• Saturday, 07 February 2026
logo

Honduras balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê ve vediguhêze bo Orşelîmê

Gulan Media September 21, 2020 Nûçe
Honduras balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê ve vediguhêze bo Orşelîmê
Serokê Hondurasê ragehand dê balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê veguhêzin bo Orşelîmê.

Serokê Hondurasê Juan Orlando Hernandez ragehand, berî sala 2020ê bi dawî bibe, dê balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê veguhêzin bo Orşelîm.

Juan Orlando Hernandez ragehand, eger rewşa tenduristî ya ji ber şewba vîrusa korona dest bide, dê balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê veguhêzin bo Orşelîmê.

Veguhestina balyozxaneya Hondurasê bo Orşelîmê tê wateya nas kirina wî welatî wek paytexta Îsraîlê ye. Ev yek jî dibe sedemê nerazîbûna ereb û Filîstîniyan, ku Orşelîmê wek paytexta Filîstînê pênase dikin.

Basnews
Top