• Saturday, 07 February 2026
logo

Jeffrey li gel aliyên siyasî yên Kurdî civiya

Gulan Media September 21, 2020 Nûçe
Jeffrey li gel aliyên siyasî yên Kurdî civiya
behsa hewldanên heyî yên bo lihev kirinê kirine.
Duhê serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Duhê nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê Sûriyeyê James Jeffrey serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel aliyên siyasî yên Kurdî civiya.

Di civînan de Jeffrey piştîvaniya Amerîkayê ya bo çê kirina yekîtî û yekrêziya aliyên Kurdî diyar kiriye.

Herwiha di civînan de behsa hewldanên aliyên siyasî yên bo ava kirina yekîtiya Kurd li Sûriyeyê hatiye kirin.

Li gor hin jêderên Jeffrey wê serdana Hewlêrê jî bike û li gel Serok Barzanî bicive.
Top