Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê: Ji bo neteweyekî bêdewlet ku di nav dewletekî bêbawer bi federalîzmê de dijî, derbasbûna van hemû asteng û zehmetiyên mezin ne hêsan e
Şivan Hemdî, endamê Bazneya Guftûgoyê û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandinê ya
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û berpirsê Ajansa Nûçeyan a Zagrosê ye.
Di guftûgoya vê carê ya «Bazneya Guftûgoyê» de bi navunîşana (Bandora aborî û
bazara hevpar di proseya avakirina neteweyê de), bi vê şêweyê dîtin û boçûnên
xwe anîn ziman:
Di vê guftûgoyê de, amajekirin bi ezmûna serkeftî ya damezirandina yekîtiya
gumrikê ya bi navê «Zollverein» di navbera wîlayetên perçebûyî yên Elmanyayê de
berî yekbûna seranserî ya sala 1871ê li ser destê serokê navdar «Otto von
Bismarck» cihê balê bû. Tevî ku em ne alîgirê tam ê hemû dîtin û teoriyên fîkrî
yên «Ernest Gellner» in ku tenê aliyê aborî û sîstema sermayedarî wek yekane
bingeha avakirina dewlet-neteweya nû datîne, lê di heman demê de nabe ku
giringiya dîrokî ya vê faktorê were piştguhkirin. Bi piştbestin bi çemka «Civaka
Xeyalkirî» (Imagined Community) ya bîrmendê navdar «Benedict Anderson»,
dirustbûna nasnameyeke neteweyî ya hevpar ku tê de hemû kes xwe wek endamê
yekeyeke siyasî û cografî bi navê «Kurdistan» bibînin, bêyî hebûna bingeheke
aborî û bazareke hevpar nikare di rastiyê de reng bide, ji ber ku aliyê aborî
hemû qadên din di çarçoveya sîstemeke nûjen de birêkûpêk dike.
Ji vê perspektîfê ve, di guftûgoyê de mijara pêşxistina «aborî û bazara hevpar»
di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de hat nîqaşkirin, lê kêşeya sereke li
vir ew e ku sîstema desthilatdariya çar dewletên serdest ên ser Kurdistanê, bi
şêwaz û rêkarên cuda dijayetîya damezirandina her cure peywendiyeke aborî yan
bazareke hevpar di navbera parçeyan de dikin. Kar tenê bi vê rêgiriyê bi dawî
nabe, belku ew desthilat bi şêwazên cuda û plankirî, asteng û kelemên curbecur
dirust dikin da ku nehêlin di navxweya her parçeyekî Kurdistanê de jêrxaneyeke
aborî ya saxlem û geşesendû bi awayekî serbixwe ava bibe. Armanca sereke ya van
rêgiriyan ew e ku tu parçeyekî nîştiman bi awayekî cuda geş nebe û nekarin gavan
ber bi pêşkeftina berdewam û serxwebûna aborî ve bavejin.
Herêma Kurdistanê, wek qewareyekî destûrî û yasayî yê naskirî di çarçoveya
destûra sala 2005an a Iraqê de, di warê teorîk de xwediyê komek mafên destûrî
yên berfireh e bo avakirina jêrxaneyeke aborî ya serbixwe û bihêz, lê di pratîkê
de proseya birêvebirina sîstema «aborî û bazara hevpar» bi hikûmeta federal re
rûbirûyî çendîn astengên berdewam û sîstematîk dibe, ku rêgir in li ber
geşekirin û vejandina sektorên cuda yên Herêmê.
Ev rêgirî tenê bi qadeke taybet ve sînordar nîn in, belku bi awayekî
bernamebôdarêjraw ji dosya petrol û gazê bigire heta proseya danûstandina
bazirganî ya di navbera Herêm û parêzgehên din ên Iraqê de li xwe digire. Yek ji
rengdaneweyên herî diyar ên vê neheqiyê, muamelekirin e bi berhemê genimê
cotkarên Herêmê re, ku faktoreke sereke ya dabînkirina ewlehiya xorakê ya Iraqê
ye, lê berevajî parêzgehên din ên Iraqê, genimê cotkarên Kurdistanê bi temamî
nayê wergirtin û şayisteyên wan ên darayî jî bi hincetên cuda têne paşxistin, ku
ev yek bêhêvîbûneke zêde li cem cotkaran dirust kiriye.
Li ser asta navxweyî, ev rewşa necihgir bandoreke nerênî ya giran li ser bazar û
jiyana welatiyan kiriye. Kêşeyên li ber kombûna dahat û rêkxistina bacan,
bandora wan a rasterast li ser derengketina mûçeyê fermanberan û rawestana
projeyên xizmetguzarî dirust kiriye. Ji vê xerabtir, ev qeyranên darayî
rehendeke siyasî girtine û bûne sedema kûrkirina nakokiyên navxweyî û
zindîkirina sîstema «du zonî», bi awayekî ku heta bazgehên navbera bajarên
Herêmê jî bûne asteng li ber veguhastina kelupelan û asankariya bazirganiyê.
Zêdetirî dwazde sal in para şayiste ya darayî ya Herêma Kurdistanê di budceya
giştî ya dewleta Iraqê de bi temamî hatiye desteserkirin, bi awayekî ku şandina
pere tenê bo mûçeyê fermanberan hatiye kurtkirin, ku ew jî di nav salekê de bi
qestî du heta çar mûçe têne rawestandin û nayên şandin. Armanca bingehîn a van
siyaseta şovînîst jî, dirustkirina perçebûna siyasî û kargêrî ye di navbera
parêzgehên Herêmê de û bi armanca têkdana hevsengiya proseya siyasî ye.
Di vê çarçoveyê de, kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ji
tîrmeha 2019an ve bernameya karê xwe li ser bingeha bihêzkirina jêrxaneya aborî
darist, da ku bike gava yekem bo sifirkirina kêşeyên navxweyî û nakokiyên
federalî. Herwiha gavavêtin ber bi damezirandina sîstema hikûmeta dîjîtal,
giringîdan bi sektora pîşesazî û pêşxistina çandinî û geştûguzarê di karên pêşîn
de bûn. Lê wek di salên borî de hat dîtin, bi rêya biryarên Dadgeha Federal û
siyaseta fermî ya Bexdayê û êrîşên komên deryasayî, bi awayekî sereke jêrxaneya
aborî ya Kurdistanê û hemû sektorên enerjî, pîşesazî, bazirganî û çandiniyê bûn
armanc.
Di bin siya sîstema niha ya aborî û bazara hevpar de, ji bo neteweyekî bêdewlet
ku di nav dewletekî bêbawer bi federalîzmê de dijî, derbasbûna van hemû asteng û
zehmetiyên mezin ne hêsan e û dê pir zehmet be heger li ser asta navxwe
proseyeke siyasî ya cihgir, seqamgir û tekûz nebe. Di heman demê de,
hewcedariyeke dîrokî bi fêmkirin û hevkariya hevpar li ser asta her çar parçeyên
Kurdistanê û revenda kurdî li derve heye, da ku bikarin bi yekgirtî rûbirûyî van
guşar û astengên curbecur bibin û qewareya destûrî ya Herêmê biparêzin.
