Profesor Daniel Serwer, lêkolînerê payebilind li Enstîtuya Siyaseta Derve li Zanîngeha Johns Hopkins ji bo Gulanê: Zehmetiya sereke li Iraqê, tenê nebûna vîna siyasî ye ji bo yekalîkirina pirsên hilawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û cîbicîkirina wan
Profesor Daniel Serwer, yek ji pisporên herî diyar ên cîhanî ye di warê
birêvebirina milmilaneyan û siyaseta derve ya Amerîkayê de. Niha wek lêkolînerê
payebilind li Enstîtuya Siyaseta Derve li Zanîngeha Johns Hopkins (SAIS) û
Enstîtuya Rojhilata Navîn kar dike. Serwer, xwedî dîrokeke dewlemend e di
dîplomasiyê de, wek şêwirmend li Wezareta Derve ya Amerîkayê û cîgirê balyoz li
Romayê xizmet kiriye. Di salên nodî de, wek nûnerê taybet roleke dîrokî di
danûstandinên aştiyê yên Daytonê de ji bo bidawîanîna şerê Bosnayê lîstiye. Her
wiha bo dema 12 salan cîgirê serokê Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê (USIP) bûye û
serperiştiya projeyên aştîsaziyê li Iraq û Efxanistanê kiriye. Ji bo axaftina li
ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê, me ev hevpeyvîn bi
Profesor Serwer re pêk anî.
• Hûn her tim tekezî li ser amûrên sivîl ên wekî dîplomasî, navbênkarî û
avakirina saziyan dikin, ne hêza leşkerî. Di Rojhilata Navîn a îro de, kîjan
amûra sivîl kêmtir tê bikaranîn ji bo ku rêgirî lê bê kirin ku nakokiyên siyasî
ber bi tundûtûjî û pevçûnên çekdarî ve neçin?
- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîl di rûbirûbûna gefên Îranê de,
bi awayekî giştgîr û hema hema bi temamî tenê pişta xwe bi amûrên leşkerî ve
girêdane. Têkildarî Xeze û Libnanê, her çend hewldaneke kêm ji bo
têkelkirina dîplomasî û hêza leşkerî hebûye, lê tenê hin encamên destpêkî bi
xwe re anîne, ji wan jî pevguhertina dîlan (rehîneyan) û rêkeftineke
bingehîn ku dibêje divê serweriya dewleta Libnanê bibe bingeha muamelekirina
li gel Hizbullahê. Kanalên dîplomasî û navbênkar qet ne kêm in, lê ya ku
nîne vîna siyasî ya pêwîst e ji bo çalakkirina dîplomasiyê, bi taybetî di
navxweyê Îsraîlê de. Di rewşa niha de, amûra sivîl a herî paşguhkirî
dîplomasiyeke berdewam, cidî û bibandor e ku piştgirîkirî be bi vîneke
rasteqîn ji bo encamdana tewafuqa siyasî û cîbicîkirina wan. Her çend
navbênkarî dikare hin derfet û deriyên nû ji bo aliyan biafirîne, lê ev yek
qet nikare bibe cîgirê biryara wêrekane ya bi xwe ya aliyên nakok ji bo
bidawîanîna aloziyan, çimkî biryara dawî her tim li cem wan e û pêwîstî bi
gavên pratîkî û vîneke rasteqîn a navxweyî ji bo aştiyê heye.
• Ji ber ku we roleke diyar di asankirina diyaloga navbera Sirb û Bosniyiyan de
hebûye û hûn beşdarbûyekî sereke bûn di prosesa aştiya Daytonê de, li gorî
baweriya we kîjan waneyên (dersên) girîng ên ezmûna Balkanan hene ku dikarin li
Iraqê werin peyrewkirin, ji bo çareserkirina nakokiyên hilawîstî û rewandina wê
bêbaweriya kûr a ku di navbera pêkhateyên cuda de çêbûye?
- Waneyên prosesa aştiya Daytonê, tenê di rehendên (alîyên) erênî de kurt
nabin, çimkî ew bingehên req û çeqbestî (asêbûyî) yên dabeşkirina desthilatê
ku şer rawestandin, di heman demê de bûn astengeke mezin li ber
hukimraniyeke jêhatî û kûrkirina jihevketinên siyasî ku diviyabû gav bi gav
bihatana derbasbûn. Têkildarî Iraqê, welat xwediyê bingeheke guncaw a
dabeşkirina desthilatê ye û pêwîstiya wî bi dariştina destûreke nû, yan
saziyên aloztir nîne. Zehmetiya sereke li vir, tenê nebûna vîna siyasî ye ji
bo yekalîkirina pirsên hilawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de û
cîbicîkirina wan rêkeftinên ku tên kirin. Her ji ber vê yekê, divê Iraq
gelek hişyarê wê yekê bibe ku di bersiva bêbaweriya navbera aliyan de, pena
nebe bo dariştina mîkanîzm û rêkeftinên gelek req û asê, çimkî ew cûre
rêkeftin di paşerojê de dibin astengiyên mezin li ber kargêriyeke serketî.
Pêwîst e tekezî li ser çaksaziya rasteqîn û pêkanîna vîna siyasî bê kirin,
ne zêdekirina qeyd û bendên yasayî ku di dawiyê de dibin sedema seqetkirina
(pêkxisitina) saziyên dewletê û dirêjedan bi bêîstîqrariyan di navbera
navend û herêmê de bi awayekî gelek kûr û metirsîdar.
