• Monday, 28 September 2026
logo

Îmarat êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Gulan Media September 2, 2026 Nûçe
Îmarat êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Îmarat dilsozî û piştgiriya xwe ya temam bo parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê li beranber êrîşên Îranê tekez dike.

Wezareta Derve ya Îmaratê îro Çarşemê, 2ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de êrîşên dijminane yên Îranê yên bi mûşek û dronan ku Behreyn, Kuweyt, Urdin û Herêma Kurdistanê kiribûn armanc, bi tundtirîn awa şermezar kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê herwesa tekez jî kir ku ev êrîşên dijminane binpêkirineke aşkere ya serweriya welatan e û xeteriyeke rastrast e li ser ewlehî û aramiya wan.

Wezaretê navborî herwesa dilsoziya temam a Dewleta Îmaratê ligel Behreyn, Kuweyt, Urdin, Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û piştgiriya xwe bo hemî wan rêkaran diyar kir ên ku bi merema parastina ewlehî û aramiya wan tên bicihanîn.

Li gorî zanyarên Dijeterora Kurdistanê, serê sibeha îro 10 dronên bombekirî li asmên bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzên hevpeymanan ve hatine xistin û ti zirarên canî ji wan êrîşan peyda nebûne.

 

K24

Top