîber xistiye ser
hizirkirin û helwesta Kakeyiyan (Yarsanan) li herêmê û pêwîstiya wan bi
piştgiriyê heye.

• Çawa têkelbûna mûzîk, kelam û rûresman di kevneşopiya Yarsanan de, cografyaya
dîrokî ya di navbera Îran û Iraqê de rûn dike û bêyî berawirdkirineke
çewtekarane ligel Êzidiyatiyê, têgihiştina me li ser rehendên olî yên civaka
Kakeyî li Herêma Kurdistanê kûrtir dike?

- Mirov dibe ku bipirse çawa em gihîştine cudakirina wan diyardeyên curbicur
ên ku ji bo kesên din wek aliyên yek babetê xuya dikin. Lêkolînên nû yên
çandên devkî bi zelalî nîşan didin ku meyla mirov a ji bo lêgerîna li
pênaseyên hûr û bawernekirina bi zanyariyên hundirîn, beşek e ji
kevneşopiyên nivîskî. Di van çandên devkî de, hemû ev alî beşek in ji şêwaza
jiyana rast. Di heman demê de, vê babetê wiha kiriye ku rûnkirina ola Yarsan
û Êzidiyan ji bo kesên dervekiyan karekî gelek zehmet be.

• Cînosayda Enfalê û ya Êzidiyan çawa şêwaza veguhastina bîrdariya bikom
(kolektîf) diguherînin? Saziyên akademîk û fermî yên Herêma Kurdistanê çawa
dikarin bêyî têkelkirina taybetmendiyên van karesatan, berpirsiyariya xwe ya
yasayî û exlaqî di parastina mafê xwedandariya rizgarbûyan a li ser tomarkirina
dîroka wan de cîbicî bikin?

- Bîrdariya giştî û bikom (kolektîf) her tim meyleke wê heye ku ezmûnên tal û
metirsîdar bi hev ve girê bide, wek amajekirina Êzidiyan ji bo 72 fermanan.
Her ji ber vê yekê, mirov dikare Cînosayda Enfalê û karesata 2014an a
Êzidiyan bi hev re wek lêkolîn binirxîne, bi wê mercê ku rêz li
taybetmendiyên her yek ji wan bi temamî bê girtin. Bi giştî, karesatên mezin
ên bi vî rengî dibin babetên sereke yên balad, lawik (şîngêrî), şîn û hemû
hêmanên dewlemend ên din ên çanda devkî di nav bîrdariya dîrokî ya wan gelan
de.

• Heta çi astê berawirdkirina Êzidiyatî û Yarsantiyê bi paşmayên Zerdeştiyê re
ji aliyê dîrokî ve dirust e? Lêkolîner û perwerdekarên Herêma Kurdistanê çawa
dikarin dîrok û mîratên hevbeş rûn bikin, bêyî ku taybetmendiyên cuda yên van
kevneşopiyan di çîrokeke sadelêkirî (asankirî) de kurt bikin?

- Encamên lêkolîna min a vê dawiyê ya li ser xwezaya devkî ya Zerdeştiya
seretayî didin xuyakirin ku Gata (ku bi wateya sirûdan tê) yên Zerdeşt
pêxember, rengvedana cîhanbîniyeke temam nû bûn. Berê, eşîrên Îranî
peyrewiya ola resen a di navbera Hindî û Îraniyên wê demê de dikirin. Ev
kevneşopiya kevn a berî Gatayan, ji aliyê grûpeke diyarkirî ya mirovên olî
ve dihat veguhastin, ji ber ku piraniya eşîran qet Gata nebihîstibûn. Ez di
wê baweriyê de me ku bav û bapîrên Kurdan ev kevneşopiya derveyî-Gatayan bi
şêweyê herî pakîj parastine. Xwedawend Mîtra roleke sereke di vê cîhanbîniyê
de lîstiye, ku mirov dikare ji vê kevneşopiyê re bibêje Proto-Mîtrasîzm.
Niha jî herdu kevneşopiyên Êzidî û Yarsanî rengvedana hêmanên vê ola kevnar
in. Hevşêweyiyên wan di pêkhateya giştî ya teolojiya navendî û rûresmên wek
cejn û rojiyê de ne, lê ev herdu ji bo demeke dîrokî ya gelek dirêj bi
cudahî geş bûne û niha bi temamî ji hev cuda bûne.

• Hevkariyên we yên akademîk çawa şîrovekirina deqên pîroz guherand? Saziyên
herêmê çawa dikarin hevsengiyê di navbera lêkolîna zanistî û parastina nihêniyên
civakên kêmîneyên wek Êzidî û Kakeyî de çêbikin, da ku li şûna belgefîlmkirineke
sade, bibin hevbeşên xwedî biryar di şîrovekirina kelepora wan de?

- Tomarkirin û belgekirina olên peyrewkirî yên civakên hevçerx, bêyî hevkariya
kesekî navxweyî ku di nav xudê baweriyê bi xwe de ji dayik bûbe, karekî
gelek dijwar û metirsîdar e. Ji ber ku gelek caran pirsa lêkolînerekî derve
ji bo peyrewan nezelal e û ne pêwîst xuya dike, tenê ew bi xwe dikarin
kûrahiya mebestan fêm bikin. Ji aliyekî din ve, bidestxistina razîbûna bikom
û giştî jî pirsgirêkeke gelek sereke ye, ji ber ku civak her tim yekdeng
nîne.

Dema ku min di sala 1990î de dît ku Êzidî xwediyê keleporeke deqî ya devkî ne,
min biryar da hevkariya wan zanyaran bikim ku berê hinek deq nivîsîbûn. Di wê
demê de, ev pêngav rûbirûyî piştgirî û dijayetiya dijwar bû. Tevî vê yekê, karê
me bû sedemeke hander ji bo zanyarên din ên Êzidî da ku dest bi belavkirina
zanyariyên xwe bikin. Encama vê jî nasîna baştir û qebûlkirina berfirehtir a olê
ji aliyê desthilatdarên Kurd ve bû.

Pîvera min a sereke tenê karkirin û lêkolîna li ser wan deqan e ku bi awayekî
giştî berdest in, da ku ji bo her kesê ku zimanê niştimanî an peywendîdar
dizane, bi temamî destpêragihîştî û zelal bin.

Top