• Piştî derbasbûna zêdetirî du deheyan bi ser rûxana rejîma berê, Iraq hîn jî di
navbera aşê hegemoniya komên çekdar û lawaziya serweriya dewletê de dinale. Di
siya vê rewşê de ku tê de hêzên nefermî xwedî bandoreke siyasî û leşkerî ya
berfireh in li derveyî çarçoveya dewletê, girîngtirîn û pêwîsttirîn çaksaziya
sazîyî çi ye ji bo ku dewleta Iraqê bikaribe "monopolkirina (qorixkirina)
bikaranîna hêzê" bo saziyên niştimanî vegerîne û dawiyê bi pirbûna navendên
biryara leşkerî bîne?
- Pêwîst e hemû komên çekdar bikevin bin siya desthilata dewletê û di
çarçoveya hêzên ewlehiyê yên Iraqê de, di nav yek fermandariya bala ya
yekgirtî de werin yekxistin. Dewlet nikare bi awayekî kargêr û bibandor
serweriya xwe li ser pirsa bikaranîna hêzê bisepîne, eger rêxistinên çekdar
xwedî pêkhateyên leşkerî û siyasî yên serbixwe bin li derveyî wê
fermandariya niştimanî ya giştî. Dibe ku komên çekdar ên herêmî berdewam
bin, lê ev yek tenê bi mercê hebûna wan di bin siya desthilateke sivîl a
zelal de li ser asta herêmî û di çarçoveya sîstemeke destûrî û ewlehî de
dibe ku pêştir li ser hatibe rêkeftin. Xala cewherî û bingehîn li vir ew e
ku divê hêzên ewlehiyê bi temamî berpirsyar û bersivder bin li beramberî
saziyên sivîl ên rewa de. Ev yek jî pêwîstî bi hebûna zincîreke fermandariyê
ya zelal û bêgirê heye, bi awayekî ku ti cûre mij (temumij) û nezelaliyek li
holê nemîne derbarê wî aliyê ku bi fermî rêpêdayî ye ji bo derxistina
biryarên hestiyar di pirsa bikaranîn û livandina hêzên çekdar de li
seranserî xaka vî niştimanî bi awayekî giştî.
• Pirsgirêkên berdewam ên di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser petrol, budce û
navçeyên cihê nakokiyê (cênakok) bûne sedema krîza siyasî, gelo çi mîkanîzmeke
sazîyî ya hertimî (berdewam) pêwîst e ji bo rêgirtina li têkçûna îstîqrarê û
dîtina çareseriya bingehîn ji bo hemû van milmilaneyan?
- Ez wiha difikirim ku Iraq di niha de xwediyê wan mîkanîzmên sazîyî yên
hertimî ye ku pêwîst in. Encumena Nûneran û desthilata dadwerî ew navendên
rewa ne ku divê piraniya pirsgirêk û babetên hilawîstî tê de werin
yekalîkirin, bi taybetî jî ew nakokiyên ku girêdayî dahatan, budceya giştî,
mûçeyê fermanberan û berpirsyariyên destûrî ne. Careke din em tekez dikin ku
pirsgirêka bingehîn nebûn yan kêmbûna saziyan nîne, belkî pêk tê ji nebûna
vîneke siyasî ya rasteqîn, çi ji bo gehiştina bi rêkeftineke cîgir û
demdirêj û çi ji bo cîbicîkirina wan biryar û rêkeftinên ku di raboriyê de
hatine îmzekirin. Bêguman, avakirina her mîkanîzmeke nû ya din nikare van
pirsgirêkan çareser bike, eger aktorên siyasî yên peywendîdar vîna wê yekê
nebin ku bi niyeta pak pena bibin bo saziyên destûrî yên niha û encamên wan
ên yasayî wek xwe qebûl bikin û bi temamî pêk bînin ji bo parastina
berjewendiyên bala yên giştî yên welat.
• Di sala 2017an de we dêmokrasî û lêpirsîn wek bingeha gehiştina bi armanca
neteweyî ya Kurd didît, gelo niha jî hûn wisa difikirin ku hebûna saziyên
dêmokratîk ên bihêz, bingeha sereke û pêwîst e ji bo pêşxistina armancên siyasî
û neteweyî yên gelê Kurd li Herêma Kurdistanê?
- Bi heman awayî, ez wisa difikirim ku hukimraniya baş û dirust xwedî
girîngiyeke mezin e. Hebûna saziyên dêmokratîk, pirsa lêpirsînê û baweriya
giştî ya bi hikûmetê, ne tenê ji ber girîngiya wan bi xwe ye, belkî rewabûna
(şer'iyeta) saziyên siyasî û wan daxwaziyan jî bihêztir dikin ku di oxira
berjewendiya gelê xwe de dikin. Heman dîtina min ji bo Bexdayê jî heye.
Hebûna saziyên dêmokratîk ên gelek bihêztir û hikûmeteke şefaf û
berpirsyartir li seranserî welatê Iraqê, pêdiviyeke henuweyî (ya niha) û
sereke ne. Ev gav bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyeke pir
mezin in, daku bikaribe ji vê riyê ve armancên siyasî û neteweyî yên xwe bi
wî awayî ber bi pêş ve bibe ku baweriya îstîqrara navxweyî û rêza navdewletî
ji bo xwe û qewareya xwe bi dest bixe, çimkî ev e tenê riya serketina
rasteqîn ji bo her gelekî di cîhanê de.
• Di dema guherîna erka Amerîkayê li Iraqê ber bi hemahengiya sivîl ve, divê
Washington girîngiyê bide kîjan warê dîplomasî, aborî yan perwerdeyî ji bo
parastina îstîqrarê li Iraq û Herêma Kurdistanê?
