Duhok- Bijîşkek û 2 karmendên tendirustiyê bi Koronayê mirin
Li Duhokê di mehekê de rêjeyeke gelek bilind ji karmendên tendirustiyê û perestar bi vîrûsa koronayê ketin û heta niha bijîşkekî û 2 karmendên tendirustiyê ji ber vê vîrûsê canê xwe ji dest dan.
Beşek ji bijîşkên pêketî dibêjin ku ji bo parastina jiyana welatiyan, ew jiyana xwe dixin metirsiyê û ji welatiyan daxwaz dikin ku bêtir xwe biparêzin û koronayê li ber çavê xwe biçûk nekin.
Dr. Erşed Mistefa, ji destpêka belavbûna koronayê heta niha di nav nexweşxaneyan de ye û nexweşan tedawî dike, lê dawiya dawî ew jî bi vê vîrûsê ketiye.
Ji destpêka vê hefteyê ve, Serokê Bijîşkên Nexweşxaneyên Koronayê ligel hejmarek bijîşk û perestar bi koronayê ketine.
Herwiha di nava van sê mehên dawî de, tenê li parêzgeha Duhokê zêdetirî 160 bijîşk, perestar, karmend û fermanberên tendirustiyê tûşî vîrûsa koronayê bûne û hinek ji wan jî ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
