• Monday, 28 September 2026
logo

Omer Hamid, Master di Zanistên Darayî de li Zaxoyê: Aborî û siyaset du rûyên yek dravî ne, qelsiya darayî rasterast dibe sedema paşveçûna pêgeha siyasî di danûstandinan de

Gulan Media September 5, 2026 Raport
Omer Hamid, Master di Zanistên Darayî de li Zaxoyê: Aborî û siyaset du rûyên yek dravî ne, qelsiya darayî rasterast dibe sedema paşveçûna pêgeha siyasî di danûstandinan de

 

 

Dîroka aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê bi zelalî nîşanî me dide ku piştbastbûna
mutleq bi dahata petrolê, wekî çavkaniya sereke ya darayî, neîstîqrariyeke
herdemî bi dû xwe de aniye. Ev modela rentî (rantiye) di birêvebirinê de, bûye
sedema piştguhkirina sektora çandiniyê û pîşesaziyê. Gurfbûna kêşeyan tenê ne bi
nebûna planê ve girêdayî ye, belkî destwerdana welatên cîran ku dixwazin bazara
me ji bo saxkirina kelûpelên xwe bi vekirî bimîne, rêgir e li geşebûna
berhemanîna navxweyî. Ji ber wê, darêştina stratejiyeke zanistî li ser bingeha
pîvêrên navdewletî pêwîstiyeke pir girîng û jêneger e.

Di vê çarçoveyê de, sektora çandiniyê wekî bingeha çalakkirina pîşesaziyê tê
dîtin, ji ber ku hawirdekirina madeya xav nikare garantiya rastîn a serxwebûna
aboriya welatê me bike. Geşepêdana çandiniyê, zincîreyeke temamker a bihêz ligel
pîşesaziyê ava dike, ku pêwîstiyan dabîn dike û rê li derketina diravê biyanî
digire.

Ji aliyekî din ve, bazarekî dadperwerane hesta hevwelatîbûnê bihêz dike, ji ber
ku afirandina derfetên wekhev baweriyê bi saziyan zêde dike û koça ciwanan kêm
dike. Aborî û siyaset du rûyên yek dravî ne û bi hev ve girêdayî ne. Kêşeyên di
navbera Herêm û Bexdayê de, wekî rawestandina hinardekirina petrolê, nîşan didin
ku metirsiya qelsiya aborî li ser qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê çendî
cidî ye.

Ji bo derbaskirina vê rewşê, pêdivî ye hikûmet piştgiriyeke rastîn a sektora
çandiniyê û pîşesaziyê bike. Kurdistan xwediyê erd û avê ye, lê nebûna
binesaziyeke pêwîst wekî sarincokên modern ji bo parastina berheman, ligel
nebûna piştgiriya darayî ji bo cotkaran, kiriye ku berhema navxweyî ji nav biçe.
Tenê bi darêştina siyaseteke guncaw li ser sînoran, rêkxistina hawirdekirina
kelûpelan û handana veberhêneran di berhemanîna navxweyî de, dikare bazarekî
dadperwerane û seqamgîr were mîsogerkirin, ku tê de derfeta kar ji bo hemûyan bi
şêweyekî wekhev bê afirandin û garantiya paşerojeke geştir ji bo nifşên dahatû
yên vê nîştimanê dabîn bike.

Top