• Saturday, 07 February 2026
logo

Dr. Beşîr Hedad: Wezîrê Navxwe yê Iraqê soza çareserkirina pirsgirêka zeviyên kurdan da

Gulan Media September 24, 2020 Nûçe
Dr. Beşîr Hedad: Wezîrê Navxwe yê Iraqê soza çareserkirina pirsgirêka zeviyên kurdan da
Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Dr. Beşîr Hedad derbarê pirsa erebkirinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de ragihand, Wezîrê Navxwe yê Iraqê soz da, wê pirsê li gor yasayê çareser bikin û kesên li dijî yasayê derketine jî siza bidin.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Beşîr Hedad îro ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanimî civiya û pirsa dagîrkirina zeviyên cotkarên kurd ji aliyê erebên hawirde ve guftûgo kir.

Beşîr Hedad ji K24ê re ragihand, Wezîrê Navxwe yê Iraqê soza çareserkirina wê pirsê li gor yasay da. Kesên li dijî yasayan kar kirine jî siza bidin.

Demek e erebên hawirde hewl didin zeviyên cotkarên kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê didin, bi taybet jî li nahiya Sergeranê ya li parêzgeha Kerkûkê.

Di heyama du rojên bûrî de jî, hêzên ser bi Polîsa Federalî jî li wan nevçeyan piştevaniya erebên hawirde dikin.

Basnews
Top